Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Cezayên li ser temwîlkarên DAIŞê "alaveke pir girîng e" di şerê li dijî terorîzmê de

Xalid Taî

Di rûbirûbûna kêşeyên darayî yê divegerin Hezîrana 2016an, DAIŞ pere ji welatîyan li mûsilê kom dikirin bo dabînkirina ewlehî, av, kehrebeyê û xizmetguzarîyên din di dema kontrolkirina wê ji bajar re. [Wêne ji rûpla Facebookê ya Kenala Mûsilê hatiye wergirtin]

Di rûbirûbûna kêşeyên darayî yê divegerin Hezîrana 2016an, DAIŞ pere ji welatîyan li mûsilê kom dikirin bo dabînkirina ewlehî, av, kehrebeyê û xizmetguzarîyên din di dema kontrolkirina wê ji bajar re. [Wêne ji rûpla Facebookê ya Kenala Mûsilê hatiye wergirtin]

Şirovekarên Îraqî dibînin ku êrîşa Xezîneya Amerîkayê li ser temwîlkar, piştgir û pêgehan, bi taybetî yên xwedan têkilîyan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re, pir girîng e di lawazkirina komên terorîst de û nekarîna wan a organîzekirina êrîşan.

Qayimkirina cezayên dijî terorîzmê yên 10ê Îlonê hatin îlankirin kompanî û kesayetan armanc dikin, di nav de fermandarên mezin ên DAIŞê, yên ku çalakbûn di veguhestina pereyan de bo şanên rêxistinê li Îraq û Sûrîyayê û hêsankarîyên bankî ji wan re dabîn dikirin.

Ew kesên hatine armanckirin di çandin û veguhestina teqemenîyan, tecnîdkirina çekdaran ji rêxistinê re û rahînankirina wan li ser çawanîya bikaranîna çekan û pêkanîna êrîşên terorî li seranserê cîhanê de.

Fişarxistina li ser DAIŞê

"Cezayên nû beşek in ji xebatên berfireh yên ku Xezîneya Amerîkayêpêk tîne bo qutkirina xeta darayî ya komên terorîst, bi taybetî DAIŞ," aborînasê Îraqî Falih Zubeydî got.

Hêzên Bersivdayîna Bilez a Îraqê zilamekî digirin dema ku ew êrîşê dibin ser xanîyekî li navçeya Termiyayê, li bakurê Bexdayê, bo lêgerîn li gumanbarên DAIŞê yên tên xwestin, di dîroka 21ê Tîrmeha 2019an de. Cezayên aborî û herwiha xebatên serbazî endamên terorîst li Îraqê armanc dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Bersivdayîna Bilez a Îraqê zilamekî digirin dema ku ew êrîşê dibin ser xanîyekî li navçeya Termiyayê, li bakurê Bexdayê, bo lêgerîn li gumanbarên DAIŞê yên tên xwestin, di dîroka 21ê Tîrmeha 2019an de. Cezayên aborî û herwiha xebatên serbazî endamên terorîst li Îraqê armanc dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

"Nehiştina hêza darayî ya van rêxistinan dê bihêle ku ew di demeke nêz de marjînalîze bibin û nikaribin ku mûçeyên endamên xwe bidin û çekan û lojistîyan bikirin, û bi vê yekê ew dê bi temamî ji nav biçin," wî ji Diyaruna re daxuyand.

"Ev fişara ku li ser DAIŞê û rêxistinên weke wê tê kirin pir dijwar e, ji ber ku xebatên bûzkirina hesabên temwîlkarên wan û veguhêzerên wan ên bankî astengî û rêgireke girîng di rêya çalakîyên van koman de dirust dikin," wî got.

"Ev destdanîna berdewam a li ser pereyên terorîstan karînê dideme ku wan bixin jêr kontorla xwe de û palnên wan ên xwerêxistinkirinê çepel bikin," Zubeydî got.

Kompanîyê ku bo berjewendîya DAIŞê dixebitin

Ceza hejmarek ji kompanîyên ku alîkarî dane DAIŞ di berhemkirin a veguhestina diravan de armanc dikin, di nav de Kompanîya Seksûk bo Guhertin û Veguhestina Pereyan, Xalidî bo Guhertina Pereyan, Kompanîya Hebo ya Zêrdarîyê û xwedanê wê Muhemed Elî Hebo, Kompanîya Herem bo Guhertina Pereyan, û hineke din jî.

