Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Kurdî li pey paşmahîyên DAIŞê li Dêra Zorê dikevin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Berpirsên ewlekarîyê yên Kurdî dibêjin ku Mihemed Remedan Îd el-Etellah berpirsê piştevanîya şanên razayî yên DAIŞê li Dêra Zorê bû. [Wêne ji Navenda Ragihandinê ya YPG hatiye wergirtin]

Berpirsên ewlekarîyê yên Kurdî dibêjin ku Mihemed Remedan Îd el-Etellah berpirsê piştevanîya şanên razayî yên DAIŞê li Dêra Zorê bû. [Wêne ji Navenda Ragihandinê ya YPG hatiye wergirtin]

Hêzên Kurdî yên bi karê ewlekarîyê ve radibin li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên herî tirsnak girtin, berpirsekî Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) ragihand

Ev gav weke beşekî operasyona çavdêrîyê tê da ku li pey şanên razayî yên DAIŞê bikevin û wan ji hev bixin, ku hat piştraskirin ew li paş gelek teqînan bûn ku gelek sivîl tê de bûn qurban, berpirsê QSD Ferhad Xoca eşkere kir.

Wî ji Diyaruna re got "şanên razayî yên DAIŞê armanca sereke ya QSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne, taybetî li Dêra Zorê."

Xoca dîyar kir ku hinek agahî dibêjin ku hinek endamên DAIŞê karîbûn birevin û di nava sivîlan an li veşartgehan de xwe veşêrin, ku plan dikirin êrîşî xebatkarên ewlekarîyê û sivîlan bikin.

Çek bi piştevanê DAIŞê Mihemed Remedan Îd el-Etellah re hatin dîtin ku di vê wêneyê de belavkirî ne. [Wêne ji Navenda Ragihandinê ya YPG hatiye wergirtin]

Çek bi piştevanê DAIŞê Mihemed Remedan Îd el-Etellah re hatin dîtin ku di vê wêneyê de belavkirî ne. [Wêne ji Navenda Ragihandinê ya YPG hatiye wergirtin]

Endamê DAIŞê Enwer Ebdul Rehman Hadûşî, ku ji hêla hêzên Kurdî li Sûrîyayê hatiye girtin weke tirsnaktirîn endamên DAIŞê tê naskirin. [Wêne ji Navneda Ragihandinê ya QSD hatiye wergirtin]

Endamê DAIŞê Enwer Ebdul Rehman Hadûşî, ku ji hêla hêzên Kurdî li Sûrîyayê hatiye girtin weke tirsnaktirîn endamên DAIŞê tê naskirin. [Wêne ji Navneda Ragihandinê ya QSD hatiye wergirtin]

Wî destnîşan kir ku li qeraxa rojhilatî ya Dêra Zorê, yekîneyeke QSD a hêzên dijî-teror (YAT) Enwer Ebdul Rehman Hadûşî girt, ku ew welatîyekî Belcîkî û endamekî DAIŞê yê herî tirsnak e.

Xoca da zanîn ku Hedûşî bi dehan tawanên li dijî sivîlan tawanbar e, û tilîya wî di êrîşên Parîsê yên di 2015 û 2016 li Belcîkayê de hene.

Xoca got ku wî serê bêhtirî 100 kesî jêkirî ye li bazara asêgeha DAIŞê ya berê li Reqayê, AFP ragihand.

Xoca ji Diyaruna re eşkere kir ku YPG bi hevahengîya QSDê, karîbû ji hebûna endamine DAIŞê li Dêra Zorê piştrast bibe.

Wî dîyar kir ku di êrîşekê de, van hêzan el-Etellah, ku berpirsê piştevanîya şanên razayî yên DAIŞê li herêmê bû girt.

Xoca anî ziman ku çek, cebirxane, pere û belgeyên girêdayî çalakîyên DAIŞê pê re hatin dîtin.

Operasyonên li dijî DAIŞê berdewam in

Wî daxuyand ku operasyonên têkbirina DAIŞê berdewam in, da dîsa rêxistin venegere û tu êrîş di demên bê de çênebin.

Xoca da zanîn ku serkeftina van operasyonan "karînên wan pûç dikin, an jî dihêlin ew şaştîyan bikin ku ev tişt dihêle veşartgehên wan kifş bibin û werin girtin."

Operasyona Çareserkirina Bingehîn û QSD bêhtirî 225 endamên DAIŞî yên gumanbar girtin di çar mehên dawî de, hevpeymanîya navdewletî Şemîyê (31ê Tebaxê) di daxuyanîyekê de eşkere kir.

Herwiha, daxuyanîyê anî ziman ku, van hêzan 4,000 ton teqemenî ji qadên şer paqij kirine di du mehên dawî de.

Daxuyanîyê da dîyarkirin ku ewlehîya herêmî ya li bakur-rojhilatê Sûrî bo xebatên aramî û nûavakirinê pêwîst e ku bi awayekî mezin alîkarîya têkbirina DAIŞê dike.

"Hevkarên me operasyonên zehemt berdewam dikin ku DAIŞê armanc dikin û li ser pêşerojeke bê DAIŞê li bakur-rojhilatê Sûrî dixebitin," fermandarê Hêza Asmanî ya Amerîkî general Eric Hill, Fermandarê Hêzên Operasyonên Taybet, Operasyonên Çareserkirina Bingehîn (SOJTF-OIR).

SOJTF-OIR destê rastê yê operasyonên taybet ên hevpeymanîya navdewletî ye.

Wî got ku xebatên QSD ên berdewam bo aramî û ewlehîya herêmê pêwîst in."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500