Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Li Bêcîya Îraqê, mînan bexçe kirine meydanên kuştinê

AFP

Xebatkarên rakirina mînan ên Îraqî yên ku li Halo Trust, ku rêxistineke qezenc nexwaz e ku pispor e di rakirina mînan de, hazirîya pişkinînkirina zevîyên çandinîyê û pîşesazîyê dikinroja 25ê Tebaxê li nêzî Bêcîyê, ku navçeyeke bi neftê dewlemend e ku kavil bûye ji ber şerê li dijî DAIŞê di sala 2014an de. [Sebah Arar/AFP]

Xebatkarên rakirina mînan ên Îraqî yên ku li Halo Trust, ku rêxistineke qezenc nexwaz e ku pispor e di rakirina mînan de, hazirîya pişkinînkirina zevîyên çandinîyê û pîşesazîyê dikinroja 25ê Tebaxê li nêzî Bêcîyê, ku navçeyeke bi neftê dewlemend e ku kavil bûye ji ber şerê li dijî DAIŞê di sala 2014an de. [Sebah Arar/AFP]

Zilamekî mamê wî jîyana xwe ji dest daye. Yekî din du kurê wî jîyana ji dest dane. Bexçevan û cotyarên Bêcîya Îraqê dibêjin ku mînên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hiştine dehl û bexçeyên wan bo meydanên kuştinê veguhertine.

Bombeyên bidestçêkirî, yên ku endamên DAIŞê çandine di hewlekê de bo rawestandina pêşveçûna hêzên Îraqî di sala 2015an de, êdî malbat ji vegera bo bexçe û zevîyên wan ên li derdora Bêcîyê, li bakurê Îraqî sist kirine.

"Reşên DAIŞê hîn li vir in. Tawanên wan hîn, li jêr zemînê, amade ne," berpirsê herêmî Ebû Beşîr ragihand.

Rûyê wî yê zirav bû piçek dema ku wî qala ezîzên wî ji dest dane li ser destê "cinan" -- herdu kurên wî hatine kuştin -- kir.

Endamên rêxistina Îraqî ya qezenc nexwaz IHSCO, rûniştineke aşnayîkirinê bi xwendekaran re li Bêcîya Îraqê girê dide li dor mînên zevîyan û metodên xweparastina ji bombeyên çandî, roja 25ê Tebaxê. DAIŞê bi sedên bombeyên bidestçêkirî çandine weke mîkanîzmeke berevanî li zevîyên li derdora Bêcîyê, yên ku Halo Trust hîn kar dike bo wan rake. [Sebah Arar/AFP]

Endamên rêxistina Îraqî ya qezenc nexwaz IHSCO, rûniştineke aşnayîkirinê bi xwendekaran re li Bêcîya Îraqê girê dide li dor mînên zevîyan û metodên xweparastina ji bombeyên çandî, roja 25ê Tebaxê. DAIŞê bi sedên bombeyên bidestçêkirî çandine weke mîkanîzmeke berevanî li zevîyên li derdora Bêcîyê, yên ku Halo Trust hîn kar dike bo wan rake. [Sebah Arar/AFP]

"Em di Adara 2018an de vegerîyan û me dît dever mişt mîn û bombe ne. Tu dever nebû ku em lê ewleh bin," wî got.

"Dema ku zarok ji xwe re dilîstin, bombeyek bi kurê min ê şeş salî de, yê ku li pêşîya xanî bû, teqîya. Ew yekser hat kuştin."

Piştî salekê, di Adara vê salê de, cebilxaneya neteqîyayî kurê wî yê 18-salî kuşt.

Wî got ku serpêhatîyê hişt ku ew pir bitirs be ji nûavakirina mala xwe, mala ku ji ber şerên dijwar ên di navbera DAIŞê û hêzên ewlekarîyê de kavil bûye.

"Kesê ku mar pê ve dabe dê ji werîsekî jî bitirse, weke pêşîyan gotiye. Piştî ku her du kurên min hatine kuştin, êdî ez ji her tiştî ditirsim."

''Ev xak pir nirxdar e''

Lehîb, 21 salî ye, ew bûye qurbanîya mîratê DAIŞê yê kujêner.

"Me xanîyên xwe vegerandin lê paşmahîyên şer hîn jî li wir in. DAIŞê malên me mişt bombe û mîn kirine," wî got.

"Yek ji van malan bi mamê min de teqîye. Min ev yek bi çavên xwe dît."

Xisarê hişt ku ew tevlî Halo Trust bibe, ku komeke qezenc nexwaz e ku ji Hezîranê de Bêcîyê ji cebilxaneyên neteqîyayî paqij dike di çarçoveya Xizmeta Rakirina Mînan a NY (UNMAS).

Di germa ku digihişt 50 pileyên Celsius de, xebîrên mînan ên Halo Trust li mînên ku DAIŞê çandine digerîyan, li zevîyekê li nîzî Bêcî: Galonên plastîk ên mişt teqemenî û plêtên guvaşê ligel wan in.

Tê payîn ku bombe bi rêzên dirêj ên paralîl ji rêyeke serekî re hatibin çandin bo li dijî hêzên Îraqî yên pêşveçûnê bên bikaranîn.

Xebîrên mînan bagir bi kar anîn bo derxistina bombeyan, û pişt re wan ji alîyê mîkanîkî ve pûç dikin bo hêzên Îraqî karibin wan biavêjin erdeke dûr.

"Eger em weke hevalan biaxêvin, dîyar e ku tu kes tune ye ku bi çavên xwe nedadwerî û teqîn nedîtibin. lewra em vî karî dikin," Lehîb got.

Li Bêcîyê bi tenê, 340 teqemenî hatine rakirin ji çaxê ku operasyonên UNMAS dest pê kirine, wate rojane bêhtir ji 25 bombeyan tên dîtin.

UNMAS dibêje ku rûber û komplêksîya gemarbûna bi bombeyan li deverên ku DAIŞê ew kontrol kiribûn "bê hampa ye", ligel dîwarên neqişandî bû têkelî derdorê bibe û heta diravên Îraqî jî bûne bombe.

Tirsa ji gefên nenaskirî hiştiye ku dora 100 malbat ji deverê bi dûr bimînin, Ebû Muhemed ku berpirsekî herêmî ye, wiha got.

"Xelk dixwaze vegere, li malên xwe bijî û jîyana xwe ya asayî bibe serî, lê dema ew dibînin ku ev kur kete ber teqînê de û ew kurê din hat kuştin, ew xwe dûr dikin," wî got.

"Ev xak ji me re pir binirx e û em hêvî dikin tiştên wiha --mirina hezkirîyên me, zarokên me, û jidestçûna malên me -- lê neqewimin."

Erdeke kevirdar, sert û kavil

Bêhtir ji 2,500 kesan ji Bêcîyê bêwar bûne, li gorî Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê.

Dîyar e ku pêlên vegerê xurt dibin, bi vegera dora 15,000 kesan bo warên wan jii Kanûna Yekem de.

Lê belê bo piranîyan wan, ew vedigerin nav wêranîyê.

Bajarokê Bêcîyê labîrantek ji avahîyên bi piranî terikandî ye, yên ku hîn mişt şûna guleyan û kortan in.

Darekî hesinî yê xwar ji nava kavilan serê xwe hil dide mîna ku lingên şikestî yên pêrîpêrî bin.

UNMAS hêvî dike ku paqijkirina teqemenîyên zemînî yên DAIŞê dê rêyê bo çaksazîkirina Bêcîyê xweş bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500