Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Erebistana Siûdî: mûşekên di êrîşan de hatine bikaranîn Îranî ne

Sultan Bareî li Riyadê û AFP

Paşmahîyên mûşek û dronên ku sazîyên Aramko li Siûdîyê kirin armanc di konferansekî çapemenîyê de li Riyadê ku Wezareta Berevanîyê ya Siûdî girê did tên nîşandan. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Siûdî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên mûşek û dronên ku sazîyên Aramko li Siûdîyê kirin armanc di konferansekî çapemenîyê de li Riyadê ku Wezareta Berevanîyê ya Siûdî girê did tên nîşandan. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Siûdî hatiye wergirtin]

Erebistana Siûdî Çarşemê (18ê Îlonê) belgehên dibêjin ku mûşek û dronên ku hatin bikaranîn di êrîşên li ser sazîyên neftê yên Aramko de roja Şemîyê Îranî bûn pêşkêş kirin.

"Êrîş ji alîyê bakur ve hat kirin û bêguman bi serpereştîya Îranê bû," peyvdarê Wezareta Berevanîyê Turkî Malikî di konferanseke çapemenîyê de ku wezaretê li Riyadê li dar xistin got. "Em kar dikin ku jêderê êrîşê destnîşan bikin."

Wî got ku bi giştî 18 UAV û heft mûşek li ser sazîyên Ebqaiq û Xureys hatin barandin ji alîyekê ve ku çavkanîya wê ji Yemenê bû.

Wêne û paşmahîyên mûşekên ku du sazîyên Aramko armanc kirin di konferansa çapemenîyê de hatin nîşandan.

Paşmahîyên droneke Îranî ya ji corê Delta Wing ku damezraweyeke neftê ya Siûdî armanc kir di konferansekî çapemenîyê de roja Çarşemê (18ê Îlonê) li Riyadê tên nîşandan. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Siûdî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên droneke Îranî ya ji corê Delta Wing ku damezraweyeke neftê ya Siûdî armanc kir di konferansekî çapemenîyê de roja Çarşemê (18ê Îlonê) li Riyadê tên nîşandan. [Wêne ji Wezareta Bervanîyê ya Siûdî hatiye wergirtin]

Agir digire sazîya Aramkoya Siûdî li Xureys di êrîşa nîvroya Şemîyê (14ê Îlonê) de. [Skrînşota vîdyoyeke You Tube ku welatîyekî Siûdî ew kişandiye]

Agir digire sazîya Aramkoya Siûdî li Xureys di êrîşa nîvroya Şemîyê (14ê Îlonê) de. [Skrînşota vîdyoyeke You Tube ku welatîyekî Siûdî ew kişandiye]

Mûşeka Baleban, ku nifşekî nû ye ji mûşekên arastekirî yên Îranî ku meha borî hat eşkerekirin, di wêneyê de tê dîtin, ku Ajansa Nûçeyan a Farisê ya Îranê belav kiriye.

Mûşeka Baleban, ku nifşekî nû ye ji mûşekên arastekirî yên Îranî ku meha borî hat eşkerekirin, di wêneyê de tê dîtin, ku Ajansa Nûçeyan a Farisê ya Îranê belav kiriye.

Malikî got ku dronên Delta Wing yên li Îranê tên sazkirin di êrîşê de hatin bikaranîn, ligel mûşekên krûz ên arastekirî yên parêzî.

Hevdem, Îran berdewam e di redkirinê de û ew Hûsîyên Yemen (Ensaralah), ku milîseke Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) piştevanîya wê dike, tohmetbar dike, milîsê jî berî aniha berpirsyarîya xwe ji êrîşên asmanî angaşt kiribû.

"Belgehên me li ser cihgirtina Îranê di kiryarên sebotacê de li herêmê bi rêya peyayên xwe hene," Malikî got.

Wî got ku lê belgeh di destê şahnişînê de hene ku êrîşên li ser sazîyên neftê çavkanîya wan ne li Yemen e, "weke ku alîgirên Îranê angaşt dikin".

"Cihê hat armanckirin li derveyî meda dronan in, dronên ku ji deverên li jêr kontrol milîsa Hûsî hatin berdan," Malikî got.

Derengîya Çarşemê, CBS News angaşt kir ku berpirsekî Amerîkî ku nasnameya wî eşkere nekir got ku rêberê mezin ê Îranê Ayetulah Elî Xameneî êrîş erê kir, bi mercê ku ew dê bi awayekî were pêkanîn ku nedîyar be Îran rol tê de gerandiye.

Berpirsên Amerîkî gotin ku belgeyên herî bihêz li dijî îranê wêneyên asmanî yên nebelavbûyî ne, yên nîşan didin ku Pasdaran amadekerîyan bo êrîşê li serbazgeha asmanî ya Ehwazê dikin.

Kavil ''belgene baş in''

"Ji kêlîyên destpêkê yên êrîşê ve, guman bi alîyê Îranê de çûn, tevî hewla wê ya veguhestina berpirsyarîyê bo Hûsîyan," xebîrê warê serbazî yê Siûdî Mensûr Şehrî ji Diyaruna re şirove kir.

Wî got ku belgehên girîng ji parçeyên mûşekan ên ku li nava sazîyên hatine armanckirin û yên ku li biyabanê teqîyane hatine wergirtin.

