Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rejîma Sûrî ya Rûsîya piştevanîya wê dike bi bikaranîna kîmawî tê tawanbarkirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Endamine Xûzeyên Spî bi ser sivîlekî birîndar ve daqûl tên ku di êrîşeke kîmawî li bajarokê Sermîn ê Idlibê de birîndar bûbû di Sibata 2018'an de. [Wêne ji vîdyoyeke Berevnîya Sivîl a Sûrî hatiye kişandin]

Endamine Xûzeyên Spî bi ser sivîlekî birîndar ve daqûl tên ku di êrîşeke kîmawî li bajarokê Sermîn ê Idlibê de birîndar bûbû di Sibata 2018'an de. [Wêne ji vîdyoyeke Berevnîya Sivîl a Sûrî hatiye kişandin]

Teqezkirina Amerîkî ku rejîma Sûrî êrîşa kîmawî di Gulanê de pêk anîye egerîya birîna cezane din li rejîmê zêdetir dike yan jî dikare êrîşeke serbazî pêk bîne, parêzerekî Sûrî ji Diyaruna re got.

Rejîma Sûrî klor di 19ê Gulanê de li parêzgeha Laziqîyê bi kar anîye di şerê wê yê dijwar de ku dixwest dawîn asêgeha opozîsyonê ya li Idlibê bistîne, serokê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Pêncşemê (26ê Îlonê) ragihand.

Hat zanîn ku êrîş li devera Tel Qebanê li bakur-rojhilatê parêzgeha Laziqîyê pêk hatiye, ew devereke çiyayî ku nêzî sînorê bi Idlibê re ye.

Klor bandorê li pergala bihnvêdanê dike, û dihêle mirov bihna xwe bi zor bide û bisîtne, li gel gelek berjengên din.

Devera Tel Qebana a parêzgeha Laziqîyê ya Sûrî, ya di vê wêneyê de dîyar dibe, di Gulanê de qada êrîşeke kîmawî bû, Amerîka di 26ê Îlonê de anî zimên. [Wêne ji malpera Ineb Beledî hatiye wergirtin]

Devera Tel Qebana a parêzgeha Laziqîyê ya Sûrî, ya di vê wêneyê de dîyar dibe, di Gulanê de qada êrîşeke kîmawî bû, Amerîka di 26ê Îlonê de anî zimên. [Wêne ji malpera Ineb Beledî hatiye wergirtin]

Bermahîyên mûşekeke bi kîmawî barkirî li vê de tê dîtin ku ji balafirên Sûrî bi ser bajarê Seraqib ê Idlibê de hat xwarê di destpêka 2018an de. [Wêne ji vîdyoyeke Berevnîya Sivîl a Sûrî hatiye kişandin]

Bermahîyên mûşekeke bi kîmawî barkirî li vê de tê dîtin ku ji balafirên Sûrî bi ser bajarê Seraqib ê Idlibê de hat xwarê di destpêka 2018an de. [Wêne ji vîdyoyeke Berevnîya Sivîl a Sûrî hatiye kişandin]

"Amerîka dê nehêle ev êrîş wisa bê bersiv derbas bibe yan jî dê nehêle ev kesên ev êrîş kirine bê hesab bifilitin," Pompeo ji New Yorkê got, ku beşdarî civîna Komeleya Giştî ya NY bûbû.

Pompeo got ku "dê Amerîka her fişarê li rejîma Esed bike da dawîya tundîya li dijî sivîlên Sûrî bîne û beşdarî pêvajoya siyasî ya bi serperiştîya NY bibe."

Vê dawîyê Pompeo beşdarî civîna der barê Sûrîyayê de bû li gel hevkarên xwe ji Fransa, Almanya, Siûdîyê, Urdin û Misirê, ku di daxuyanîyeke hevbeş de got: "Dê bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê neyê paşguhkirin."

Nûnerê NY ê taybet bi Sûrîyayê Jim Jeffrey ragihand ku çar kes di êrîşê de birîndar bûn, ku ew yekemîn êrîşa kîmawî ya naskirî di salekê de bû û metirsîya zêde bikraranîna wê hebû.

Jeffrey da zanîn "em ditirsin ku rejîm hewl bide careke din çekên kîmawî bi kar bîne da lewazîya xwe binuxumîne ku ew nikare bi zora çekê erdê kontrol bike."

Cezayên li ser tora Rûsî

Serokê Sûrîyayê Beşar Esed piştevanîyeke mezin ji Rûsyayê werdigire, ku xwedî hebûnek leşkerî li Sûrîyayê ye û vîto li dijî fermanên Konseya Ewlekarîyê ya NY bo vî tiştî qedexe bike bi kar anîye.

Jeffrey dîyar kir ku serbazên Rûsî bi êrîşa kîmawî zanîbûn, û dibêje: "Pir zehmet e ji min re ku ez bawer bikin ku pisporin jêhatî dê tiştekî wisa nizanbin."

Amerîka Pêncşemê rêkareke dijber ragihand,ku cezayan li toreke Rûsî bibire ku sê kesan û pênc gemîyan digire nava xwe yên sotemenîyê ji hêzên Rûsî yên li Sûrîyayê re tînin.

Mike destnîşan kir ku Amerîka $4.5 milyonyên din dide Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) ku Lahay navenda wê ye û peymana navdewetî dişopîne ya çekên weke van qedexe dike.

Pompeo anî ziman ku "divê rejîm zanibe û divê cîhan jî zanibe ku em ê hemû hewldanên xwe bikin da careke din tiştekî wiha çênebe."

Bersvdayîna navdewletî ya payînkirî

Parêzerekî Sûrî Beshir Besam ji Diyaruna re got ku tê payîn bersiv cezayên nû li berpirsine rejîma Sûrî, serbazine artêşê û belkî kesên ku têklîya wan bi hawirdin, veguhestin, embarkirin û bikaranîna çekan ve heye were birîn.

Wî da zanîn ku "egerîyeke mezin jî heye ku em êrîşine leşkerî li dijî navendên leşkerî yên ev çek tê de embarkirî ne pêk bînin."

Pompeo nîşan bi rejîm û Rûsîyayê kir ku herduwan gelek hewldan kirine da bikaranîna çekên kîmawî binuxumînin, û ku Rûsya OPCW bi sîyastkirina mijarê tawanbar kir berî dest bi lêpirsînê bike.

Besam destnîşan kir ku delîlên nû belkî binpêkirine din jî derxîne holê, û da zanîn ku tê payîn tilîya Rûsyayê di vê mijarê de hebe, tevî ew hewl dide karê lêpirsînerên NY asteng bike.

Wî got ku ji hêla qanûnî ve, bikaranîna rejîmê ya çekên kîmawî binpêkirineke Peymana Çekên Kîmawî ye ya li Parîsê di 1993an de hatiye îmzekirin, ku bikaranîna van metiryalan weke çek di heyama şer de qedexe ye.

Ji destpêka şerê Sûrî di 2011an de,rejîm bi bikaranîna cureyên cihêreng ên çekên kîmawî di gelek boneyan de hatiye tawanbarkirin.

Komîteyeke hevbeş a NY û OPCW di Tebaxa 2016an de got ku helîkopterên Sûrî bermîlên klorê bi ser du gundan li parêzgeha Idlibê de berdan di 2014 û 2015an de.

Pompeo da xuyakirin ku "rejîma Esed berpirsa gelek tawanan e, hinek ji wan dibin tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500