Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî hewl didin li ser bingeha destkeftîyên Vîna Serkeftinê ava bikin

Xalid Taî

Şervanekî êlî kerta nasnameyê û kaxezên kar di 28ê Tebaxê de seh dike weke beşekî ji qonaxa çarem ya pêngava Vîna Serkeftinê li biyabana Enbarê. [Wêne ji hêzên êlî yên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Şervanekî êlî kerta nasnameyê û kaxezên kar di 28ê Tebaxê de seh dike weke beşekî ji qonaxa çarem ya pêngava Vîna Serkeftinê li biyabana Enbarê. [Wêne ji hêzên êlî yên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî kar dikin bo destkeftîyên ewlehî yên di Vîna Serkeftinê ya vê dawîyê bi dawî bû biparêzin daku biyabana rojavayî ya Enbarê ji hebûn û çalakîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin.

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş nêt dike ku nehêle biyaban bibe penageheke ewle ji bermahîyên DAIŞê re, berpirs û serkirdeyên xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Fermandarî xebatên xwe berdewam dike da ku piştî pêngavê kontrola erdê bike di rêya operasyonên zexm li orta biyabanê û da ku endamên DAIŞê yên hîn azad in dorpêç bike.

"Parastina encamên erênî"

Nerîna wê ya bingehîn ya girêdayî biyabana rojavayî ew e "parastina encamên erênî yên qonaxa çarem ya pêngava Vîna Serkeftinê û herwiha pêngavên berê", endamê encumena parêzgeha Enbarê Mihemed Dulêmî got.

Yekîneyên serbazî diçine biyabana Enbarê da ku li veşartgehên DAIŞê bigerin di 24ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî diçine biyabana Enbarê da ku li veşartgehên DAIŞê bigerin di 24ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev yek dê were bicihanîn bi rêya "parastina kontrolkirina tam a li ser devera biyabanî û drketina li hember berhengarîya berfirehîya wê deverê, ya ku sêyekekê ji erda welat dihundirîne", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku ev yek zehmetîyekê çêdike, ji ber ku erdnîgarîya wê tund e û gelek newal, şikeft û deverên bilind hene, cihên ku çekdar dikarin deverên bo veşartinê bibînin.

Wî got ku herwiha nêzîkbûna deverê ji sînorê Sûrîyayê berhengarîyeke.

Dulêmî got ku berî ku DAIŞ bigire ser Enbarê di havîna 2014an de, "vê biyabanê terorîst dihewandin û hemû êrîşên wan ên bajar armanc dikrin dê ji baregehên wan li wan deveran hatiba bicihanîn".

"Herwiha ew dê bazirgan, girêdar û xwedîyên kargehan birevînin û wan li biyabanan bigirin û fidyeyê ji wan bixwazin," wî got.

Wî dîyar kir ku piştî rizgarkirina Enbarê, hêzên ewlekarîyê gelekî çalak bûn di derkirina bermayîyên DAIŞê ji deverên biyabanî.

Wî anî ziman ku qonaxa çarem ji pêngava Vîna Serkeftinê, ya ku di 24ê Tebaxê de dest pê kir û di 27ê Tebaxê de bi dawî bû, beşek ji van xebatan bû.

Wî anî ser ziman ku di pêngavê de, 16 gund û çeperênên biyabanî li deverê ku rûbara wan bêtirî 4,000 kîlomitrên çargoşe bûn hatin teftîşkirin û şeş tunel, 25 veşartgeh, 19 kemerên teqîner û 33 teqemenîyên bidestçêkirî hatin wêrankirin.

Wî got ku herwiha hêzên ewlekarîyê heşt endamên DAIŞê girtin.

Berdewamkirina fişarê

"Weke beşekî ji pêngavê, erdê ku qedexe bû li ser yekîneyên ewlekarî ji sala 2003yan ve hat lêkolînerkirin û ewlekirin," Şêx Ebullah Cuxêfî, serkirdeyekî êlî ji bajarokê Hedîsayê yê rojavayî, got.

Xebatên aniha giranîyê didin berdewamkirina operesyonên şopandinê ligel çavdêrîya cewî û maliştina bajarokên sînorî da nehêlin ku piştgirîya locistî û dabînkirin bigihine bermayîyên DAIŞê li biyabanê, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Fişara ewlehî dê terorîstan bê par bihêle ji çi derfeta ku sax bimînin ji ber şert û mercên hewayê yên tund li biyabanê li gel kêmbûna av û xwarinê," wî anî ziman.

Hêzên Îraqî dê parastinê ji şivan û koçeran re dabîn bikin da ku nehêlin êrîş di pêşerojê de çêbibin û hewldanên standina bi kotekî û dizîya dabînkirinan, pez û ava vexwarinê ya hewcedarîya wan pê heye ku sax bimînin di wê jîngeha tund de çêbibin.

Cuxêfî daxuyand ku weke beşekî ji xebatan da ku biyabanê misoger bikin, hêzên ewlekarî dest pê kirin koçer dişopandin û navên wan qeyd dikirin da ku wan ber bi deverên destnîşankirî ve biguhêzin, deverên ku yekser ji alîyê hêzan ve hatin ewlekirin.

Armanc ji vê yekê ew ku "jîyana şivan û niştecîyên devera biyabanî misoger bikin, yên ku armanceke hêsan bûn ji endamên DAIŞê re", endamê encumena parêzgeha Enbarê Kerîm Kerbûlî ji Diyaruna re got.

Wî got ku gelek ji van xelkan alîkarî bi hêzên ewlekarî re dikir di rêya egedarkirina wan derbarê çalakîyên bermayîyên DAIŞê.

"Armanc ew e ku tevgera nepenî ya terorîstan asteng bikin," wî got û not kir ku hin endamên DAIŞê xwe dikine dilqê şivanan de da ku neyên kifşkirin.

"Qonaxa çarem ya pêngava Vîna Serkeftinê û pêngavên ewlekarî yên berê astengî ji planên terorîst ên bo ku hêza xwe vegerînin çêkirin û nehiştin ku penageheke ewle ji xwe re li biyabanê şêkin," Kerbûlî got.

"Her tiştê di destên bermahîyên DAIŞê de bû li biyabana rojavayê Enbarê ji dest wan çû."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500