Nûçeyên Iraqê
Medya

DAIŞ piştî têkçûnên serbazî bêdeng dibe

Xalid Taî

Berhemên medyaya DAIŞê lawaz bûne ji çaxê têkçûna rêxistinê ya serbazî li Îraq û Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Berhemên medyaya DAIŞê lawaz bûne ji çaxê têkçûna rêxistinê ya serbazî li Îraq û Sûrîyayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Lawazbûneke balkêş di hecim û kwalîteya propegenya ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çêdike û belav dike heye piştî têkçûna wê ya serbazî li Îraq û Sûrîyayê, pispor dibêjin.

Rêxistin aniha rastî kêmbûneke mezin tê di temwîl, swênkarên berhemdanê û karmendan de, wan got û destnîşan dikin ku gelek ji karkerên di warê medyayê hatin girtin an kuştin.

Di 21ê Tebaxê de, wênekêşekî ku li gel DAIŞê kar dikir li Mûsilê hat girtin, peyvdarê wezareta akarê hundir liwa Maen Saed di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Ew berpirs bû bo kişandina wêneyan dema ku DAIŞê girte ser Mûsilê, hunerkarîyên ku pesnê tawankarîya rêxistinê didin li ser Înternetê belav dikirin û di rêya navendên xwe yên medyayî yên meydanî belav dikirin, Maen got.

Çekdarê êlî yên Îraqî dîşeke peykî, telefonên berîkêû rawterên Înternetê di hundirê veşartgeheke DAIŞê de li rojavayê biyabana Enbarê kifş kirin. [Wêne ji hêzên êlî yên Ferata Jorîn hatiye wergirtin, yên ku di 30ê Tîrmehê de hatin belavkirin]

Çekdarê êlî yên Îraqî dîşeke peykî, telefonên berîkêû rawterên Înternetê di hundirê veşartgeheke DAIŞê de li rojavayê biyabana Enbarê kifş kirin. [Wêne ji hêzên êlî yên Ferata Jorîn hatiye wergirtin, yên ku di 30ê Tîrmehê de hatin belavkirin]

"Makîneya propegendayê ya DAIŞê hat pûçkirin," rojnamevanê Îraqî û serokê Komeleya Berevanîya Mafên Rojnamevana Ibrahîm Sirajî got.

Hêzên ewlekarîyê DAIŞ di zincîreke êrîşan de armanc kir "êrîşên ku rêxistin bi giştî lawaz kir û bi taybet binesazîya wê ya medyayê", wî ji Diyaruna re ragihand.

DAIŞ kesên ku jêhatîyên teknîkî û yên di warê medyayê de pispor ji dest wê çûn, kesên ku belavok û tomarkirinên wê yên vîdyo û yên fotografî çêkirin, herwiha daxuyanî û naverokên wê yên tên belavkirin bi awayekî sîstematîk amade kirin.

"Nema artêşeke DAIŞê ji wênekêş, nûçevan û teknêkeran heye, herwekî ku piranîya wan hatin kuştin û zindankirin," wî got.

"Ti tişt han nade"

Wêneyên DAIŞê yên nû ku li ser Înternetê tên belavkirin dîyar e ku ji alîyê kesên ne profeşnal ve hatine çêkirin yên ku kamereyên kwalîte nîzm bi kar tînin, Sirajî got.

Wêneyên kevin di nav van wêneyan de hatin hewandin weke hewldanekê ku hêza xwe bidin xuyakirin, wî got, li gel dîmenên ku hatine çêkirin da ku xelkên temaşevan bixapînin.

Rêxistinê wêneyên şêlî û dîmenên vîdyo diweşîne yên ku ew di wan de angaşt dike ku ew rastî guleyan hat di operesyona xwe ya dawî de li Îraqê, lê ev yek ne rast e, wî got.

Herwiha ew nûkirina nûçeyan derbarê êrîşên ku çênebûne belav dike, yan jî hejmara qurbanîyan di êrîşên rast de zêde dike, wî got.

Piştî têkçûna DAIŞê ya serbazî, berhemdanên wê yên medyayê "heta rêjeyeke mezin di hecim û kwalîteyê de kêm bû eger em bidin ber dema ew yekem car derkete holê di sala 2014an de", Haşim Hesan, emîdê Fakulteya Lêkolînên Medyayî li Zanîngeha Bexdayê, got.

"DAIŞ aniha ti tişt nîne wê han bide," wî ji Diyaruna re got.

"Kampanyayên ewlekarî astengî ji çalakîya endamên rêxistinê re çêkir û zor li makîneya wê ya medyayê kir ku careke din wêne û dîmenên kevin belav bike û da naverokê çewt bike da ku tirsê belav bike û bandorê li raya giştî bike," wî anî ziman.

Şerê tinekirinê yê ku serkirdeyê DAIŞê Ebû Bekr Bexdadî soz pê dabû di xuyakirina wî ya dawî de di dawîya Nîsanê de"ti destkeftî ne li meydanê û li ser medyayê encam nedan ", Hasan got.

Wî rêxistin bi "şanên penceşêrî şibihandin, şanên ku diçin û careke din vedigerin", wî teqez kir ku divê em hişyar bimînin û şerê îdîolojîya wê ya tund rew bikin.

Lawazbûna şîyanên medyayê

DAIŞ "nema dikare bala niştecîyên xwecihî bikişîne û di rêya îdîolojîya xwe re bandorê li wan bike, herwehî ku xelk jîyana li jêr kontrola terorîstan dît", pisporê stratejî Ehmed Şerîfî ji Diyarunare eşkere kir.

Sivîl rastî hemû "sincên stemkarî û zordarîyê" hatin, wî got û not kir ku em dikarin jîyan li jêr kontrola rêxistinê "tenê weke kabûsê" raçav bikin.

DAIŞ nikare peyamên xwe bi heman hêzê weke berê han bide, ji ber ew nikare careke xwe bide hev û şîyanên xwe yên serbazî û medyayî vegerîne, Şerîfî got.

Ajansên hewalgirî û ewlekarî biryar dane ku şîyanên rêxistinê yên mayî wêran bikin, wî anî ziman, di rêya bicihanîna operesyonên li pey hev da ku êrîşî endamên wê bikin û "çalakîya wê ya handanê ya mayî armanc bike, bi taybet li ser Înternetê".

"Divê fişara ewlekarîya awarte" li ser rêxistinê berdewam be, wî got, li gel çareserkirina pirsgirêkên civakî yên wê hewl da ku di rêya wan îdîolojîya xwe ya şaş han bide û xelkê tecnîd bike.

Wî anî ziman ku ji hikûmetê tê xwestin ku berdewwam giranîyê bide çareserkirina dozên ku pirsgirêkên civakî mezin dikin, di nav wan de bêwarî û xizmetguzarîyê giştî yên lawaz û pêşketina aborî ya hêdî, da ku rê li ber van valahîyan bigirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500