Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Hevpeymanîyê veşartgehên DAIŞê li Selahedînê wêran dikin

Xalid Taî

Balefireke şer a Hevpeymanîya Navdewletî cihên DAIŞê li Îraqê di Gulana 2019an de borduman dike. [Wêne ji Tîma Digital Outreach a Amerîkî hatiye wergirtin]

Balefireke şer a Hevpeymanîya Navdewletî cihên DAIŞê li Îraqê di Gulana 2019an de borduman dike. [Wêne ji Tîma Digital Outreach a Amerîkî hatiye wergirtin]

Êrîşeke asmanî ya Hevpeymanîyê Yekşemê (8ê Îlonê) şeş endamên şaneke terorîst a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Selahedînê kuştin, li gorî medyaya navxweyî.

Êrîşa asmanî, ya li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên Şana Bazan a Hewalgirî hatiye pêkanîn, "bi awayekî serkeftî şikeftek li çiyayê Mexûlê li nêzî kargeha çemento li Selahedînê wêran kir", şirovekarê warê ewlehî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re Sêşemê ragihand.

Wê şaneke şeş endamî ya bi serkêşîya Xetab Xelef Muhemed Salih Cawerî armanc kir, lîderekî DAIŞê yê berpirs ji hevahengîkirina operasyonan di navbera sê ji "wîlayetên" (parêzgehê) rêxistinê: Dicle, Cezîra û Kerkûkê.

Ebû Rexîf got ku êrîşa asmanî bû encama mirina serkirdeyekî din, ku bi navê Museb dihat naskirin, û ew berpirs bû ji çandina bombeyan li devera çiyayê Mexûlê, û herwiha birêveberek û sê çekdarên rêxistinê jî hatine kuştin.

Fermandarên ewlehî yên Îraqî di operasyonekê de bo lêgerîn li veşartgehên DAIŞê cih digirin, li çiyayên Mexûl, li parêzgeha Selahedînê li bakurê Îraqê, di Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Fermandarên ewlehî yên Îraqî di operasyonekê de bo lêgerîn li veşartgehên DAIŞê cih digirin, li çiyayên Mexûl, li parêzgeha Selahedînê li bakurê Îraqê, di Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

"Ev şana terorî ya xeternak berpirs bû ji êrîşên çekdar ên li dijî sivîlan û çalak bû di çandina teqemenîyan û bombeyên bidestçêkirî de," wî got.

Ew herwiha li piştrevandin û kuştina sê biyaran bû -- Saed, Muhemed û Omer Casim Hemadî -- yên ku gundên Meşek ê Bêcîyê, li bakurê parêzgeha Selahedînê hatin revandin, dema ku wan kumik li ser çiyayê Mexûlê kom dikirin.

Wî got ku êrîşa 7ê Sibatê "bû sedema hêrseke berfireh".

Girtinên berfireh li Selahedînê

Hevdem, Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî derengîya Duşemê (9ê Îlonê) daketineke ji firokeyê li Muteybicayê û biyabana Selahedînê pêk anî ku tê de 15 çekdar hatin kuştin.

Bi hevahengî ligel Hevpeymanîya Navdewletî, hêzên Ajansê 15 terorîst kuştin, di nav de xwekujek, û neh kesine din girtin. li gorî daxuyanîyeke ajansê.

Êrîşên asmanî yên Hevpeymanîyê herwiha çendîn stargeh, şikeft, tunêl û kampeke rahînana serbazî ya DAIŞê wêran kirin.

Paş êrîşên asmanî zincîrek ji girtinên ku gumanbarên DAIŞê li parêzgeha Selahedînê armanc dikirin hatin pêkanîn.

"Di rojên dawî de, ajansên ewlehî û hewalgirî 75 endamên DAIŞê di operasyonên barêzî de girtin," Ebû Rexîf da zanîn.

Wî dîyar kir ku piranîya girtîyan ji Selahedînê bûn û ew hatin girtin piştî ku êrîş li ser veşartgehên wan li çend deveran li parêzgehê hatin pêkanîn, di nav de rojhilatê Şirqatê, Eyin el-Feres û Dorava Selahedînê, û da zanîn ku hinek ji wan ji rojhilatê Mûsilê bûn.

Wî teqez kir ku girtî ser bi Wîlayeta Dicle û Wîlayeta Selahedînê yên DAIŞê bûn û beşek bûn ji şanên nepenî yên çalak di veguhestin û amadekirina xwekujan de, û herwiha endamên ofîsên îdarî, darayî û şerîetê yên DAIŞê di nav wan e hebûn.

Ebû Rexîf got ku yek ji şanan plan dikirku êrîşan li avahîyên hikûmetê li Selahedînê pêk bîne, ligel armanckirina kombûnên giştî, mîna yarîgehên futbolê, bo gelek qurbanî bikevin.

"Girtin piştî çavdêrîkirineke bi baldarî û xebateke hewalgirî ya baş hatin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Baş e.

BERSIV BIDE