Nûçeyên Iraqê
Aborî

Milîsên Îraqî bi qaçaxîya sûtemenîyê bo Sûrîyayê tên tawanbarkirin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Otombîlên çekdar ên artêşa Îraqî pagerîya sînorê Îraqê yê bi Sûrîyayê re, li navçeya Qaimê, dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Otombîlên çekdar ên artêşa Îraqî pagerîya sînorê Îraqê yê bi Sûrîyayê re, li navçeya Qaimê, dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Tevî hewlên artêşa Îraqî yên bidawîkirina qaçaxîya di sînor re, hinek milîs berdewam in di vî karê neyasayî de, bi veguhestina berhemên neftê bo hêzên rejîmê û milîsên wê li Sûrîyayê, li gorî berpirs û şirovekarên Îraqî.

Wan daxuyand ku qaçaxî ji hêla milîsên Îraqî yên ku Îran piştevanîya wan dike tê kirin li jêr sîwana Hêzên Heşda Şaebî, û wan da zanîn ku ev milîs sûdê ji vê têkilîy werdigirin, û navê Heşda Şaebî ji xwe re bi kar tînin.

Berpirs û şirovekarên ku ji Diyaruna re axêvîn dîyan kirin ku hinek ji van milîsan xwedan têkilîyên pir bihêz in bi hêzên rejîma Sûrîyayê re, yên ku li Tenf û Elbû Kemalê cih digirin, rasterast di sînor re, ji Qaimê li rojavayê parêzgeha Enbarê.

Yek ji berpirsyarîyên serekî yên artêşa Îraqî "nehiştina qaçaxîya di sînor re ye", lîwa Qasim Muhemedî, serokê Fermandarîya Operasyonên Cezîra û Badiyayê, teqez kir.

Çekdarekî Hêzên Heşda Şaebî siwarî motorê xwe dibe li bajarokê sînorî yê Qaimê, di dîroka 12ê Mijdara 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Çekdarekî Hêzên Heşda Şaebî siwarî motorê xwe dibe li bajarokê sînorî yê Qaimê, di dîroka 12ê Mijdara 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Wî ji Diyaruna re daxuyand ku erkê duyem nehiştina paşmahîyên DAIŞê ye û rêgirtin li ber hewlên wan yên derbasbûna bi dizî ji xaka Sûrîyayê bo nav Îraqê.

Muhemedî got ku hejmareke mezin a girtîyan di heftîyên dawî de hebûn, têkildarî qaçaxîkirina heyberên cuda di navbera Îraq û Sûrîyayê de, di nav de alavên kehrebayî, parçeyên otombîlan, berhemên neftê û derman.

Qaçaxîya di sînor re

Sûtemenî li Qaimê kêm e, ji ber ku milîsên Îraqî wê bi qaçaxî dibin Sûrîyayê, endamekî encumena Qaimê ji Diyaruna re ragihand.

Endamê encumenê, yê ku daxwaz kir navê wî neyê eşkere kirin, bo ku berhemên neftê di sînor re tên veguhestin "bi rêya bikaranîna nasnameyên endamên Heşda Şaebî û otombîlên wan".

Berpirsê xwecihî got ku Wezareta Neftê ya Îraqê sûtemenîya hikûmî dişîne benzîxaneyên Qaimê, Huseyba û devera Kîlo-160.

Wî daxuyand ku beşek ji vê sûtemenîyê tê amadekirin, û li tankerên neftê yên milîsên Heşda Şaebî yên ser bi Îranê ve tê barkirin û bo Sûrîyayê tê veguhestin.

Wî daxuyand ku buhayê lîtreke benzîna hikûmî li Îraqê 450 dînar in (0.40 dolar), lê milîs li Sûrîyayê bi bêhtirî 1.50 dolarî difiroşe.

"Hinek ji benzînê ne tenê digihêje destên bazirganinan li alîyê Sûrîyayê, belê digihêje hêzên rejîmê jî".

Wî got ku Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba û Seyid el-Şuheda milîsên serekî ne yên ku di çalakîyên qaçaxîyê bo Sûrîyayê de cih digirin, bi hevkarî ligel hêzên rejîma Sûrîyayê li alîyê din ê sînor.

Wî got ku ev milîs bi serbestî tev digerin ji ber ew nasnameyên Heşda Şaebî hildigirin û otombîlên wan bi kar tînin, lewra ew kêm caran tên rawestandin.

Wî got ku ew sûdê ji Heşda Şaebî werdigirin "bo encamdana tawanên xwe û pêkanîna operasyonên neyasayî bo piştgirîkirina rejîma [Beşar] Esed û zêdekirina dardestên wan bi berhemên neftê yên bi qaçaxî ji Îraq diçin Sûrîyayê".

Qeyrana sûtemenîyê li Qaimê

"Em li benda tankerên sûtemenîyê ne ku ji Bexdayê werin û sûtemenîya xwe li benzînxaneyan vala bikin," şênîyê Qaimê yê bi navê Riyad Kerbûlî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ew her sê rojan tên bo dagirtina tankan li benzînxaneyan.

"Lê, hinek caran ew bi tenê nîv yan jî çarîka karîna xwe hildigirin, hevdem ligel gotegotên ku dibêjin ku milîs dest dideynin ser beşekî mezin ji pişka me û wê li Sûrîyayê difroşin piştî birina wê bo wê derê," wî got.

"Em ditirsin ku rewşa heta zistanê neyê guhertin, ku dibe wê demê milîs mazota ku ji bo xwegermkirinê tê bikaranîn bi qaçaxî bibin û dibe ev yek qeyrana heyî dijwartir bike," wî got.

li gorî xebîrê stratejî û şênîyê nînewayê Mueyed Cuhêşî, berî çend mehan milîsan dest bi qaçaxîkirinê di navbera Îraq û Sûrîyayê de kirine.

Qaçaxçî ji ber hewcedarîya darayî ya van milîsan yan bo piştgirîkirina rejîma Sûrîyayê tev digerin.

"Hebûna wan li alîyê din ê sînor, li Sûrîyayê, çalakîyên wan ên qaçaxîyê hêsanr dike, ku ne tenê qaçaxîya berhemên neftê dikin lê belê hemû ştûmek û materyal, di nav de dermanên hişbir," wî gor.

di daxuyanîyekê de roja 6ê Tebaxê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî got ku wê qaçaxîya mêjereke mezin a parçeyên yedek bo otombîlên serbazî yên ji celebê Hemer bo Sûrîyayê, ku bi qasî bi milyonan dînarên Îraqî çepel kir.

Daxuyanîyê got ku li Şemalê li navçeya Şengalê li Îraqê dest li ser lorîya ku parçeyên yedek hildigirtin hat danîn, û da zanîn ku ew matryalên bo qaçaxîyê hatibûn amadekirin li gorî rêbazên li Îraqê hatin çareserkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500