Nûçeyên Iraqê
Penaber

5,000 malbarên koçber ji wargehên Nînewayê vedigerin

Xalid Taî

Koçberên Îraqî ber bi deverên xwe yên resen ve diçin li parêzgeha Nînewayê di 5ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Koçberên Îraqî ber bi deverên xwe yên resen ve diçin li parêzgeha Nînewayê di 5ê Tebaxê de. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezareta Koçberîyê û Koçberan a Îraqî Înê (23yê Tebaxê) dest bi bernameyeke vegerê kir da bi hezaran malbatên koçber ên li wargehên Nînewayê dijîn vegerin cih û warên xwe yê resen li parêzgehên din.

"Me îroj dest bi planeke mezin kiriye da nêzî 5,000 malbatên ku li wargehên koçberîyê yên li parêzgeha Nînewayê dijîn vegerin malên xwe," Elî Ebas Cîhangîr, birêveberê giştî yê beşê karûbarên şaxan di wezaretê de got.

Cîhangîr ji Diyaruna re eşkere kir ku plan tenê malbatên ku li wargehên başûrê Mûsilê dijîn girtiye dest ên ji deverên xwe yên resen revîyane li parêzgehên cîran, mîna Selahedîn û Enbarê, di encama terorê û şer de.

Wî dîyar kir ku tevî wan malbatan, 14 wargeh -- nemaze yên Cedeh, Muderec û Hesen Şam -- ku 30,000 malbatên ji Nînewayê dihewînin.

Cîhangîr got ku malbat dê qefil qefil vegerin, bi hevahengîya Wezareta Veguhastinê û ajansên ewlehîyê, ku dê paşxana malbatan taqî bikin da zanibin eger tu têkilîya tu kesî ji wan bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re heye yan na.

"Ji xwe ev rêkar bi qîm û reza wan e," Cîhangîr got. "Wezaretê tu malabt neçarî vegerê nekiriye û me wan serbest hişt da li wargehan bimînin an vegerin malên xwe."

Wî anî ziman ku bijartina giştî bijarteya vegerê bû, ku avakirina wan wargehan bo herikîna koçberan çareyeke demkî bû, "û herwiha ew cihê malan nagirin."

Wî destnîşan kir ku wezaretê "demeke dîyarkerî nedanîye" bo plana vegera malbatan bo malên wan bibe serî.

Cîhangîr got ku "bi her vegerê re dê xwestekên sereke werin pêkanîn, mîna xizmetguzarîyên giştî, misogerkirina aramîyê û hevtemamkirina bi civakên resen re."

Cîhangîr da zanîn ku wezaret "pêbendî destekdayînê bo her malbateke ku dixwaze koçberîya xwe ya bi salan bi dawî bike ye."

Plana nû piştî ragihandina wezaretê bi du rojan tê ku wê 4,325 koçber ji wargeha Qadisîya ya li parêzgeha Selahedînê vegerandin cihên wan ên resen.

Ev cihên ku ew li wan vegerîyane bajrokê Siniya, Bacî û Şerqatê li Selahedînê ne, he wiha Hetra û Beac li Nînewayê.

Operasyonên ewlehî yên vê dawîyê li Îraqê şiyana bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ya êrîşkirinê kêm kir û nema rêxistin dikare xwe careke din rêxistin bike, li gorî berpirs û pisporên ku bi Diyaruna re axêvîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500