Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

10 endamên DAIŞê li Şerqatê tên girtin

Xalid Taî

Koçberên Îraqî xwe amade dikin da vegerin cih û warên xwe di 19ê Îlona 2017an de. [Wêne ji Wezareta Penaberî û Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Koçberên Îraqî xwe amade dikin da vegerin cih û warên xwe di 19ê Îlona 2017an de. [Wêne ji Wezareta Penaberî û Koçberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 10 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên xwestî girtin ku xwe di nava malbatên vedigerîyan navçeya Şerqatê ya Selahedînê, berpirsekî herêmî Sêşemê (3yê Îlonê) got.

"Artêşa Îraqî û hewalgirîya polîsê Şerqatê malbatên ku Şemîyê ji wargehên koçberîyê yên li başûrê Mûsilê gihaştin navçeyê pişkinîn kirin," şaredarê Şerqatê Elî Dewdeh anî ziman.

Wî ji Diyaruna re got ku "pişkinîn hişt 10 endamên DAIŞê yên bi tawanên terorîst xwestîne bên girtin".

Dewdeh da zanîn ku desthilatên ewlekarîyê zilamên xwestî girtin, ên xwe di nava koçberan de veşartibûn, û wan birin navendên lêpirsînê.

Di wêneyekê ku di 20ê Îlona 2018an de li ser enternetê hatiye belavkirin, sê endamên DAIŞê yên li navçeya Şerqatê ya Selahedînê hatibûn girtin xuya dibin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di wêneyekê ku di 20ê Îlona 2018an de li ser enternetê hatiye belavkirin, sê endamên DAIŞê yên li navçeya Şerqatê ya Selahedînê hatibûn girtin xuya dibin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku ew dê paşê li pêş dadgehê werin rawestandin.

Vegera malbatên koçber

Wî da zanîn ku nêzî 150 malbatî gihaşt Şerqatê, piranîya wan niştecih in, li gel hinek malbatên din ên li Selahedîn, Bacî û Samerayê.

Dewdeh daxuyand ku ew ji nava 5,000 malbatî yên ji hêla hikumetê hatine bijartin in di 23yê Tebaxê de ku wan ji wargehên li parêzgeha Nînewayê bibin wargehine demkî li cih û warên wan li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Kerkûkê.

Wî got ku mebest ji vê yekê ew e ku vegerin herêmên xwe, piştî başkirina rewşa wan ya ewlehî.

Dewdeh got ku "ev malbat demkî li wargeha Bistan Şiwêx li navçeyê bi cih bûne," da zanîn jî ku "gelek ji wan malbatên endamên DAIŞê ne."

Wî anî ziman ku pişkinînkirina ewlehî tu metirsî çûnekir der barê endamên van malbatan de, "lê razîbûneke giştî heye û ji alîyê xelkê Şerqatê nehat qebûlkirin, nemaze endamên malbatên qurbarbanîyên DAIŞê."

Dewdeh destnîşan kir ku ev kes naxwazin malbatên DAIŞê di nav wan de bijîn.

Tedbîrên ewlehîyê

Wî dîyar kir ku "min ev mijar bi Fermandarê Opersyonên Selahedînê lîwa Ebdul Muhsin Ebasî û berpirsine ewlekarîyê re gotûbêj kir, û soz dan ku van malbatan ji Şerqatê bibin wargehên derveyî navçeyê."

Wî got ku ev plan veguhastina malbatên endamên DAIŞê bo wargehên Şehamayê armanc dike, li navenda parzêgeha Selahedînê li nêzî bajarê Tekrîtê.

Wî anî ziman ku ev gav selametîya van malbatan diparêze û demê dide desthilatan da planên xurtkirina aştî û aramîya civakî pêk bînin.

Wî li ser girîngîya avêtina gavine mezintir teqez kir ku jin û zarokên DAIŞê werin qebûlkirin, û li ser bernamene din bixebitin da wan vegerînin civakên wan ên resen.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ebûd

BERSIV BIDE