http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/09/11/feature-01?di_exp_001=true

×
×
Terorîzm |

Îraqî kêm bi îdîolojîya DAIŞê re nermîtîyê nîşan didin

Hesan Obêdî li Bexdayê

Îraqî li sûpirmarkitê li Felûcayê dikirin di 29ê Kanûna Duwem a sala 2016an de, dora şeş mehan piştî derkirina DAIŞê ji bajar. Berpirsên Îraqî ji Diyaruna re dibêjin niştecî heydar in ku misoger bikin ku îdîolojîya jehrîn ya rêxistinê nemîne. [Sebah Erar/AFP]

Piştî serdema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), berpirsên ewlekarî li gelek parêzgehan dîyar kirin ku ew dê bi kesên hewl didin ku civakê di rêya sepandina îdîolojîya xwe ya tundrew li ser kesên din rawestînin nedin û nestînin.

Ev yek dîyar dibe di rêya bûyereke ku vê dawîyê li Remadîyê qewimî, bûyera ku zabitên polîsê Îraqî mêrek girt dema ku xwedîyê dikaneke kincên jinan gazina xwe li ber wan kir.

Xwedîyê dikanê ragihand ku mêrik acizîyan jê re çêdike, dibêje wî got ku bikaranîna menîkanan bo nîşandana kincan di cemekanê de heram bû (li gor Îslamê qedexe ye), û dixwest ku were rakirin.

Niştecîyên Remadîyê nema tehmûl dikin ku bi reftarên mîna van re bidin û bistînin, neqîb Esed Fehdawî yê polîs ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ewîdîolojîya ku DAIŞê hewl da ku di mejîyê niştecîyên bajar de biçine di salên ku wê kontrola bajar dikir dibînin ku xeterîya wê ne kêmtir bû ji mayînên ku wê li kolanên wan çandin piştî ew di sala 2016an de têk çû.

"Raman û texmînên mîna van ên ku DAIŞê û berî wê Qaidê çêkirin, nema ji alîyê niştecîyan ve tên pêşwazkirin," Fehdawî got.

Wek ku dîyar bû, destên tawanbarê bûyera manîkana Remadîyê di çalakîyên têkildarî DAIŞê hebûn li bajarê Hîtê li rojavayê Enbarê, û ew ji alîyê dadgeha tawanbar ve li wê deverê dihat xwestin.

Fehdawî anî ziman ku piştî têkçûna rêxistinê, wê berdewam kir ku îdîolojîya xwe han bide û ew kesên li dijî wê weke kafiran (îmana wan bi Xwedê nayê) bersûc bike.

Îraqî tundîyê red dikin

"Cîvaka Enbarê mîna laşê mirov e ku li dijî nexweşîyan hatiye vaksînatkirin û hatiye parastin," Şêx Ebdulah Celal, birêveberê Ofîsa Weqfa Sunî li Enbarê got.

"Serpêhatîya xelkên Enbarê xeternak bû," wî ji Diyaruna re eşkere kir. "Wan rastîya DAIŞê nas kir û nerastîya sloganên wê dît, û kirar û wêrankirina ku kir dîtin."

Wîî got ku ji ber vê yekê, ew piştrast in ku DAIŞ "û ne bi ti awayî nûnerîya Îslamê nake, û ne ya adat û nerêtên xelkên Enbarê yên rêzdar jî dike".

"Niştecîyê hemû bajarên parêzgeha Enbarê aniha hemû bangên bo parçekirin, tundî û neqebûlkirina kesên din li ser bingeha bawerî, ol an kar red dikin û ew dê derfetê nedin ti kesî ku xwe bike dadger û celad," wî got.

Bi heman şêweyî, li bajarê Tikrîtê yê parêzgeha Selahedînê, cîgirê serokê polîs eqîd Ebas Ecêlî ji Diyaruna re ragihand ku nema hewcedarîya hêzên ewlekarî bi belavok û posteran heye ku werin çapkirin da bînin bîra xelkê ku pêwendîyê bi hejmara 104 bikin da çalakîya tundrew û gumanbar ragihînin.

Wî got ku niştecî berdewam bi awayekî xwebexş û jixweber agahîyên mîna van radigihînin.

Di 13ê Tîrmehê de, weke mîna, mêrek li rojavayê bajar hat girtin piştî hejmareke xelk ragihand ku wî hisabekî Facebookê bi kar anî (hisab bi kodnavekî vekir) da ku destwerdanê di karê hêzên ewlekarî de bike.

Wî di postê de, niştecîyên xwecihî han dan ku alîkarîyê bi destpêşxerîya ciwanan re nekin da ku şerûbê li endamên pagera polîs li derdora bajar belav nekin.

Ecêlî got ku kesekî din di destpêka Tebaxê de hat girtin, û ew bersûc bû ku wî êrîşî karmendên dibistana seretayî ya tevlihev kir û daxwaz kir ku xwendekar ji hev werin veqetandin.

Girtin çêbû dema ku niştecîyan raportek ragihand, wî got û not kir ku bajar bûyerên mîna vê bêtir ji salên berê cidî dibin.

"Ew aniha weke xeterîyê raçav dikin, xeterîya ku gefê dike ku qonaxeke din ji wêran û mirinê bi ser wan de bîne," wî got, ji ber vê yekê ew li gor raportan bersivê didin.

Xelk dixwazin di aştîyê de bijîn

Niştecîyên parêzgeha Nînwayê bi awayekî sade dixwazin weke xelkên din bijîn, serokê polîsê Nînewayê liwa Hemed Namis Cibûrî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Ew ne di giraveke îzolekirî de ne û dibînin çawa xelkên cîhanê bi azadî û aştî dijîn," wî got.

"Xelkê li vir çewtîya sloganên DAIŞê dît û nema dixwazin li bihaneyên wê guhdarî bikin, di nav wan de ew bihaneyên girêdayî fermanên olî yên hatin rastnîşankirin ku ti têkilîya wan bi Îslamê re nîne û çawa wan ew guhertin da ku bi tewjimên wan ên nexweş re biguncin," wî got.

Wî not kir ku ji çaxê têkbirina rêxistinê, xelk li hember nameyên bibîrxistinê yên nayên pejirandin ji mîrata wê vebizav dibin.

"Hin hene dijberîya her tiştê ku DAIŞ pê bang dikir dikin, girêdayî qanûnên kinc, xwarin û vexwarin û şahîyan û hin hene çavdêrîya kesên îdîolojîyê han dide, piştgirîya wê dike yan jî dişopîne dikin, da ku gilihê wan bikin," wî got.

Niştecîyê Felûcayê Xedir Ebas Cumêlî ji Diyaruna re eşkere kir ku xelk li bajarê wî amijkarên ku berevanîya jîyanê dikin tercîh dikin yên ku tiştan sade dihêlin lê ne ew amojkarên ku çîrokan dixepêrin, çîrokên ku parçebûnê di civakê de çêdikin.

Hin mizgeft vala man ji ber xutbeyên tundrew ên ku amojekar pêşkêş dikin û vê yekê hişt ku ofîsa Weqfa Sunî wan amijkaran biguherin.

Ev nîşaneke ku civak nema dixwaze sicilekî şikestî bibihîse, sicilê ku mirina bi hezarên kesan encam da.

Tu vê mijarê diecibînî?
0

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha