Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Gemîya nefthilgir a Îranî digihe Tertûsa Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Wêneyeke asmanî dîyar dike ku tankera neftê ya Îranî Adrian Derya 1 li nêzî bendera Tertûsa Sûrîyayê sekinîye. [Digital Globe wêne ji hesabê twitterê yê Şêwirmendê Ewlehîya Netewîya ya Amerîkayê John Bolton wergirtiye]

Wêneyeke asmanî dîyar dike ku tankera neftê ya Îranî Adrian Derya 1 li nêzî bendera Tertûsa Sûrîyayê sekinîye. [Digital Globe wêne ji hesabê twitterê yê Şêwirmendê Ewlehîya Netewîya ya Amerîkayê John Bolton wergirtiye]

Pêdagirîya Îranê ya vekirî li ser şandina neftê bo Sûrîyayê tehedîyeke mezin û cedî ye ji civaka navdewletî re, tevî sepandina sizayan li ser her du dewletan, xebîrekî di karûbarên Îranî de ji Al-Mashareq re şirove kir.

Wêneyên asmanî Yekşemê (8ê Îlonê) dîyar kirin ku tankera Îranî Adrian Derya 1 (ya berê navê wê Grace 1 bû) gihiştiye bendera Tertûsa Sûrîyayê.

Tanker li rojhilatê Deryara Sipî asê mabû ji dema ku Desthilatên Birîtanî li Çiyayê Tariqê ew di 18ê Tebaxê de serbest berdan, piştî ew şeş heftîyan hat girtin bi gunehê ku ew neftê bo Sûrîyayê vediguhêze.

Hêzên ewlekarî yên Çiyayê Tariqê bi alîkarîya Deryavanîya Şahî ya Brîtanî pêşîya tankerê roja 4ê Tîrmehê li kenarê Çiyayê Tariqê girtin ji ber gunehê veguhestina 2.1 milyon bermîl neft bo Sûrîyayê û binpêkirina sizayên Yekîtîya Ewropî.

Tankera neftê ya Îranî Adrian Derya 1 roja 8ê Îlonê gihiştiye kenarê bendera Tertûsa Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kompanîya Giştî ya Bendera Tertûsê hatiye wergirtin]

Tankera neftê ya Îranî Adrian Derya 1 roja 8ê Îlonê gihiştiye kenarê bendera Tertûsa Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Kompanîya Giştî ya Bendera Tertûsê hatiye wergirtin]

Dadgeheke Çiyayê Tariqê biryara serbestkirina wê roja 15ê Tebaxê da, tevî hewlên yasayî yên11-demjimêrî yên Amerîkayê bo dewamkirina girtina wê, piştî ku wê garantîyên nivîskî ji Îranê wergirtin ku ew dê berê xwe nede welatên li jêr sizayên Yekîtîya Ewropî.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê komgemî xist lîsteya reş de li gorî diberîya terorê, û got ku "pereyên wê hatin girtin" û "herkesê ku destekê bide Adrian Derya 1 dê were sizakirin".

Roja 18ê Tebaxê wê berê xwe da rojhilatê Deryaya Sipî, û wê alaya Îranî bilind dikir û li jêr navekî nû tev digerîya -- ew jî Adrian Derya.

Çewaşekarîya Îranî

Îranê bi fermî dîyar nekiriye berê gemîya nefthilgir li kûderê bû, û gelek caran red kir ku berê wê li Sûrîyayê bû tevî berê wê li rojhilatê bû.

Înê wêneyeke asmanî di medyaya civakî de belav bû, ku şêwirmendê ewlehîya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton angaşt kir ku Adrian Darya 1 gihiştiye Tertûsê.

Yekşemê medyaya Îranî angaşt kir ku peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ebas Mûsewî gotiye ku neftkêş gihiştiye beraveke Deryaya Sipî tev barê xwe, bêyî dîyarkirina tu cihekî.

Tehran red kir ku wê tu soz li dor arasteyê barê gemîyê daye.

Yekşemê Mûsewî got ku Adrian Derya 1 "gihiştiye meqseda xwe û neft hatiye firoştin", bêyî dayîn tu hûrgilîyan.

Mûsewî dîyar nekir gelo gemîyê barê vala kiriye yan na.

"Ew li Deryaya Sipî ye," wî got, li bermberî kenarê welatekî ku wî ew dîyar nekir.

Îranê meha borî got ku wê "nefta di gemîyê de firoştiye" û dê xwedanê wê biryar bide wê bibe kûderê, lê wê nasnameya kiryar eşkere nekir.

Xizmeta şopandina deryayî TankerTrackers got ku heta şeva Yekşemê Adrian Derya 1 li beramberê kenarê Tertûsa Sûrîyayê rawestîya bû lê nefta xwe vala nekiribû.

Gaveke Tehedîyê

"Gihiştina gemîya nefthilgir a Îranî bo kenarê Sûrîyayê pêşbînîkirî bû, tevî sozên Îranî ku ew dê neçe wir," lêkolînerê di warê karûbarên Îranî de Fethî Seyid ji Al-Mashareq re bi vî awayî şirove kir.

Wî balkişand ser raportên berê yên digotin ku meqsed û arasteya Adrian Derya 1 çend caran hatiye guhertin ji dema ku ew ji Çiyayê Tariqê derketiye, û rejîma Îranî bi guhertina rastîyan bo pêkanîna armancên xwe gunehbar kir.

"Pêdagîrîya Îranê li ser şandina neftê bo Sûrîyayê tehedîyeke mezin û dîyar e ji vîna civaka navdewletî re, ya ku siza li ser rejîma Sûrî sepandine ji ber tawanên wê yên di derheqê gelê Sûrî de," wî got.

Seyid got ku sizayên li ser Îranê hatine sepandin sînor ji hinardekirina nefta Îranî re danîne, û şandina neftê bo Sûrîyayê binpêkirineke din e ji alîyê Îranê ve û ev dê wê bixe xeterîya sizine bêhtir de.

Seyid got ku rejîma Îranî hewl dide ku planên xwe yên berfirehxwazîyê bidomîne, piştgirîya rejîma Sûrî bike û arîşeyan gur bike û şer dirêj bike, di demekê de ku gelê Îranê di rewşeke pir kambax de dijî.

Wî got ku dewlemendî û samanên xelkê bo derve tên şandin bo piştgirîkirina ajandeya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) di demekê de ku aborîya Îranî tê rûxan, û buha pir bilind dibin û bêkarî û hejarî belav dibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500