Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çar endamên DAIŞê li biyabana Enbarê tên kuştin

Xalid Taî

Endamine Hêza Ferata Jorîn pagerekê di 16ê Îlonê de bi cih tîne li biyabana Qaimê li rojavayê parêzgeha Enbarê . [Wêne ji Hêza Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Endamine Hêza Ferata Jorîn pagerekê di 16ê Îlonê de bi cih tîne li biyabana Qaimê li rojavayê parêzgeha Enbarê . [Wêne ji Hêza Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke ewlehî de hatin kuştin li biyabana Enbarê, fermandarekî hêza êlên Îraqî Duşemê (23yê Îlonê) got.

Di van herdu rojên dawî de, hêzên hevbeş ên hewalgirî, yên artêşê û yên êlî yên gelek misyonên ewlehî bi cih anîn da ku biyabana li rojavayê Enbarê rabimalin, eqîd Mûsa Hemed Kerbûlî, serokê hêza êlên Ferata Jorîn, ji Diyaruna re ragihand.

Kerûblî got ku wan rûberin berfireh li Ferata Jorîn dane ber xwe, li nêzî sînorê Sûrî-Îraqî, di nav de Bunyan Sehalî, Kera, mudêsis, Maniyat û rojavayê Wadî Horan.

Kerbûlî got ku hêzên hevbeş çar endamên DAIŞê yên xwe di maleke vehesînê de vedişartin li kurahîya biyabanê kuştin.

Berpirsên Îraqî bi niştecîyekî re diaxêvin li parêzgeha Enbarê di 23yê Hezîranê de, cihê ku alîkarîya niştecîyên xwecihî bi hêzên ewlekarîyê re girîng bû bo kifşkirina veşartgehên DAIŞê li biyabanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî bi niştecîyekî re diaxêvin li parêzgeha Enbarê di 23yê Hezîranê de, cihê ku alîkarîya niştecîyên xwecihî bi hêzên ewlekarîyê re girîng bû bo kifşkirina veşartgehên DAIŞê li biyabanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Herwiha di operasyona lêgerînê de wan gelek veşartgehên terorîstan ên nepenî kifş kirin, hin ji wan xwarin û pêdivîyên malê dihewandin, lê vaşartgehin din ji bo depokirina çek û sotemenîyê dihatin bikaranîn," wî got û anî ziman ku herwiha siware û motor di veşartgehan de hatin dîtin.

Wî not kir ku yek ji veşartgehên çekan hejmareke mezin ji mûşekên germî, avêjerên mûşekan, tifingên maşîn û cebilxaneya demançe û teqemenî dihundirand.

Wî anî ziman ku ev tişt hatin derxistin û radestî ajansên hewalgirî bûn da wan wêran bikin, û hemû veşartgeh hatin wêrankirin û şewitandin.

Parastina serkeftinên serbazî

Kerbûlî got ku ev mîsyonê ewlehî armanc dikin ku "serkeftinên ewlehî yên pêngava ewlehî ya 'Vîna Serkeftinê' biparêzin" û nehêlin ku bermahîyên terorîst careke din cihekî ji xwe re li deverên biyabanî yên îzole çêkin.

"Em weke şaneke hingiv kar dikin, li gel hevahengîyeke astbilind bi hêzên hewalgirî û serbazî yên din re," wî got û anî ziman ku herwiha têkilîyên hêzên êlan bi niştecîyên xwecihî re yên ku agahîyên hewalgirî dabîn dikin baş in.

Wî got ku "di van çend mehên dawî de, me hişt ku dijmin rastî xisarên mezin were, me bi deahn terorsît kuştin û girtin, piranîya wan serkirdeyên DAIŞê yên dihatin xwestin".

Wî anî ziman ku "gelek malên vehesînê û veşartgehên çekan bi temamî hatin wêrankirin û gundên dûrdest û deverên biyabanî hatin ewlekirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kengî hûn dê şerm bikin?! Hûn dixwazin ku xwenîşandanan bêdeng bikin, tevî ku wan şerê kesên ku DAIŞ anîn kiriye. Lê belê, bo agahîyên we şoreşa nifşê SpongeBob dest pê kir, û dê berî herifandina rejîma terorîzmê raneweste.

BERSIV BIDE