Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Amerîka serkirdeyên tundrewan li bakurê-rojavayê Sûrîyayê borduman dike

AFP

Balefireke şer a Amerîkî ya ji celebê B-52H Stratofortress ya girêdayî Refa Bombeyên Koleçandarîyê ya 20ê karê lîsbûyîna li ser zemînê dike di dîroka 8ê Gulanê de. [Wêne ji Hêza Asmanî ya Amerîkayê hatiye wergirtin]

Balefireke şer a Amerîkî ya ji celebê B-52H Stratofortress ya girêdayî Refa Bombeyên Koleçandarîyê ya 20ê karê lîsbûyîna li ser zemînê dike di dîroka 8ê Gulanê de. [Wêne ji Hêza Asmanî ya Amerîkayê hatiye wergirtin]

Pentagon got ku hêzên Amerîkayê Şemîyê (31ê Tebaxê) êrîş kirin ser serkirdeyên tundrewan li bakurê-rojavayê Sûrîyayê.

Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê got ku wê serkirdeyên Qaîdayê li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûrîyayê armanc kirine, lê wê eşkere nekirin çi coreyên çekan hatiye bikaranîn.

Êrîşê serkirdeyên komên tundrew û hêzên hevalbendên wan li nêzî bajarê Idlibê armanc kirin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Êrîşa Amerîkî ya bi rokêtan "civîneke lîderênHuras el-Dîn, Ensar el-Tewhîd û komine din li kampeke rahînanê armanc kir", serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.

Çekdarine Tehrîr el-Şam di gundê Hemamîyat re, li ser sînorê di navbera parêzgehên Hemayê û Idlibê de, diçin, roja 11ê Tîrmehê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Çekdarine Tehrîr el-Şam di gundê Hemamîyat re, li ser sînorê di navbera parêzgehên Hemayê û Idlibê de, diçin, roja 11ê Tîrmehê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Rewangehê got ku wê herî kêm 40 serkirdeyên tundrewan kuştine.

Di daxuyanîyekê de, Fermandarîya Navendî Ya Amerîkî (CENTCOM) got ku êrîşê lîderên Qaîdayê li Sûrîyayê "yên berpirs ji êrîşên welatîyên Amerîkî, hevparên me û kesên bêrî dixin gefê de armanc kirin".

"Zêdetirî wiha, wêrankirina vê kampê dê karîna wan kêm bike û dê nikaribin ku êrîşên bêhtir pêk bînin û dê herêm aramtir bibe," daxuyanîyê got.

"Bakur rojavayê Sûrîyayê dimîne penageheke ewleh ku lîderên Qaîdayê li Sûrîyayê bi xurtahî çalakîyên xwe yên terorî li seranserê herêmê pêk tînin," daxuyanîyê teqez kir.

"Bi hevalbend û hevparên xwe re, em dê berdewam bin di armanckirina tundrewan de bo em rê nedin wan ku Sûrîyayê bikin penageheke ewleh," Daxuyanîyê got.

Nûçegihanekî AFP dît ku duman bi ser deverê dikeve piştî ku asêgeha tundrewan hat armanckirin.

Rewangehê got ku hîna ne dîyar e gelo rokêtên hatine barandin çavkanîya wan balefirên şer in an jî xalên li ser zemînê ne.

CENTCOM qubûl nekir ku çekên wê bi kar anîne eşkere bike.

Huras el-Dîn ser bi Qaîdayê ve ye û di Sîbata 2018an de hatiye damezrandin û ji dora 1,800 çekdaran pêk tê, ku hinek ji wan ne Sûrî ne, li gorî Rewangehê.

Rêxistin û hevalbenda wê Ensar el-Tewhîd li herêma Idlibê çalak in û ew endamên odeyeke operasyonê ya tundrew a hevbeş in, ku ew herwiha Tehrîr el-Şam dihundirîne.

Agirbesteke demikî

Rewangehê got ku êrîşa asmanî ya Amerîkî di demekê de hat ku bordumanên rejîma Sûrîyayê li parêzgeha Idlibê sivîl kuştin di yekem binpêkirina ji agirbesta bi serpereştîya Rûsyayê li herêmê, agirbesta ku bi tenê çend demjimêran dom kir.

Rewangehê got ku êrîşên asmanî yên rejîma Sûrîyayê li ser herêma Idlibê di demjimêrê destpêkê yên Şemîyê de rawestîyan, piştî ku rejîmê agirbestek qebûl kir, piştî çend mehan ji bordumaneke pir dijwar.

Rewangehê got ku bordumana rejîmê li ser bajarokê Kefir Nubil bû sedema kuştina sivîlekî, piştî çend demjimêran ji destpêkirina agirbestê.

Piştî çend demjimêran, du şopdarên rejîmê hatin kuştin dema ku tundrewan û hevalbendên xwe otombîla wan armanc kir li dirêjahîya sînorê başûrî yê Idlibê bi Hemayê re, li gorî Rewangehê.

Wê herwiha got ku çekdarên Tehrîr el-Şam droneke koleçanê ya Rûsî anîn xwarê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500