Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Serkirdeyên DAIŞê li Wadî Horan tên Kuştin û girtin

Xalid Taî

Artêşa Îraqî û şervanên êlan kamyoneke ku ji alîyê balefireke şer a Îraqî ve hatiye bombebarankirin seh dikin li Wadî Horanê li rojavayê Enbarê di 20ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî û şervanên êlan kamyoneke ku ji alîyê balefireke şer a Îraqî ve hatiye bombebarankirin seh dikin li Wadî Horanê li rojavayê Enbarê di 20ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Artêşa Îraqî û hêzên êlan çar serkirdeyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin di êrîşeke li ser veşargeha wan li devera biyabanî li Wadî Horanê li rojavayê Enbarê, serkirdeyekî êlî Pêncşemê (29ê Tebaxê) got.

Artêşa Îraqî û hêzên êlî yên Bexdadî du serkirdeyên din ên DAIŞê li veşartgehê girtin, li başûr û rojavayê Bexdadîyê, berpirsê êlî Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku êrîş beşek ji pêngava Vîna Serkeftinê bû, û not kir ku operesyonê giranî da ku devera rojavayê biyabanê ji bermayîyên DAIŞê xilas bike.

"Gelek serkirdeyên DAIŞê û endamên sereke di vê operesyona dawî de ji dest wê çûn," Obêdî got.

Hêzeke bijarde ya Îraqî di operasyonekê de beşdar dibe di 15ê Gulanê de da ku veşartgeheke DAIŞê li Wadî Horanê wêran bike. [Wêne ji Şana Medyaya Serbazî hatiye wergirtin]

Hêzeke bijarde ya Îraqî di operasyonekê de beşdar dibe di 15ê Gulanê de da ku veşartgeheke DAIŞê li Wadî Horanê wêran bike. [Wêne ji Şana Medyaya Serbazî hatiye wergirtin]

"Çalakîyên ewlekarî li Wadî Horanê, di sektorê berpirsyarîyê yê fermandarîya Firqeya Peyade ya 7mîn, ligel hêzên me yên êlî encamên pir baş enam danderbarê xilaskirina sektor ji bermayîyên DAIŞê," wî anî ziman.

"Vê heftîyê me bi dehan tunel û veşartgeh li newalê wêran kirin bi alîkarîya artêşa Îraqî û balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî," wî got.

Wî got ku zêdeyî vê yekê, pêdivî û çekên rêxistinê hatin wêrankirin û çar navgînên ku wan bi kar dianîn hatin şewitandin.

Lawazkirina hebûna DAIŞê

Obêdî raportên medyayê yên angaşt dikin ku 3,000 çekdarên DAIŞê li Wadî Horanê bi cih bûn berî qonaxa çarem ji pêngava Vîna Serkeftinê di 24ê Tebaxê de dest pê bike red kirin.

"Ew ne rast e," wî got. "Heta berî operesyonên me yên vê dawîyê, rêxistinê derdê lawazîya bi giranî kişand ji ber hejmara mezin a pêngavên ewlehî."

"Datayên me yên hewalgirî destnîşan dikin ku bi dehan endam û serkirdeyên DAIŞê xwe vedişêrin û bi komên piçûk ên ne zêdey çar pênc kesan in tevgerê dikin," wî got.

Wî got ku ev endamên DAIŞê "yên dawî" bûn ku li Wadê Horanê mane "piştî zincîreke derbe û êrîşên dijwar li ser veşartgehên wan".

Ew "ne azad bûn, çawa bixwazin tevgerê bikin, lê ew dorpêçkirî bûn, xwarin û av di rêya gef û santajkirinê re ji şivan û koçeran werdigirtin", wî got.

Pêngavên ewlekarî yên vê dawîyê "rê asê kiriye" li dora bermayîyên DAIŞê, wî got, "û kengî be çarenûsa wan mirine ".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500