Nûçeyên Iraqê
Civak

Rewş li Swêdayê xirab dibe ji ber kêmbûn û tolhildanê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ajoker li ser dorê ne ji bo benzînê li parêzgeha Swêdayê ya li başûrê Sûrîyayê, cihê ku Sotemenî gelekî lê kêm e. [Wêne ji malpera El-Durer el-Şamîyayê hatiye wergirtin]

Ajoker li ser dorê ne ji bo benzînê li parêzgeha Swêdayê ya li başûrê Sûrîyayê, cihê ku Sotemenî gelekî lê kêm e. [Wêne ji malpera El-Durer el-Şamîyayê hatiye wergirtin]

Çalakgerekî xwecihî got ku niştecîyên Swêdayê nîgeranîya xwe derbirîn dikin ji ber rewş bi berdewamî xirab dibe li parêzgeha Sûrî ya başûrî, ew di vê yekê de gazinan ji paşguhkirina ji alîyê rejîmê û tolhildanê dikin, belavbûna bêqanûnîyê û bi vî awayî bilindbûna asta tawanê.

Alozî li gelek beşên parêzgehê bilind dibe, bi taybet li bajarê Swêdayê û derdora wî, çalakgerekî ji Swêdayê bi navê Nizar bû Elî ji Diyaruna re ragihand.

Niştecîyên xwecihî bihêrs in ji ber rêbazê ku bi parêzgehê re tê danûstandin di warê xizmetguzarêyê sereke û ewlehîyê de, wî got, û binpêkirina rejîma Sûrî ji rêkeftinên lihevhatinê re yên ku li deverên opozîsyonê yên berê hatin wajûkirin.

Bû Elî got ku mirina Ruslan Ebdul Kerîm Ebû Saeb û Sarî Ebdul Kerîm Ebû Saeb ya ku vê dawîyê hat îlankirin, du bira ne ji gundê Bardê li gundewarê Swêdayê yê başûrî, hişt ku alozî li parêzgehê bilindtir bibin.

Herdu mêran, ên ku li gel Artêşa Sûrî ya Azad, hevalbendeke opozîsyonê, şer kir xwe radestî hêzên rejîma Sûrî kir li Deraayê piştî imzekirina rêkeftinên lihevhatinê bi rejîmê re.

Rêkeftinên ku Rûsya navbeynkarî di wan de kir çekdarên opozîsyonê yên berê efû kirin, çekdarên qebûl kirin ku dawîyê ji çalakîyên xwe yên li dijî rejîmê deynin, lê rejîma Sûrî ew rêkeftin bi berfirehî paşguhkirin.

Bû Elî got ku mirina herdu birayan ji nişkê ve eşkere bû dema ku birayekî din kaxezên xwe bo belgeyên nasnameyê pêşkêş kirin û bi vê yekê wî nas kir ku herdu mêr berî şeş mehan mirin.

Malbat nehat agedakirin derbarê mirina wan û rejîmê laşên wan nedan û vê yekê hişt ku guman çêbibe ku ew hatibûn êşkencekirin.

Kêmbûna xwarin û sotemenîyê

Bû Elî got ku di heman demê de rewş bi giştî li parêzgehê xirab dibe, not kir dorên dirêj li ser benzîn û xaza malê çêbûn ji ber ku ev materyal gelekî kêm in.

Wî got ku herwiha nan jî li bazaran kêm e, û niştecîyên Swêdayê gazinan dikin ji ber kwalîteya wî ya ne baş û herwiha gelek materyalên xwarinê yên sereke gelek kêm in.

Wî daxuyand ku bêhtirî vê yekê, bêqanûnî berbelav e, haletên dizîyê, revandina bo fidye û kuştinê gelekî berbelav in, û destnîşan kir ku hêzên rejîma Sûrî di van pirsgirêkan de destwerdan nekirin, vê yekê hişt ku xelk bibêjin ku destê wan tê de heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dixwazim Facebookê vekim.

BERSIV BIDE