Wî got ku rewşa paşmahîyan agahîyên bi dîqet dide ku Îran li pişt êrîşan e, û bal kişand ku teknolojî û materyalên ku di sazkirina wan de hatine bikaranîn teqez dikin ku ew Îranî ne.

Şehrî got ku lêkolîn û lêpirsînên din derbarê alavên arastekar de û hesabên têkildarî mesafe û dema ji mesarê re pêwîst berdewam in bo gihiştin bi piştrastkirinên temam.

Wî got dixuye ku Pasdaran hewl da ku destê xwe veşêre bi firandina mûşekan li ser bilindahîyeke nizim û bo rêçikeke weke xelekê.

Wî herwiha got ku dixuye ku mûşek ji devereke nêzî sînorî Îraq-Îranê hatibin berdan, û di asmanê Kuwêtî re gihiştibin şahnişînê, û di deverekê re derbas bibin ku sîstemên berevanîya dijî-mûşekan ya Erebistana Siûdî kêm be.

"Piranîya sîstemên berevanîya asmanî ya şahnişînê li vê deverê ber bi sînorê Yemenî ve tên arastekirin," wî got, û da zanîn ku hêz ber bi sînorên "germ" ve tên arastekirin, û gengaz e ku valahîyek hatibe bikaranîn.

Dewletên Kendavê astên amadebaşîyê bilind dikin

Xebîrên NY Çarşemê berê xwe dan Erebistana Siûdî bo lêkolînkirina teqînan, Emîndarê Giştî yê NY Antonio Guterres ragihand, û haydarî ji encamên "wêranker" ên eger qeyran berfirehtir bibe da.

Emîndarê Giştî yê NY got ku xebîr hatine erkdarkirin ku lêkolînekê dest pê bikin, li gorî biryarnameya Encumena Ewlekarîyê ya ku rêkeftina navikî ya 2015an a bi Îranê re pesend kir.

"Ev êrîşeke Îranî bû," Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Çarşemê wiha got berî ew li Cedayê peya bibe bo hevdîtina bi Mîrê Siûdî Muhemed bin Selman re, û ew weke "kiryareke şer" bi nav kir.

"Ev êrîşeke li ser asteke bilind e ku me berî aniha nedîtîye," wî got.

Pompeo, Yê ku di serdanekê de li Kendavê ye bo nîqaşkirina bersiva Waşintonê ji êrîşên asmanî re, Pêncşemê ragihand ku welatê wî "çareserîyeke aştîyane" ji qeyranê re dixwaze.

"Em çareserîyeke aştîyane dixwazin. Ez hêvî dikim ku Komara Îslamî ya Îranê bi heman awayî bihizire," wî ji nûçegihanan re ragihand, piştî danûstandinên xwe bi rêberên Îmaratê re.

Îmarat Pêncşemê da ser şopa Erebistana Siûdî di tevlîbûna di hêzeke bi serokatîya Amerîkayê ku Awstralya, Brîtanya, Behreyn dihundirîne bo parastina bazirganî û deryavanîya Kendavê û misogerkirina herikîna neftê di Tengava Hormuzê re.

"Cihgirtina Îmaratê di hevbendîyê de bo piştgirîkirina xebatên herêmî û navdewletî yên di çarçoveya nehiştina gefên li ser deryavanîyê û bazirganîya navdewletî de tê," birêveberê beşê wê yê hevkarîya ewlehî ya navdewletî, Salim Muhemed Zaebî, di daxuyanîyekê de ragihand.

Îmarat tevlî bû "bo ewlekirina herikîna îmdadên wizeyê bo aborîya cîhanî û rolgerandin di parastina ewlehî û aştîya navdewletî de", wî got.

Artêşa Kuwêt Çarşemê ragihand ku ew astên amadebaşîya xwe bilind dike û rahînanên serbazî pêk tîne,ligel lêkolînên wê yên têkildarî derbasbûna dronekê di asmanê wê de û firîna li ser koşka şah roja Şemîyê.

Kuwêt got ku ew hêvî dike ku bigihêje "astên herî baş ên amadebaşîyê û zîrekîya şerkirinê" bo parastina "ewlehîya welat û xak, av û asmanê xwe ji her xeterîyên gengaz".

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ka belgeh? Balefirên Îranî?? Gelo Erebistana Siûdî têkilîyên germ ên di navbera Îran û Yemenê de nizane? Eger Feyleqê Pasdaran êrîşên asmanî pêk anîbin, Îran dê teqez ji vê yekê agahdar be. Pereyên ku Erebistana Siûdî dan bo têkdana welatên cîran aniha berhemên wan derdikevin.

BERSIV BIDE

Eger Îran xwest êrîş bike, gelo ew ê ji welatên Kendavê yên şikestî bitirse? Wê bi rastî droneke Amerîkî li Kendavê anî xwarê. Îran ji bo hemû gefên li dijî ewlehîya xwe amade ye.

BERSIV BIDE

Eger ev tişt rast be, kanî pergala mûşekên AWACS ên Amerîkî yên li Siûdîyê tên çêkirin? Bi Xwedê, dê welatên Kendavê fitîla şer bin, şerê ku dê Amerîka vêxe da destê xwe deyne ser pereyên wan bi bihaneya parastina wan. Tevî wisa jî, nefretîya Wehabîyê koranî bi çavên wan de anîye û êdî dijmin û hevalan ji hev dernaxînin.

BERSIV BIDE