Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li êrîşkerên yarîgeha werzîşê ya Kerkûkê digerin

Xalid Taî

Hinek Îraqî li ezaya qurbanîyekî êrîşa yarîgeha li navçeya Daqûqê ya li başûrê Kerkûkê di 24ê Tebaxê de pêk hat amade bûne. [Wêne ji rûpela Daqûq el-Aan a Facebookê hatiye wergirtin]

Hinek Îraqî li ezaya qurbanîyekî êrîşa yarîgeha li navçeya Daqûqê ya li başûrê Kerkûkê di 24ê Tebaxê de pêk hat amade bûne. [Wêne ji rûpela Daqûq el-Aan a Facebookê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li êrîşkerên vê êrîşa bimûşek digerin ku êvara Şêmîyê (24ê Tebaxê) yarîgeheke werzîşê li başûrê Kerkûkê kir armanc, berpirsekî xwecihî Sêşemê ji Diyaruna re got.

Heft kes hatin kuştin û heşt jî birîndar bûn di êrîşa bimûşek û çekên navîn de, êrîşa ku yarîgeheke werzîşê ya goga pêyan kiribû armanc li Daqûqê li parêzgeha Kerkûkê.

Tu alî berpiryartîya vê êrîşê negirtiye ser xwe, lê hêzên ewlekarîyê yên Îraqî tilîya tawanbarîyê dirêjî "komên terorîst" ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kir.

Şemîyê di saet 10:30 ê êvarî de, siwareyeke ku milîsine rêxistinê bar dikir li nêzî yarîgeha werzîşê ya Îxaa sekinî li gundê Îmam Zên Abdên li Daqûqê, berpirsê navçeyê Daqûqê Lowîs Obêdî ragihand.

Herdu bira Ehmed û Mihemed Hesen Husên, ên di nava qurbanîyên êrîşa 24ê Tebaxê de bûn, êrîşa li dijî yarîgeha werzîşê ya li başûrê Kerkûkê pêk hatibû, di vê wêneyê de ne. [Wêne ji rûpela Daqûq el-Aan a Facebookê hatiye wergirtin]

Herdu bira Ehmed û Mihemed Hesen Husên, ên di nava qurbanîyên êrîşa 24ê Tebaxê de bûn, êrîşa li dijî yarîgeha werzîşê ya li başûrê Kerkûkê pêk hatibû, di vê wêneyê de ne. [Wêne ji rûpela Daqûq el-Aan a Facebookê hatiye wergirtin]

Obêdî ji Diyaruna re eşkere kir ku "şeş çekdarên RPG û çekên navîn û sivik bi wan re bûn, ji siwareyê peya bûn û dest bi berdana sê hawinan li ser deverên niştecihî yên nêzîk kirin, ku tu zîyan an xerabî çênebûn."

Wî dîyar kir ku paşê wan yekser mûşek û çekên xwe bi alîyê lîstikvan û bîneran ve kirin ên xwe amade dikirin da ji yarîgehê derkevin.

Obêdî destnîşan kir ku êrîş çar xort û du zarok mirî li paş xwe hiştin, di nav de du bira. Neh kesên din jî birîndar bûn, lê Duşemê yek ji wan bi birîna xwe jîyana xwe ji dest da, ku bi vî rengî hejmara kuştîyan bilind bû heftan.

Seferberîya xebatên ewlehî

Obêdî paşmahîyên DAIŞê bi vê êrîşê tawanbar kir, û got ev yek "tawaneke din dixe dosyaya tawanên wan ên terorîst, û teqez kir ku ev hovîtî û zikreşîya wan tîne ziman."

Wî da zanîn ku navçeya Daqûqê aram û ewle ye û "ji zû de operasyonên wisa berfireh lê nehatine kirin."

Obêdî got ku êrîş piştî vekişîna hêzên polîsa federal bi çend rojan ve çêbû çaxa ji navenda bajêr çûn deverên derdorê, û ewlehî radestî çekdarên xwecihî yên seferber ên ji Daqûqê kir.

Wî got ku Duşemê rêberên xwecihî bi hêzên ewlekarîyê re civîyan û li ser hejmareke rêkarên ewlehî li hev kir, di nav de zêdekirina hejmara xalên pişkinînê, navendên ewlehîyê û kemînên êvarî.

Wî daxuyand ku hemû xebatên ewlekarîyê di seferberîyê de ne da li pey êrîşkaran bikevin, nemaze devera Wadî Şeyî ya li nêzî Daqûqê, devereke fireh e çîya û newla tê de hene ku heya çîyayên Hemrînê li parêzgeha Diyalayê dirêj dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500