Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pispor: Gotara Bexdadî hewldaneke bêhîvî bû da ku careke din vegere

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Vê jinê li gel zarokên xwe ji Baxozê derket û xwe radestî Hêzên Sûrîyay Demokratîk kir. Serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî bang li bermayîyên rêxistinê kir ku malbatên mîna vê "azad" bikin. [Wêne ji Navenda Medayayî ya QSD hatiye wergirtin]

Vê jinê li gel zarokên xwe ji Baxozê derket û xwe radestî Hêzên Sûrîyay Demokratîk kir. Serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî bang li bermayîyên rêxistinê kir ku malbatên mîna vê "azad" bikin. [Wêne ji Navenda Medayayî ya QSD hatiye wergirtin]

Gotara dawî ji alîyê serkirdeyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ebû Bekr Bexdadî, ya ku tomarkirineke deng a roja Duşemê hat weşand (16ê Îlonê) tenê hewldaneke din e ya bêhêvî ye da ku rêxistinê vejîne, pisporekî derbarê rêxistinên terorî got.

Di tomarkirina ku ger li ser medyaya civakî çêkir, serkirdeyê DAIŞê yê bazdayî bang li çekdarên azad dike ku da ku vegerin qadê piştî derbeyên wêranker ên ku rêxistin rastî wan hat li Îraq û Sûrîyayê.

Ew herwiha bang li wan dike ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji zindanê derxin.

Li gorî pisporê terorê Wail Ebdul Mutelib, ê tomarkirin şirove kir, gotin û Ayetên Quranê yên ku Bexdadî di gotara xwe de bi kar anîn dîyar dike ku hejmareke mezin ji endaman di nav refên rêxistinê de ji şer reviyan.

Wî ji Diyaruna re got ku hêjayî gotinê ku Bexdadî çekdarên xwe weke hêzeke serbazî ya neşikênbar şiyanse dike, û da angaşt bike ku leşkerên wê bi awayekî jixweber hatine ku şer bikin, û ev yek bi awayekî dîyar nema rast e.

Têkildarî banga Bexdadî bo êrîşên li ser zindanan, Ebdul Mutelib ew weke "bangeke hestyar" da ku hestê "erk" di nav bermayîyên rêxistinê de han bide.

DAIŞ derdê "lawazîyeke mezin" dikişîne

Ji pey gotara Bexdadî ya rewanbêj -- gotara yekem di pênc mehan de -- dîyar dike ku ku rêxistin rastî lawazîyeke tund tê ji ber derbeyên pey hev re ku li dijî wê hatib bicihanîn, Ebdul Mutelib got.

Wî destnîşan kir ku peyama serkirdeyê DAIŞê ya dawî hat herwekî ku hêzên ewlekarî bi ser ketin di şopandina, girtin û kuştina hejmareke mezin ji bermayîyên DAIŞê li Îraq û Sûrîyayê û li gel rapotrên taze yên derbarê tunduristîya Bexdadî ya nexweş.

Herwiha Ebdul Mutelib got ku hat xuyakirin ku Bexdadî hewl dide ku endamine terorîst ên din bigire dest an xetên danûstandinê bi endamên Qaidê û Enîya Nusrayê re veke, ya ku aniha kakila Tehrîr el-Şam pêk tîne.

Ebdul Mutelib got ku wî ev yek kir "derbeyên yekxistî".

Wî daxuyand ku lê heta eger tundrewên din bixwazin ku ji alîyê DAIŞê ve rin tecnîdkirin an alîkarîyê bi rêxistinê re bikin, ev yek dê zehmet be ji ber rêxistinên tundrew bi awayekî zêde hatine parçekirin.

Wî bi bîr xist ku Deverên ku hîn ew lê ne ji hev hatine parçekirin, û şerê navxweyî yê bi awayekî baş hatiye belgekirin di nav komên tundrew yên cuda de hene.

"Heta devera Idlibê nema ji wan re ewle ye, herwekî em dibînin bêtirî rêxistineke terorîst li wir ji alîyê hevpeynîya navdewletî ve hat armanckirin," wî got.

Wî da zanîn kun êrîêşn asmanî yên armancker bi ser ketin di kuştina hejmareke mezin a tundrewan, di nav wan de serkirdeyên bandordar û navdar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500