Nûçeyên Iraqê
Civak

Îraq piştgirîya civakî ji malbatên Nînewayê re berfireh dike

Xalid Taî

Niştecîyên Nînewayê pereyên xwe yên ji alîyê hikûmetê ve hatine terxankirin werdigirin di 1ê Tebaxa 2018an de. [Wêne ji Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî hatiye wergirtin]

Niştecîyên Nînewayê pereyên xwe yên ji alîyê hikûmetê ve hatine terxankirin werdigirin di 1ê Tebaxa 2018an de. [Wêne ji Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî hatiye wergirtin]

Di destpêka vê salê de, hikûmeta Îraqî îlan kir ku ew plan dike hejmara malbatên parêzgeha Nînewayê yên di programa piştgirîya civakî de hatine qeydkirin zêde bike.

Ji wî çaxîve, wê nêzîkî 40,000 malbatên Nînewayê yên ku ziyan gihaye wan ji ber tundîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di programê de qeydkirine, endama encumena parêzgeha Nînewayê Heyam Ebdal ji Diyaruna re eşkere kir.

Ebdal got ku program mûçeyên mehane yên digihin 420,000 dînarên Îraqî (350$) ji her malbateke mafdar re pêşkêş dike, di nav wan de malbatên xwemalî bêwar bûne, sêwî, bîjin, tekekesên xwedî pêdivîyên taybet û malbatên kesên windayî.

Wê anî ziman ku vê piştgirîyê "heta asteke mezin êşa van malbatan sivik kir" û da ku şert û mercên jîyana baş bike.

Rêxistineke xêrxwazî alîkarîyên darayî dide sêwîyan di 13ê Hezîranê de. [Wêne ji Rêxistina Xêrxwazî ya Senabilê bo Sêwî û bîjinan hatiye wergirtin]

Rêxistineke xêrxwazî alîkarîyên darayî dide sêwîyan di 13ê Hezîranê de. [Wêne ji Rêxistina Xêrxwazî ya Senabilê bo Sêwî û bîjinan hatiye wergirtin]

Herwiha berpirsên programê kar dikin da ku pirsgirêka hin malbatên ku berê di programê hatibûn qeydkirin çareser bike lê mûçeyên xwe yên mehane wernedigirtin.

Di hin haletan de, Ebdal got, mûçedan hatin rawestandin piştî mirina malxwêyê malbatê yan havlkarê destnîşankirî, lê anîha ev pirsgirêk hate çareserkirin.

Ebdal girîngîya dabînkirina alîkarîyê bo malbatin zêde teqez kir, malbatên zehmetî kişand li ser destên DAIŞê yan di encama êrîşa rêxistinê li ser deverê teqez kir

Wê got em hêvî dikin ku hikûmet karibe hejmareke din ji malbatên feqîr an ên bandor li wan bûye qeyd bike da ku sûdê ji tora ewlehîyê wergirin.

Sermaye têr nakin

Şerê derkirina DAIŞê encamin mirovî yên berdewam li ser niştecîyên xwecihî hiştin, Ebdal anî ziman û not kir ku girîng e ku mirov piştgirîya van xelkan bike û barê wan sivik bike dema ew kar dikin da ku karibin vê zehmetîyê derbas bikin.

"Feqîr û ew kesên terorîzmê bandor li wan kir aniha birekî herî mezin ji niştecîyên Nînewayê raber dikin, ji ber tawanên berberî yên ji alîyê DAIŞê ve hatin bicihanîn," endamê encumena parêzgeha Nînewayê Husam Edîn Ebar ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku aniha 15,000 bîjin û 33,000 sêwî li parêzgehê hene.

Ji ber hejmara mezin a kesên feqîr, wî got, divê desthilatdarîya hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl bi hev re kar bikin da ku wan bi alîkarîya darayî, perwerde, tendirustî û xizmetguzarîyên malê dabîn bikin.

Me bang li hikûmetê kir ku pereyên têr bikin terxan bike da alîkarîyê bi xelkên Nînewayê re bikin, xelkên rastî van berhengarîyan tên, wî destnîşan kir ku pereyên terxankirî "têra hemû malbatên ku derdê feqîrîyê û lawazîya darayî dikişînin nakin".

Piştgirî ji sêwîyan re

Serokê encumena parêzgeha Nînewayê Seydo Çato teqez kir ku hikûmet piştgirîya malbatên feqîr li parêzgehê dike di rêya programê parastina civakî re.

Lê wî bang kir ku wê piştgirîyê berfireh bike di rêya "hundirandina hezar malbatên din" di program de û pêşkêşkirina mûçeyên ku alîkarîyê wan bikin ku barê xwe yê darayî hilgirin, wî not kir ku serdema DAIŞê gelek xelk bê kar hiştin.

Çato got ku sêwî berê herî hêja ye ku piştgirîyê wergire.

Dû sêwîgeh li Mûsilê -- el-Zihûr û el-Beraim -- careke din hatin vekirin, wî got, li gel gelek sêwîgehên din li seranserî parêzgehê, di nav wan de swênkar li kompleksên niştecîhî yên Şêxan û Şerayayê.

Wî got em kar dikin da ku piştgirîya rêxistinên xirxwazî yên jîngeheke tenduristî ji hemû sêwîyan re dabîn dikin bikin û alîkarîyê bi hemû berên niştecîyên bi feqîrtîyê û ew kesên bi terorîzmê bandor bûne bikin.

Wî anî ziman ku plan û program li gel me hene da em piştgirîya van koman bikin û em hêvî dikin ku em bêtir pêşketinê bikine misogerkirina pêdivîyên wan ên mirovî de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500