Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq û Amerîka tedbîrên dijwar li dijî xeleka nêzî serokê DAIŞê dikin

Xalid Taî

Wezareta Derve ya Amerîkî 5 milyon dolar pêşkêş kirine bo çi kesê ku agahîyan derbarê cihê sê serkirdeyên DAIŞê yên payebilind dabîn bike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya palozxaneya Amerîkî li Bexdayê hatiye wergirtin]

Wezareta Derve ya Amerîkî 5 milyon dolar pêşkêş kirine bo çi kesê ku agahîyan derbarê cihê sê serkirdeyên DAIŞê yên payebilind dabîn bike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya palozxaneya Amerîkî li Bexdayê hatiye wergirtin]

Piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) piranîya fermandarên wê yên paye bilind ji dest çûn, aniha xebat giranîyê didin girtina kesên gelekî nêzîkî serkirdeyê rêxistinê Ebû Bekir Bexdadî, pisporekî Îraqî ji Diyaruna re ragihand.

Amerîka di 21ê Tebaxê de xelateke darayî pêşkêş kir bo çi kesê agahîyên derbarê cihê sê serkirdeyên DAIŞê dabîn bike, serkirdeyên mirov dikare wan weke alîkarên Bexdadî yên payebilind şiyanse bike.

Wezareta Derve ya Amerîkî xelateke ji 5 milyon $ îlan kir bo agahîyên ku cihê Emîr Mihemed Seiîd Ebdul Rehman el-Mewla, Samî Casim Mihemed Cibûrî û Mutez Numan Ebd Nayif Necm Cibûrî destnîşan bike weke beşekî ji Programê Xelatan bo Dadwerîyê.

El-Mewla, serkirdeyekî DAIŞê yê payebilind û dibe ku cîgirê el-Bexdadî be, serperiştîya hejmareke operasyonên rêxistinê yên sereke kir. Herwiha ew weke Ebû Ebdullah Qardeş û Hac Ebdullah tê naskirin.

Hêzên Îraqî di 17ê Tîrmehê de serkirdeyekî DAIŞê li parêzgeha Enbarê digirin, serkirdeyê ku berpirs bû ji kiryarên terorî yên rêxistinê. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî di 17ê Tîrmehê de serkirdeyekî DAIŞê li parêzgeha Enbarê digirin, serkirdeyê ku berpirs bû ji kiryarên terorî yên rêxistinê. [Wêne ji polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Samî Cibûrî, ku weke Hecî Hemîd tê naskirin, berpirs bû debarê diravkarîyên DAIŞê yên darayî, di nav de firoştina nefet, Xaz û şûnwarên hatî dizîn, lê Mutez Cibûrî, ku weke Hecî Teysîr tê naskirin serperiştîya çêkirina teqemenîyên bidestçêkirî kir.

Xelatên darayî aramanc dikin ku "li el-Bexdadî" asê bikin di rêya aramanckirina alîkar û hevrêyên wî yên dawî yên herî nêzîkî wî, Îsam el-Feylî, yê ku zanista Siyasî li Zanîngeha el-Mustensirîyayê hîn dike, got.

"Xisareta fermandarên paye bilind ku berpirs bûn derbarê birêvebirina xebatan da ku bandorê bikin û îdîolojîya rêxistinê qayim bikin ji fermandarên meydanî û medyayê re xisara herî mezin ji rêxistinê re," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî daxuyand ku piranîya fermandarên DAIŞê yên bandorbar ji dest wê çûn di şer û operasyonên di pişt re, û anî ziman ku xebatên aniha giranîyê didin rawestandina xeta fermandarîyê ya dawî û serkirdeyên wê yên navdar.

Wî got ku bi terxankirina xelatên mezin ên mîna vê, Amerîka pabendîya xwe li hember civaka Navdewletî teqez dike da ku li dijî gefa ku DAIŞ li ser cîhanê çêdike derkeve.

Balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî belavok avêtin di Nîsanê de li ser beşine parêzgeha Enbarê ya Îraqê ku soz da ku 25 milyon $ weke xelat bide çi kesê agahîyan bîne ku digihînin cihê Bexdadî.

Xeleka li dor Bexdadî teng dibe

"Handerên darayî yên balkêş di nav rêbazên herî bandorbar de ne bo armanckirina heykela rêxistinê ya fermandarî," pisporê warê ewlehî Casim Hanûn ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku vê yekê alîkarî kir di kifşkirina fermandarên DAIŞê û tor û jêderên wan ên temwîlkirinê, herwiha hemû tikilîyên wan ên cîhanî.

Hewalgirîya Îraqî, bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, di van salên dawî de bi ser ket di armanckirina serkirdeyên DAIŞê yên sereke re, serkirdeyên ku weke wekîlên el-Bexdadî tên reçavkirin.

Di nav wan de Eyad Hamid Cumêlî ku (herwiha weke Ebû Yehya tê naskirin), "wezîrê cengê" yê DAIŞê; Ebdul Wehîd Xudeyir Sayir Cuwan (weke Ebû Luey tê naskirin); û Haşim Nasîf Casim Heyalî.

Serkirdeyin din hatin girtin, di nav wan deIsmaîl Elwan Selman Îsawî, al-Baghdadi’s deputy, cîgirê el-Bexdadî, yê ku vê dawîyê kukmê îdamê li Îraqê lê hat birîn; ûŞeban Nasir Erzik Hemadî, "birêveberê artêşê" yê sektorê Hîtê, yê ku di 19ê Tebaxê de li bajarokê Enbarê hat girtin.

"Xeleka nêzîkî el-Bexdadîyê terorîst, a ku hin alîkar û fermandarên wî yên herî payebilind bi berdewamî teng dibe û nemînin di encama xebatên hewalgirî û ewlekarî de," Hanûn got.

Wî teqez kir ku "armanckirina serkirdeyên DAIŞê bi awayekî zexm û berdewam ew e tiştê ku Bexdadî jê ditirse, ji ber aniha ew di rewşeke tenêbûnê de ye û nikare kontrola wêranbûna rêxistina bike".

"Rêxistin di warê heykelî û serbazî de mir, lê îdîolojîya wê hîn gefekê çêdike," wî got û not kir ku dozên civakî mîna betalîyê yên dibe ku bihêlin xelk bikevine davka hewldanên tecnîdkirina tundrew de divê werin çareserkirin.

Xisareta DAIŞê ji fermandarên wê yên mezin re girîng e, endamê encumena parêzgeha Nînwayê Hesan Şubêb ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku Bexdadî, yê ku berê komeke alîkar, şêwirmend û fermandar li dor wî bûn aniha tenê çendek ligel in, ên ku hêdî hêdî tine dibin di encama operasyonên berdewam de yên wan armanc dikin û didin dûv wan.

Wî got ku ji bo ku têkçûna rêxistinê were teqezkirin, ji hikûmeta Îraqî tê xwestin ku jîngehekê çêke da ku li dijî îdîolojîya tundrew derkeve ligel "qayimkirina operasyonên hewalgirî û ewlekarî da ku bermayîyên terorîzmê hilweşînin".

Wî got ku xelatên Amerîkî yên vê dawîyê piştgirîya van xebatan dikin ew weke "gaveke girîng e di warê nehiştina vê rêxistinê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500