Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzn Îraqî dest bi qonaxa çarem ji ''Vîna Serkeftinê'' dikin

Xalid Taî

Serokwezîr Adil Ebdul Mihdî û serkirdeyên serbazî bipêşveçûna qonaxa çarem ya "Vîna Serkeftinê" di 25ê Tebaxê de giftûgo dikin. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîr Adil Ebdul Mihdî û serkirdeyên serbazî bipêşveçûna qonaxa çarem ya "Vîna Serkeftinê" di 25ê Tebaxê de giftûgo dikin. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Hêzn Îraqî roja Yekşemê (24ê Teabaxê) dest bi qonaxa çarem kir ji pêngava ewlehî ya "Vîna Serkeftinê", ya giranî da paqijkirina biyabana Enbarê ji bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Hêz ji komandosên operesyonên Enbar û Cezîrê yên Firqeyên Peyade ya 1mîn, 7mîn û 8mîn, Pasvanîya Sînor, polîsê xwecihî û hêzên heşda êlî di operesyonê de beşdar dibin, bi piştgirîya artêşa Îraqî û balefirên hevpeymanîyê.

Hêzên Îraqî dest bi pêngavê kir di 7ê Tîrmehê de, qonaxên pêşîn ji pêngavê giranî dane derkirina bermayîyên DAIŞê ji deverên berfireh ji dedora parêzgehên Enbar, Diyala, Nînewa û Selahedînê.

Di daxuyanîyeke Wezareta Berevanîyê de ku roja Yekşemê de hat weşandin, cîgirê serkirdeyê operesyonên artêşê, ferîq Ebdul Emîr Raşid Yarella got ku qonaxa çaremîn ji pêngavê "li gorî planê ber bi pêş ve diçe, li ser bingeha xebatên hewalgirî".

Yekîneyên artêşa Îarqê dest pê dikin da ku biyabana Enbarê baqij bike weke beşekî ji pêngava ewlehî ya ''Vîna Serkeftinê'' di 24ê Teabaxê de. [Wêne ji Wezareta BErevanîyê ya Îraqîhatiye wergirtinê ]

Yekîneyên artêşa Îarqê dest pê dikin da ku biyabana Enbarê baqij bike weke beşekî ji pêngava ewlehî ya ''Vîna Serkeftinê'' di 24ê Teabaxê de. [Wêne ji Wezareta BErevanîyê ya Îraqîhatiye wergirtinê ]

Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mehdî, Wezîrê Berevanîyê Necah Şimerî û Wezîrê Karê Hundir Yasî Yasirî gihane Enbarê roja Yekşemê da ku civînan bi serkirdeyên serbazî û ewlekarî re li parêzgehê çêkin, daxuyanîyê got.

Hemareke deverên biyanî hatine teftîşkirin, wî not kir.

Di nav wan de Mirqab Xebaz, Qasr Amij, Mudim, Um el-Waz, Wadî Harûn, Kuşêtî, Um Kesr, EklatEbû Şihab, Xabet el Menac, Şueyb Day, Xabet Salûm, Wadî Mudêsîs û el-Heqûm dihewîne.

Çar endamên DAIŞê di pêngavê de hatin kuştin, du di ji wan di êrîşa hevpeymanîyê de li ser vaşartgehekê û depoyeke pêdivîyan li rojavayê devera Salijayê hatin kuştin, daxuyanîya wezaretê got.

Çar endamên DAIŞê yên din û du kesên gumanbar hatin girtin, daxuyanîyê got û anî ziman ku bi giştî 15 çeperên ji alîyê endamên DAIŞê hatin bikaranîn û heşt teqemenîyên bi dest çêkirî (IEDs) hatin wêrankirin.

Xebat bo ku biyabana Enbarê were ewlekirin

Operesyona "Vîna Serkeftinê" "gaveke parêzî ye ji alîyê hêzên ewlekarî ve" da veşartgehên DAIŞê tine bikin, pisporê stratejî Ehmed Şerîf ji Diyaruna re ragihand.

"Gav beşeke ji zincîreke opereyonên ku armanc dikin ku bermayîyên DAIŞê dorpêç bikin û gefa ew li ser deverê çêdikin li orta biyabanê nêtar bikin," wî got, herwiha li deverin din ku zehmet mirov bigihe wan.

Kirara serbazî ya zexm li wan deveran encamên erênî pêk tîne, wî anî ziman, herwekî ku hêzên erkdar bi şopandina bermayîyên DAIŞê şîyana rêxistinê asteng kiriye di rêya tedbîrên ewlekarî yên parêzî re.

Ewlekirina biyabana Enbarê bi temamî "gengaz e, tevî berhengarîya ji ber erdnîgarîya wê ya tund a berfireh ya ku dihêle ew li ser gelek parêzgehan vekirî be û nêzîkbûna wê ji sê dewletan: Sûrya, Urdin û Erebisara Siûdî", Şerîfî got.

Bicihanîna vê armancê, li gel operesyonên serbazî yên serkeftî, tê xwestin ku giranîyê bidin bikaranîna çavdêrîya teknîkî ya pêşketî û koleçanê, herwiha qayimkirina operesyonên destwerdana lezgîn di rêya bikaranîna hîzên veguhastina asamnî,wî got.

Herwiha tê xwestin "ku hemû valahî û dergeh li pêşîya dabînên mirovî û lojistî yên çekdaran ji sînorê Sûrî werin girtin da ku bi awayekî tam jêderên wan biçikînin", Şerîfî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em internêteke xurt dixwazin. Ez naxwazim ku tiştek reş bibe. Îraqî dê bigirîn.

BERSIV BIDE