Nûçeyên Iraqê
Ol

Tona bîranîna Aşûra'ê li Sûrîyayê dibe cihê tirsê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokek pereyan dide hev di rêûrisimine olî de li gundewarê Helebê. [Wêne ji Muaz Kerîm hatiye wergirtin]

Zarokek pereyan dide hev di rêûrisimine olî de li gundewarê Helebê. [Wêne ji Muaz Kerîm hatiye wergirtin]

Hebûna gelek ya çekdarên girêdayê Feyleqî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di şahîyên Aşûrayê de li seranserê Sûrîyayê û kirasê serbazî yê van bûyeran hişt ku nîgeranî li hin deveran peyda bibin.

Oldarê Sûrî Şêx Muaz Ebdul Kerîm, îmamekî berê li mizgefteke Helebê, tirsa xwe derbirîn kir ku Feyleqê Pasdaran sûdê ji boneyeke olî ya rewa bigire bo hebûn û desthilatdarîya xwe li Sûrîyayê zêde bike.

Ev bûyereke reşbîn e ji alîyê Îranê ve ku nêt dike parçebûna taifî di nav Sûrîyan de berfireh bike û alozîyan gur bike, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ebûneke gelek ji endamên milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran ji gelek neteweyan di pîrozbahîyên Aşûrayê de vê salê hatin dîtin, ligel şahîyên herî mezin ên ku li kolanên parêzgehên Şam, Heleb û Dêra Zorê hatin lidarxistin.

Ebdul Kerîm got ku şêwazê pîrozbahîyan hatiye guhertin, û bal kişand ser hebûna gelek ji ciwanên ku cil û bergên yekşêwe li xwe dikirin, û herwiha hacîyên ku ji Lubnan, Îran û Behrênê hatibûn da ku di şahîyan de beşdar bibin li Sûrîyayê.

Wî bal kişand ser xercîya zêde ji amadekarîyên pîrozbahîyê re û xelatên gelek ên ku li zarokan hatin belavkirin, dîyar e ku bi awayekî hatibûn amadekirin daku erêkirina wan wergirin.

Herwiha wî not kir ku vê salê beşdarbûnê giranî dabû wan kesên ku pabend in bi eqîdeya Wîlayet el-Feqîh, ya bang bo disozîyê ji el-Welî el Feqîh dike -- Serkirdeyê Bilind yê Îranê, Elî Xameneî.

Wî got ku xutbeyan mijarên siyasî girtine dest û ew mişt gurkirin bûn.

Ebdul Kerîm got ku bikaranîna ol bo pêkanîna ajandeyên siyasî dê "encamine wê yên wêranker li ser civaka Sûrî" hebin, û hişyarî da ku Feyleqê Pasdaran dê hebûna xwe hêzdar bike li jêr bihaneya parastina şopînerên Wîlayet el-Feqîh.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çavdêrîya kujerê xapînok!

BERSIV BIDE