Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Operasyona Diyalayê ya jinavbirina DAIŞê berfirehtir dibe

Xalid Taî

Xebatkarên Hewalgirîya Îraqî çek di veşartgeheke DAIŞê de roja 16ê Îlonê dîtin di çarçoveya operasyona ewlehî ya li dar de li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Xebatkarên Hewalgirîya Îraqî çek di veşartgeheke DAIŞê de roja 16ê Îlonê dîtin di çarçoveya operasyona ewlehî ya li dar de li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîya Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqî, hêzên hewalgirîyê û şervanên êlên Diyalayê Çarşemê (18ê Îlonê) bo roja sêyem operasyoneke ewlehî ya berfireh bo derxistina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji parêzgehê di tevgerê de bûn.

Heta aniha, hêzên hevbeş ên beşdar di operasyonê de şeş veşartgehên raz ên rêxistinê li gola Neda, Girên Qizlaqaz, Ezîm, dehlên Şerwîn û Dewalîb li Mensûriya û bakurê Muqdadiyayê şewitandin.

Wan çekên sivik û weset û cebilxane, bombeyên bidestçêkirî û îmdadên xwarinê yên di van veşartgehan de embarkirî bûn têk birin.

Û wan herwihapênc endamên DAIŞê yên ku ji dadgehên Îraqî re dihatin xwestin girtin.

Yekîneyên polîsê Îraqî li Diyalayê hazirîya operasyoneke ewlehî ya bo lêgerîn li endamên DAIŞê dikin di vê vîdyoya ku vedigere dîroka 8ê Nîsana 2017an. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Yekîneyên polîsê Îraqî li Diyalayê hazirîya operasyoneke ewlehî ya bo lêgerîn li endamên DAIŞê dikin di vê vîdyoya ku vedigere dîroka 8ê Nîsana 2017an. [Wêne ji Fermandarîya polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Operasyon beşeke ji "planeke ewlehî bo lêdana li paşmahîyên dijmin û bidawîanîna çalakî û tevgerên wan li deverên neniştecihbûyî yên Diyalayê", serokê êlên Diyalayê Şêx Heysem Hawim ji Diyaruna re ragihand.

"Terorîst şikeftan bi kar tînin, nemaze li rojhilatê parêzgehê, ku veşartgehên xwezayî ne, û bi awayekî nehênî di nava daran û dehlên himbiz re û di gelîyên kûr re yên ku otombîlên serbazî nikarin di wan re bimeşin tev digerin," wî got.

"Ew hewl didin ku sûdê ji kendûkozên komplêks bigirin bo avakirina cihan ji xwe re daku xwe dîsan rêxistin bikin," Hawim got.

Hêzên Îraqî hewl didin ku rê li ber vê yekê bigirin bo parastina şênîyên deverê û hêzên ewlehî yên ku li deverê hatine bicihkirin ji êrîşên ku dibe di pêşerojê de biqewimin.

Çalakîyên terorî dibin sedema tolhildanê

"Di çend mehên borî de, Wan [paşmahîyên DAIŞê] revandin, talankirin û êrîş pêk anîn," Hawim got.

Wî got ku êrîşa herî dawî jî berî 10 rojan pêk hat, "çaxê pagereke artêşa Îraqî êrîşeke ji hêla komek çekdaran ve li devera Nedayê bersiv kir".

"Van çalakîyên terorî hêzên ewlehîyê han dan ku xebatên xwe yên jinavbirina paşmahîyên terorîstan dest pê bikin, stargeh û çekên wan wêran bikin, û xetên wan ên îmdadê û tevgerê bibirin," wî got.

Hawim eşekere kir ku operasyona li dar a jinavbirina paşmahîyên DAIŞê "êrîşên asmanî yên nişkayî birin ser dijmin û wan alîkarî kir di alozkirina tevgera wan de û binxistina planên wan ên têkda ewlehîya welatîyan".

Wî da zanîn ku şervanên êlan "pabend in bi dabînkirina piştgirîya rasterast ji hêzên ewlehîyê re di hemû operasyonên wan ên jinavbirina paşmahîyên terorîstan", û bal kişand ku ew agahîyên hewlagirî didin hêzên ewlehî dema ku digihêjin wan.

Hawim bal kişan ser beşdarîya erênî ya hêzên êlan bo misogerkirina ewlehîyê li parêzgehê.

"Girîng e ku hejmara van were zêdekirin ji ber zehmetîyên ewlehî yên parêzgeh wan jîyan dike weke encameke xwezaya wê ya sert û çandinîdarî, û ji ber ku xaka wê li ser çend parêzgeha vedibe," wî got.

"Divê herwiha baldarî bi biçekkirina şervanên êlan bi çekên kafî were kirin, bo ew karibin rûbirûyî terorîstan bibin û ewlehîyê ferz bikin" wî teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500