Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraqî dibêjin ku hebûna borîyên neftên yên Îranî bi tenê xewneke

Hesen Obêdî li Bexdayê û Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Îranî beşekî ji borîyeke xazê ku Îranê û Pakistanê bi hev ve girê dide saz dikin di 11ê Adara 2013an de, Raportên dawî nîşan didin ku Îran dixwaze ku borîyeke bi heman awayî di navbera Îran û Sûrîyayê de ava bikê, lê berpirs û şirovekarên Îraqî dibêjin ku dê hikûmeta Îraqî rê nede ku ev xwen bibe rastî. [Ata Kenarî/AFP] 

Îranî beşekî ji borîyeke xazê ku Îranê û Pakistanê bi hev ve girê dide saz dikin di 11ê Adara 2013an de, Raportên dawî nîşan didin ku Îran dixwaze ku borîyeke bi heman awayî di navbera Îran û Sûrîyayê de ava bikê, lê berpirs û şirovekarên Îraqî dibêjin ku dê hikûmeta Îraqî rê nede ku ev xwen bibe rastî. [Ata Kenarî/AFP] 

Berpirs û şirovekarên Îraqî raportên "ne cihê qebûlkirinê" yên dibêjin ku Îran dixwaze borîyeke neftê di Îraqê re bigihîne Sûrîyayê bo xwe ji sizayan vedize red kirin, û wan teqez kir ku hikûmeta Îraqî qet dê rê nede vê yekê.

Li gorî raportên medyayî yên dawî, Îran dixwaze ku borîyeke neftê di Îraqê re bigihîne bendera Banyasa Sûrîyayê bo xwevedizîn ji sizayên Amerîkî yên ku firoştina nefta Îranî qedexe dikin.

Lê Îraqê dê projeyeke wiha pesend neke, li gorî berpirs û şirovekarên Îraqî.

"Bêyî hebûna rezamendîya hikûmeya Îraqî ew dê ronîya rojê qet nebîne," lêkolîner di Navenda Şerq bo Lêkolînên Stratejî û Herêmî, Samî Xêt, wiha şirove kir.

Wî ji Diyaruna re got ku rêdana herikîna nefta Îranî di Îraqê re dê bêguman Îraqî tûşî sizayan bike, û da zanîn ku hikûmeta Îraqî "dê vê xeterîyê nede ber xwe".

Ramana şandina nefta Îranî bo bendera Banyasa Sûrîyayê di Îraqê re hatiye qalkirin, lê ne li parlemanê Îraqê, parlemantar Selam Şemerî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku eger pêşinyarnameyeke wiha bo parleman hat şandin, "ew dê bê bersiv bimîne, û tu parlemantar an jî bloka parlemanî naxwaze ku wê pesend bike", û ew weke "destberdana ji qûtê malbata xwe û dana wê bo kesekî din" bi nav kir.

Şemerî daxuyand ku Îran dixwaze neftê di Îraqê re bişîne Sûrîyayê "bi rêya bikaranîna borîya neftê ya Îraqî ya heyî, wate ew dê bi tenê beşê ku xaka wê bi Îraqê ve girê dide ava bike".

"Ev raman dê neyê qebûlkirin," wî teqez kir.

"Ew dê ziyanê bigihîne Îraqê," wî got, û da zanîn ku siza jî hene, "tu welat li tevahîya cîhanê" dê pêşbazekî û hevrikekî ji welatekî din venexwîne nava sektora xwe ya aborî ya serekî -- bi taybetî ne ya çavkanîyeke girîng ji dahatên firoştina neftê pêk tîne.

Wî got ku piranîya blokên parlemanî dê projeyê ji hêla aborî ve red bikin.

Şemerî daxuyand ku Îran hewl dide ku projeyê bi awayekî nerasterast bi dest bixe ew jî bi rêya hinek girêbestan, "lê projeyên wiha bi tenê di rêya parleman re diçin serî".

Qeyrana aborî ya Îranê

Xêt got ku Îran li dahatên firoştina neftê yên alternatîv digere ji ber alozîyên li Kendavê û zehmetî di şandina gemîyên neftê bo derve bi qaçaxî de.

Rewşa kambax a welat û Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) dihêle ku rejîma Îraqî guh bide vê projeyê, lêkolînerê di warê karûbarên Îranî de Şiyar Turko ji Diyaruna re ragihand.

Turko daxuyand ku milîsên ku Pasdaran piştevanîya wan dike rastî kêmbûneke dijwar di pereyan de tên di encama kiryarên Îranê û sizayên li ser wê de, û ew milîs ramana borîya neftê didin pêş.

Wî herwiha bal kişand ku Îran dixwaze ku borîyeke neftê ber bi Sûrîyayê ve dirêj bike, di wan deverên ku milîsên Îran piştvanîya wan dike li wir xwedan bandor in.

Turko got ku Pasdaran "berdewam e di berfirehkirina hebûna xwe de" li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê, ya ku hevsînorê Îraqê ye, bi armanca ku ew tevahîya herêmê kontrol bike û projeyên Îranî yên di pêşerojê de misoger bike.

Wî daxuyand ku dibe ev proje borîyeke neftê, rêyeke tankerên neftê ku nefta xav bi qaçaxî bibin bo benderên Sûrîyayê bihundirîne, bo neft li Sûrîyayê were bikaranîn yan jî bi rêya Lubnanê were firoştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500