Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq û Sûrîya careke din dergehê sînorî ya sereke ku ji DAIŞê vegerandin vedikin

AFP

Ev wêne, ku di 12ê Mijdara 2018an de hatiye kişandin li Qaimê li parêzgeha Enbarê, hêzên rejîma Sûrî têne dîtin ku pasvanîya dergehê Elbû Kemalê dikin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Ev wêne, ku di 12ê Mijdara 2018an de hatiye kişandin li Qaimê li parêzgeha Enbarê, hêzên rejîma Sûrî têne dîtin ku pasvanîya dergehê Elbû Kemalê dikin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Dergehekî sînorî li ser şarêya jîndar ku paytextên Îraq û Sûrîyayê digihîne hev, ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de dest danî ser, careke din roja Duşemê (30 Îlonê) hat vekirin.

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî careke din cihê sînorî yê nêzîkî bajarokê Qaimê yê parêzgeha Enbarê kontrol dikin di adwîya sala 2017an de weke beşekî ji operesyoneke berfireh ya ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wê dike.

Roja Duşemê, di vîdyoyeke rojnamevanekî AFP de hat dîtin ku kemyon kel û pelan di rêya dergehê re diguhêzin, dergehê ku li ser şarêya sereke dikeve û Bexda û Şamê digihîne hev.

Ku li ser çemê Feratê dikeve li Enbarê, Qaim yekser li ser sînor e dema mirov ji Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê ya rojhilatî li Sûrîyayê tê.

Ew dergehê tenê ye di nav herdu welatan de ku hêzên rejîma Sûrî ji alîyekî ve û desthilatdarîya federal a Îraqî ji alîyê din ve kontrol dikin.

Dergehekî din di şer de hat wêrankirin, lê dergehên din hêzên Kurdî wan kontrol dikin, hêzên ku pileye hukmekî xweser dikin li herdu welatan.

Sînorê teqrîben dirêjahîya wî 600 kîlomitr e ûdi biyaban û çîyayan re derbas dibe, gelek zehmet e ku were kontrolkirin.

DAIŞê êrîşeke dijwar kir di havîna 2014an de, dest danî ser beşine mezin ji Sûrîya û bakurê Îraqê û nisxeyeke hovane ji hukmê Îslamî sepand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500