Nûçeyên Iraqê
Civak

Îraq bernameyekê bo qurbanîyên mînên DAIŞê yên dest pê dide

Xalid Taî

Qurbanîyên Îraqî yên mayînên DAIŞê dest û lingine destkird werdigirin di 2015an de. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mayînan a Îraqî hatiye wergirtin]

Qurbanîyên Îraqî yên mayînên DAIŞê dest û lingine destkird werdigirin di 2015an de. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mayînan a Îraqî hatiye wergirtin]

Desthilatên Îraqî dest bi taqîkirina qurbanên mayîn û bombeyan kiriye li parêzgehên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rizgarkirî, berpirsekî hikumî Înê (20ê Îlonê) wiha ji Diyaruna re eşkere kir.

Birêveberîya Karûbarên Mayînan a Wezareta Tendirustî û Jîngehê projeyke bo naskirina hejmara hemû kesên ji paşmahîyên şer ên DAIŞê hatine rizgarkirin destpêkirin, birêveber Xalid Reşad wiha ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku proje tomarkirina hejmara qurbanî û dabeşkirina wan li gorî cure û asta êşa wan digire dest.

Reşad dîyar kir ku qonaxa yekem li parêzgeha Enbarê hat destpêkirin, ku tîmên birêveberîyê agahîyan kom dikin û wan derbasî agahîdankekê dikin.

Niştecihên parêzgeha Diyalayê yên Îraqî li fermanên naskirina mayîn û çawanîya bidûrketina ji wan guhdarî dikin di 2017an de. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mayînan a Îraqî hatiye wergirtin]

Niştecihên parêzgeha Diyalayê yên Îraqî li fermanên naskirina mayîn û çawanîya bidûrketina ji wan guhdarî dikin di 2017an de. [Wêne ji Birêveberîya Karûbarên Mayînan a Îraqî hatiye wergirtin]

"Hema misyon temam bibe, em dê herin parêzgeha Nînewayê û ji wir em dê herin parêzgehên mayî yên ku xelkên wan êş ji ber terorê dîtiye."

Wî da zanîn ku ev xebat dê alîkarîya birêveberîyê bikin da xizmetguzarîyên tenduristî û civakî bo qurbanîyan xurt bikin û miqatebûneke gişgir bide wan.

"Di rêya projeyê re, em dê karibin hejmara kesên gerekdarî miqatebûnê ne nas bikin û çi cure dermankirin ji wan re gerek e," wî got, di nav de alîyên çêker, dermankirin û nûavakirin.

Reşad destnîşan kir ku "em dê bi hevahengîya Wezareta Kar û karûbarên Civakî re bixebitin da bêhtir xizmetguzaryên civakî ji qurbanîyên maîynan re pêşkêş bikin da karibin tevlî civakên xwe bibin û baş bi rewşên xwe yên tenduristî re bidin û bistînin."

Wî anî ziman ku wezareta karûbarên mayînan dê bernamene hevbeş pêk bîne bi ajansên hikumetê re da rewşên jîyanî yên qurbanîyan baştir bibin.

Bilindkirina asta têgiheştinê

Reşad da xuyakirin ku birêveberî bi çalakîyên bilindkirina têgihaştinê ve radibe derbarê mayîn û metryalên teqîner.

"Di herdu salên derbasbûyî de me dora 24,000 serdan û çalakîyên meydanî pêk anîn ku du milyon niştecih jê sûdwergirtin li deverên rizgarkirî," wî got.

Reşad anî ziman ku kampanyên têgihaştinê hevpeywendîya civakî digire dest, hevpeywendîyên bi niştecihên herêmî bi rêya serdan û hevdîtan li dibistan û deverên gitşî, û da zanîn jî ku belavok û metiryalên perwerdeyî tên belavkirin.

Wî got ku tevî vê yekê jî, hişyarî têkildarî metirsîyên nêzîkbûna ji tiştên nenas di rêya ragihandinê re tên dayîn.

Ji sivîlan tê xwestin bi Birêveberîya Karûbarên Mayînan re li ser vê hejmarê (182) biaxivin gava tiştekî xerîb dîtin, an jî bi Birêveberîya Berevanîya Sivîl li ser hejamra (115) biaxivin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500