Nûçeyên Iraqê
Aborî

Nûkirina piran alîkarîyê bi Enbarê re dike ku pêş bikeve

Seyf Ehmed li Enbarê

Hêzên alîgirê hikûmetê ziyana gihaye pira Elbû Eysayê seh dikin li bakurê Remadîyê piştî êrîşeke ku jêdereke serbazî got ku ji alîyê DAIŞê ve hat bicihanîn di 12 Gulana 2016an de. [Muaz Dulêmî/AFP] 

Hêzên alîgirê hikûmetê ziyana gihaye pira Elbû Eysayê seh dikin li bakurê Remadîyê piştî êrîşeke ku jêdereke serbazî got ku ji alîyê DAIŞê ve hat bicihanîn di 12 Gulana 2016an de. [Muaz Dulêmî/AFP] 

Nûkirina pirên jêndar ên ku navgîn û tevgera peyadeyan di ser wan re ye li ser çemê Feratê û Remadî û Felûca bi rojavayê Enbarê ve girê dide nîşaneke ku parêzgeh serdema piştî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dijî.

Berpirsên xwecihî dibêjin ku tevgera çalakîya nûavakirinê li bajarên Enbarê zêde dibe herwekî ku aramî vedigere parêzgehê û niştecîyên bêwar vedigerin.

"Rewşa ewlehîyê ya qayim li Enbarê heta asteke mezin di bicihanîa kampanîya nûavakirinê ya mezin de bandor kir," endamê encumena parêzgeha Enbarê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev nûkirina binesazîya ziyankirî dihundirîne, di nav de rê û pirên li ser çemê Feratê yên ku bajarê Enbarê bi şarêya navdewletî ve girê dide.

Hêzên hikûmeta Îraqî civiyane li ser pirek nû hatiye avakirin li devera Hemîdîyayê li bakurê Remadîyê di 17ê Sibata 2016an de piştî hêzên ewlekarî bajar ji DAIŞê vegerand. [Muaz Dulêmî/AFP]

Hêzên hikûmeta Îraqî civiyane li ser pirek nû hatiye avakirin li devera Hemîdîyayê li bakurê Remadîyê di 17ê Sibata 2016an de piştî hêzên ewlekarî bajar ji DAIŞê vegerand. [Muaz Dulêmî/AFP]

Zarokên dibistanê li Enbarê bi futbolê dilîzin li yarîgeha dibistana xwe li Qaimê di 13ê Mijadara 2018an de. [Ehmed Rubêî/AFP]

Zarokên dibistanê li Enbarê bi futbolê dilîzin li yarîgeha dibistana xwe li Qaimê di 13ê Mijadara 2018an de. [Ehmed Rubêî/AFP]

Wî got ku erbasgehên çemî yên ji nû ve hatine vekirin pirên Felestîn, derbasgeha Urdinê, Temîm û pira Yabanî dihundirîne, pirên ku şarêya navdewletî bi bajarên rojavayê Enbarê Hît, Rewa, Rewa, Anah, Qaim û Rutbayê ve girê dide

Herwiha pir ji Peyadeyan re jî hatin avakirin li devera Nesaf li rojavayê Felûcayê, kolana Bexdayê li Felûcaya navîn, û li devera pirê li Seqlaeîyayê, Raşid got.

Wî anî ziman ku di pêşeroja nêz debiryar heye ku pira li rojavayê bajarê Enbarê yê bajarê Bexdadî were nûtahîlkirin, herwiha rêya ku Hîtê bi Hedîdayê ve girê dide

Wî got ku ev rê berdewam dike di Qaimê re ber bi navçeya Rutbayê ve û sînorê Îraq û Udinê ve.

''pêleke nûavakirinê ya mezin di hemû sektorande li Enbarê tê dîtin, di nav de sektorê xizmetguzarî û pîşesazîyê," Raşid got, ê vê yekê vedigerîne tinekirina DAIŞê û peydakirina ewlehîyê li deverên rizgarkirî.

Projeyên nûavakirinê yê cuda

"Hikûmet di xebatên xwe de giranîyê dide nûtahîlkirin û nûavakirina swênkarên xizmetguzarîyê û avakirina nexweşxane û dibistanan," endamê encumena parêzgeha Enbarê ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku lii Felûcayê "kampanyaya nûavakirinê nûtahîlkirina xeta trênê pira peyade û navgînan dihundirîne", dinav de pira Secarê li ser xeta trênê li beşê bakur ji bajar.

Wî daxuyand ku herwiha karê nûtaîlkirinê berdewam e li sê pirên ser xetên trênê li Qaim, Hît û devera 210 li ser şarêya navdewletî.

"Komên DAIŞê yên terorîst gelek swênkarên xizmetguzarîyê û pirên jîndar wêran kirin," Fehdawî got û not kir ku ji nav bitirî 80 pirên ku komê ziyan kirin û wêran kirin, gelek ji wan heta aniha hatine nûtahîlkirin.

"Xebatên hikûmetê berdewam in da ku projeyin di bi hevkarîya Birêveberîya Rê û Piran û şaredarîyan bi cih bîne û bi piştgirîya rêxistinên navdewletî û Sermayeya Nûavakirina Deverên Rizgarkirî," wî got.

Wî teqez kir ku ev xebat nûtahîlkirina pira Salis li Felûcayê, şarêya navdewletî, û swênkarên xizmetguzarêyê yên bi dirêjahîya şarêyê dihundirîne.

Deverên armanckirî bo kar nûtahîlkirin dirêj didin ji navçeya Keramayê li rojhilatê Enbarê heta derbasgeha Erarê ya Sînorî bi Erebistana Erebî re, derbasgeha Tribîlê ya sînorî bi Urdinê re û derbasgeha Welîd ya sînorî bi Sûrîyayê li rojavayê Enbarê, wî got.

Malbatên bêwar vedigerin

"Vegera malbatên bêwar bo deverên xwe yên rizgarkirî di dema bûrî de hewcedarîyaw wan bi bikaranîna pir û rêyan hebû," Xidir Yasîn, Andezyareke li gel Birêveberîya Pir û Rêyên Enbarê, got.

"Hemû pirên navgîn û peyadeyan hatine wêrankirin," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Taximên Andezyarî û teknîkî sê pir di sala 2016an de nûtahîl kirin, di nav wan de pirên Felûca yênû û pira Hozê li Remadîyê," wî got û not kir ku rêyên fetlokî ji pirên wêrankirê re hatin avakirin li beşê rojavayî yê dûr ji Enbarê.

"Kar berdewam e bû tahîlkiina heft pirên girîng li navçeyên Rewa, Anah, Rutba, Qaim û Kubeysayê," wî got.

Herwiha xebat berdewam in bo avakirina pirên peyadeyan li hemû navçeyên Enbarê "da ewlehîya peyadeyên sivîl li ser rêyên sereke misoger bikin", Yasîn got.

Projeyên li Enbarê tên bicihanîn herwiha ferihkirina derbasgehên bajar, jinûveziftkirina rêyên navçeyên parêzgehê digihînin hev û ronîkirina kolanan dihundirîne, Erşad Hamid ji ofîsa andezyarîyê li parêzgeha Enbarê got.

"Birêveberîya xizmetguzarîyan darên her kesk li qadan û peyarêyan diçîne dîmenên xweşik dideyne da ku rakirina daran kêm bike, bi taybet li rojavayê Enbarê," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Proje li gor dizaynên teknîkî û yên Andezyarî yên pêşketî tên bicihanîn," wî got û not kir ku komîteyên serperiştîyê hemû projeyan dişopînin û kompanîyên ku demê bi ser dixin rapisîn dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500