Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî pêngaveke dijwar li dijî paşmahîyên DAIŞê pêk tînin li rojavayê Nînewayê

Xalid Taî

Şênî bi hêzên ewlekarîyê yên Îraqî re hevahengîyê dikin bo derxistina paşmahîyên DAIŞê ji biyabana Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şênî bi hêzên ewlekarîyê yên Îraqî re hevahengîyê dikin bo derxistina paşmahîyên DAIŞê ji biyabana Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî Duşemê (23yê Îlonê) pêngaveke ewlehî ya nû dest pê kirin bo nehiştina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê parêzgeha Nînewayê, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Yekîneyên mezin ên Firqeyên 16ê û 20ê yên Fermandarîya Operasyonên Nînewayê û Polîsê Nînewayê beşdarî di operasyonê de kir bi hevahengî ligel şênîyên deverê.

Pêngav armanc dike ku dawî li hebûna endamên DAIŞê li devera ku ji zincîra çiyayên Atşanayê û biyabana rojavayî ya Nînewayê heta bi sînorê bi Sûrîyayê re dirêj dibe bi dawî bike, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Hesen Şubêb Sabawî ragihand.

Wî got ku li gorî raportên hewalgirî, paşmahîyên DAIŞê xwe di şikeftan de vedişêrin, li deverên çiyayî û li biyabana rojavayî, ya ku dora 60 gundan li xwe digire, ku dikeve di navbera navçeyên Hemam Elîl, Şûra û Hetrayê de.

Yekîneyên serbazî yên Îraqî derbasî biyabana rojavayî ya parêzgeha Nînewayê dibin di çarçoveya operasyoneke ewlehî de ku roja 23yê Îlonê li dijî paşmahîyên DAIŞê dest pê kir. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî derbasî biyabana rojavayî ya parêzgeha Nînewayê dibin di çarçoveya operasyoneke ewlehî de ku roja 23yê Îlonê li dijî paşmahîyên DAIŞê dest pê kir. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Ew bi tenê bi şevan û bi nehênî tevgerê dikin, bo êrîşên terorî yên xedar li dijî xelkên wan gundan pêk bînin, ew sûdê ji dûrahîya di navbera wan de digirin, û herwiha sûdê ji vebûna wan li ser biyabanê û sînorê Sûrîyayê jî digirin," wî got.

Rêbazên şerê gerîla

Sabawî got ku heta aniha operasyon bûye encama ramaliştina zincîra çiyayên Atşanayê, wêrankirina du tunêlan û du malên bêhinvedanê li çiyayê Şêx Yûnis, devera li derdora Gola Sunêslayê û devera di navbera Tel Ebta û bakurê Hetrayê de.

Wî got ku operasyon herwiha bû encama girtina çar endamên DAIŞê û pûçkirina 17 bombeyên bidestçêkirî û topeke hawinê.

"Endamên DAIŞê rêbazên şerê gerîla didin pêş, bi rêya pêkanîna operasyonên bilez û sînordar, û xweveşartin li deverên çiyayî û biyabanî piştî her êrîşekê," Sabawî daxuyand.

Wî got ku ev operasyon "sivîlan, bi taybetî malbatên endamên polîs û artêşê armanc dikin, bo tirsandina xelkê û rêgirtin him li ber tevlîbûna wan di rêzên hêzên ewlekarîyê de û him jî li ber hevahengîkirina bi wan re".

Wî got ku pêwîstîya derxistina çekdaran bi sergirtina hewayî li deverên tên armanckirin re heye, bo peydakirina çavdêrîya berdewam, û herwiha pêwîstî bi tecnîdkirin, biçekkirin û rahînankirina êlên deverê heye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500