Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Çalakgerekî Swêdayê Hizbula bi çêkirina alozîyan bersûc dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Komên Dirzî li parêzgeha Swêdayê li başûrê Sûrîyayê xwe amade dikin ku wêneyekê bikişîne piştî civîneke hevahengîyê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Komên Dirzî li parêzgeha Swêdayê li başûrê Sûrîyayê xwe amade dikin ku wêneyekê bikişîne piştî civîneke hevahengîyê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Alozî li parêzgeha Swêdayê ya li başûrê Sûrîyayê zêde dibe, herwekî ku rejîm israra dike ku mêrên ciwan xwe bidin dest eskerîya neçarî û erkê yedek, çalakgerekî xwecihî got.

Kifşkirina endamekî Hizbulah vê dawîyê, yê hat dîtin ku kar dike da ku tevlihevîyê bixe nav du komên Dirzî yên xwecihî de, rewş gurtir kiriye, çalakê Swêdayê Nîzar Bû Elî ji Diyaruna re eşkere kir.

Bû Elî şirove kir ku eger van koman berdine hev dê xaleke lawazîyê çêbibe û rejîma Sûrî û Hizbulah dê karibin sûdê wergirin da ku kûr derbasî parêzgehê bibin.

"Alozîyên tund ên li bajarê Swêdayê û deverên din li parêzgehê belav in piştî komployek hat kifşkirin, komploya ku dê bûba sedema şerê navxweyî di nav hêzên Hereket Rical el-Kerame û hêzên Şêx el-Kerame," wî got.

Xaleke pişkinînê ya ewlehî ya komeke xwecihî li bajarê Swêdayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Xaleke pişkinînê ya ewlehî ya komeke xwecihî li bajarê Swêdayê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Bû Elî got ku komplo hat eşkerekirin dema ku êrîşkerine nenaskirî gule avêtine koma Şêx el-Kerama nêzî bajarê Selxedê di nîvê meha Tebaxê de.

Piştî ku dever maliştin da ku li êrîşkeran bigerin, çek, cebilxane û telefonek ên ku yên endamekî Hizbulaha Libnanî bûn, endamê ku navê wî Rabîn Siyaxa bû, yê berpirsê tevgera di sînor ji Lubnanê û ber bi Lubnanê ve bû.

Wî daxuyand ku telefonê deqe peyamên ku hatine guhastin û agahîyin din "ên girêdayî teqemenî kuştinên ku hatin bicihanîn di rêya hevahengîyan di nav şanên Hizbulah û hêzên rejîma Sûrî de da ku tevlihevîyê zêde bikin hundirandin".

Wî got ku armanc ji vê navtêdanê ew bû ku bihêlin rejîm û Hizbulah bi kûrahî derbasî deverê bibin, devera ku heta aniha dervey kontrola wan maye.

Komên xwecihî dicivin

Bû Elî anî ziman ku komên xwecihî bi rêveberîya Hereket Rical el-Kerame û Şêx el-Kerame, gelek civîn hatin lidarxistin, civînên ku oldar û kesayetên ku nerazîbûna xwe derbarê kirara rejîm û Hizbulah derbirîn kir.

Komên xwecihî hişyarî da ku eger ev kirar berdewam bibin, di pişt re alozî dê li herêmê zêde bibe û endamên rejîm û Hizbulah dê bi awayekî yekser werin armanckirin.

Bû Elî got ku rejîm israr dike ku ciwanên Siwêdayê xwe bidin dest eskerîya neçarî û erkê yedek, lê niştecîyên parêzgehê red dikin ku xw eradest bikin.

Wî got ku hejmara mêrên ciwan ên ji eskerîya neçar re tên xwestin bêtirî 50,000an e.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez li kû dikarim cihekî malbatî yê heft-stêr bibînim?

BERSIV BIDE