Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Çalakgerên Idlibê di nav êrîşên asmanî û tundrewan de asê mane

Welîd Ebul Xêr

Çalakgerê Fatih Reslan roja Înê (23yê Tebaxê) li xaleke pişkinînê ya Tehrîr el-Şam li bajarê Idlibê hat girtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerê Fatih Reslan roja Înê (23yê Tebaxê) li xaleke pişkinînê ya Tehrîr el-Şam li bajarê Idlibê hat girtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Dema ew karê xwe pêk tînin, rojnamevan û çalakên medyayê li herêma Idlibê di nav rejîma Sûrî û êrîşên asmanî yên Rûsî de asê mane û rastî xeterîya ku ji alîyê hevalbendîya tundrew ya Tehrîr el-Şam ve were girtin, çalakgerekî xwecihî got.

Hevdem ku ew rastî xeterîyê tên dema ew bûyeran li meydanê belge dikin, malên wan bi mûşekan tên armanckirin, çalak Heysem Idlibê ji Diyaruna re ragihand.

Wî girtina vê dawîyê ya herdu çalakgerên medyayê, ya bê bersûckirin, detnîşan kir -- Mihemed Debûl û Fatih Ehmed Reslan -- ji alîyê ya jê re tê gotin "Hikûmeta rizgarkirinê", dezgeheke îdarî ku ji alîyê Tehrîr el-Şam ve tê kontrolkirin.

Wî got ku Debûl roja Înê (23yê Tebaxê) li mala xwe li bajarê Idlibê hat girtin, lê Reslan di heman rojê de li xalake pişkinînê ta Tehrîr el-Şam li cem derbasgeha bajar hat girtin.

Mala Xetîb el-Idlib ya li Telminisê hat wêrankirin gava ku ji alîyê êrîşeke asmanî ya rejîmê hat lêdan roja Yekşemê (25ê Tebaxê). [Wêne ji medaya civakî hatiye wergirtin]

Mala Xetîb el-Idlib ya li Telminisê hat wêrankirin gava ku ji alîyê êrîşeke asmanî ya rejîmê hat lêdan roja Yekşemê (25ê Tebaxê). [Wêne ji medaya civakî hatiye wergirtin]

"Hikûmeta xelasê" ya girêdayî Tehrîr el-Şam mîdyavan Mihemed Debûl di mala wî de girt li bajarê Idlibê di 23yê Tebaxê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

"Hikûmeta xelasê" ya girêdayî Tehrîr el-Şam mîdyavan Mihemed Debûl di mala wî de girt li bajarê Idlibê di 23yê Tebaxê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Girtina herdu çalakgeran hişt ku pêleke nerazîbûnê di nav niştecîyan û çalakgerên herêmê de derkeve holê, yên ku baş dîroka Tehrîr el-Şam dizanin a çi kesê ku li dijî wan diaxêve digirin , Idlibî got.

Wî got ku aniha çalakger rastî xeterîyeke dualî tên, ligel xeterîya girtinê dibe ku kengî be ew werin birîndar bibin dema ew bûyeran li meydanê belge dikin.

Wî rejîma Sûrî û hêzên Rûsî bersûc kirin ku ew rêzê ji protokolên navdewletî re nagirin, prtokolên dibêjin ku divê çalakên ku li deverên şer kar dikin di operesyonên serbazî de werin parastin.

Tundî li dijî medyayê

Wî got ku çalakgerê Idlibî Mihemed Hemewî hat birîndarkirin dema wî şer û êrîşên asmanî li gundewarê başûrê Idlibê belge dikir; lê ku çalakê medyayê Fadî Şibat di Şibatê de li Erîhayê hat birîndarkirin, herwiha li gundewarê başûrê Idlibê.

Idlibî rejîma Sûrî bersûc kir ku ew ji qesd malên hin çalakan armanc dike, wî rewşa mîdyavan Obêda Ekrem Fadil destnîşan kir, ya ku mala wê li Seraqibê li gundewarê başûrê Idlibê yekser hat lêdan.

Wî got ku Fadil û malbata xwe ji êrîşê filitîn, ji ber ku ew berî xûleyekê ku êrîşa asmanî dest pê bike reviyan penagehekê.

Wî got ku zêdeyî vê yekê, mala çalakger Xetîb Idlib a li Telminisê hat wêrankirin dema ew ji alîyê êrîşeke asmanî ya rejîmê hat lêdan roja Yekşemê (25ê Tebaxê).

Idlibî got ku çalakgerên medyayî yên di van êrîşên asmanî yên dawî de hatin girtin an armanckirin li navendên medyayê yên xwecihî û ji malperên Înternetê yên têkildarî kar ûbarê Sûrî kar dikin, ên ku yekser bandorê li raya giştî dikin.

Wî got ku çi li ser erdê çêdibe ew di rêya medyaya civakî re radigihînin, û gelek caran ew weke jêderên sereke yên agahîyan in gava ku alavên medyayê yên sereke li wir nebin, yên ku operasyonên wan li wir ji ber rewşa ewlehî kêm bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500