Ev kompanî "alîkarî, sponserî û piştgirîya darayî û teknolojî, tişt û xizmetguzarî ji DAIŞê re dabîn kirin", li gorî Daxuyanîya 10ê Îlonê ya Xezîneya Amerîkayê.

Seksûk guhertinên pereyan li şûna endamên DAIŞê yên li Sûrîyayê di dawîya 2018an de encam didan, li gorî daxuyanîyê.

Wezareta Xezîneyê dîyar kir ku navenda Xalidî ya Pevguhartinê weke ofîsa pevguhartina pereyan bû ji 2017an ve.

Hewale şêweyekî ne fermî yê pereşandinê ye ku xwe dispêre bawerîyê ku ev yek pir zehmet e di veguhastinê bankê de.

Daxuyanîyê da zanîn ku "hemî dever di rêya du kesan re hatin birêvebirin ku alîkarîya endamine DAIŞê kirine di veguhastina pereyan de. "Ofîsa el-Xalidî li Meyadîn, Sûrîya bû, her wiha weke cihê enternetê bo endamên DAIŞê dihat bikaranîn û ofîsa veguhastina pereyan jî bû."

Kompanîya Hebo ya gewheran "tilîya wê di bernameya DAIŞê de hebû ya zîran vediguherîne pereyan da bi awayekî razî û hêsantir pere werin şandin di rêya hewaleyan re li Turkîyayê bo şanên razayî yên DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê."

Ji dawîya 2016an ve, Muhemed Elî Hebo "tilîya wî di kirîna madenên giranbuha de hebû da bihêle DAIŞ pereyên xwe yên taybet çêbike."

Wezaretê got ku di dawîyê de, endamên DAIŞê li Sûrîyayê fermanin der barê çêkirina muamelatên darayî bi kompanîya Herem a hewaleyan de wergirtin ji Nîsana 2019an ve.

Ceza ''alaveke girîng in bo rûbirûbûna terorîzmê"

Cezayên Amerîkayê mîna "gurzên kêran ên kujêner di nava dilê DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst de ne", Îsam Feylî, wanebêjê zanista siyasî di Zanîngeha Mustenseriyayê de li Bexdayê wiha şirove kir.

"Ji alîyekî pratîk ve, ev caza alaveke jîyandar in bo rûbirûbûyîna terorîzmê, û ew qet ne kêmîçalakîyên serbazî û ewlehî ne," wî ji Diyaruna re got.

"Di dema lutkeya hêza xwe de, DAIŞê karî yedekên xwe yên pereyan bi rêya qaçaxîya neftê û şûnwaran û komkirina bacan zêde bike," wî got. "DAIŞê operasyonên xwe bi rêya wekîl, temwîlkar û kesên dewlemend re di dema lutkeya hêza xwe de temwîl kirin."

"Lê, piştî serketinên serbazî yên li ser rêxistinê, ev saman hêdî hêdî ji destê terorîstan herikî û ji nav çû bi saya armanckirina bi dîqet ji xetên qaçaxîyê re û jidestdana xakê," Feylî got.

"Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê gavên baş dide pêş bo peygerîn û girtina çavkanîyên temwîlê yên têkildarî terorîstan û bi saya van xebatên bêhampa êdî gefa terorîstan li ser rêya têkçûna bi temamî ye," wî got.

"Piştgirîyên Îraqê û xebatên bihêz ên Waşintonê di vê çarçoveyê de tên bi rêya bihêzkirina cezayan û pevguhertina agahîyên hewalgirî," Feylî got.

"Bi piştgirîya navdewletî, Îraq bi ser ket di kuştin û girtina gelek temwîlkarên xuyayî yên koma terorîst," wî daxuyand.

Nehiştina gihiştina pereyan bo terorîstan

Aborînas Salih Hemaş got ku ferzkirina astengên darayî li ser komên terorîst alaveke girîng û berhemdar e.

Ev rêkar "girîngîyeke bêguman e bo bilezkirina jinavbirina van koman û bidawîkirina şerê wan", wî ji Diyaruna re got.

"Lîsta nû a cezayan temamker e ji zincîrek jilîstên hevawa yên ku berî aniha hatibûn derxistin û bi awayekî bihêz di nehiştina gihiştina pereyan de bo berîkên endamên terorîst û di astengkirina derbasbûna wan di sîstema darayî ya cîhanî de cih digirin," wî got.

"Nehiştina gihiştina terorîstan bo jêderên peryan rêkareke berhemdar e bo bidestxistina seqamgîrîyê ne tenê li Îraqê û herêmê, belê li seranserê cîhanê," Hemaş teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500