Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tundrew êrîşeke nîşkayî digirine ser gundewarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Mûşekeke ku xwecihî hatiye çêkirin ber bi çeperekî rejîma Sûrî ve ji navgîneke komeke tundrew tê avltin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Mûşekeke ku xwecihî hatiye çêkirin ber bi çeperekî rejîma Sûrî ve ji navgîneke komeke tundrew tê avltin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Komên tundrew û hevalbendên wan ên tund roja Sêşemê (27 Tebaxê) êrîşeke nişkyaî li ser çeperên rejîma Sûrî û milîsên alîgirê wê li gundrewarê Idlibê pêk anîn, li devera ku ev hêz ji gelek deveran vedikişin, çalakgerekî xwecihî got.

Êrîşkeran hejmarek ji bajaok û gundanan vegerand di nav şerekî dijwar de ku bikaranîna siwareyên bombekirî jî hewand, çalakgerê ji Idlibê Miseb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Herî kêm 60 çekdar ji herdu alîyan roja Sêşemê hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got, weke nûkirinê ji tomarkirineke berê re.

"Şerên dijwar li rojhilatê bajarokê Xan Şêxûnê dest pê kir di berbangê de piştî ku tundrew û komên opozîsyonê êrîşî çeperên rejîmê kirin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman.

Tankeke wehmî ku ji alîyê komeke tundrew ve hatiye çêkirin da agirê Sûrî û Rûsî ji ser çeperên xwe yên rast dûr bixin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tankeke wehmî ku ji alîyê komeke tundrew ve hatiye çêkirin da agirê Sûrî û Rûsî ji ser çeperên xwe yên rast dûr bixin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev wêne ji Xan Şêxûnê re hatiye kişandin piştî ku hêzên rejîma Sûrî kontrola bajar kirine. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev wêne ji Xan Şêxûnê re hatiye kişandin piştî ku hêzên rejîma Sûrî kontrola bajar kirine. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Wî teqez kir ku êrîş bi birêveberîya Huras el-Dîn ya girêdayî Qaidayê û komeke din a tundrew, Ensar el-Dîn bû.

Rewangehê got ku êrîşan herî kêm 29 kes ji hêzên rejîmê û 31 tundrew kuştin.

Wî anî ziman ku li başûr û rojhilatê Idlibê, heşt çekdarên tundrew ên hewl didan ku bi dizî di xetên pêşîn re derbasî çeperên rejîmê bibin hatin kuştin li nêzî balefirgeha Ebû Duhûr.

Şerê dijwar li Idlibê

Esaf ji Diyaruna re got ku komên çekdar ên weke beşekî ji odeya operasyonên el-Fatih el-Mubîn kar dikin êrîşeke nişkayî birin ser gelek xalan li başûr û rojhilatê gundewarê Idlibê, li rojhilatê bajarê Xan Şêxûnê.

Wî got ku ligel ew kesên ku jîyana xwe ji dest da, dora 100 kesên din birîndar bûn, efserekî bilind û hejmareke çekdaran hatin girtin.

Esaf not kir ku hêzn rejîmê ji hin bajarok û gundên ku vê dawîyê wan vegerandibû di êrîşa xwe ya li ser devera Xan Şêxûnê vekişîyan.

Wî got ku di nav wan de Tel Mereq, Selûmîya, Ebû Dalî, Caduwîya, Şam el-Hewa û gund û bajarokine din li derdora wan deveran.

Li gor Esaf, êrîşkerbi dehan çekdar şandin şer, rojnameger û çalakan ragihand ku herî kêm du siwareyê bombekirî teqiyan di nav komeke eskerên rejîmê de.

Wî got ku herwiha tundrew û hevalbendên wan dest danîne ser hejmareke navgînên serbazî yên ku komên vekişyayî li şûn xwe hiştine.

Esaf got ku şer hevdem bû ligel bombebarankirina dijwar û êrîşên asmanî ji alîyê balefirên şer ên Rûsî û Sûrî li ser çend deverên gundrewarê Idlibê, bi taybet bajarê Kefer Nubilê, yê ku rastî gelek êrîşên asmanî hat.

Wî got ku herwiha êrîşên asmanî bajarokên Ihsim û Kefer Secnayê jî armanc kirin, sivîl tê de birîndar bûn, û Xûzeyên Sipî guhdane birîndaran.

Li devereke din li başûrê Idlibê, deh sivîl, di nav wan de zarokek. di êrîşên asmanî yên rejîmê de hatin kuştin roja Sêşemê, li gorî Rewangehê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500