Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Îarq berdewam e di vegerandina c hatine dizîn de

Xalid Taî

Wezîrê Çandî yê Îraqî Ebdul Emîr Hemdanî parçeyên şûnwarî yên Îraqî yên bo wezaretê hatine vegerandin seh dike, parçeyên şûnwarî yên ku ji welatên din di rêya Wezareta Karê Derve re di 29ê Tîrmehê de hatin vegerandin. [Wêne ji Wezareta Çandî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Çandî yê Îraqî Ebdul Emîr Hemdanî parçeyên şûnwarî yên Îraqî yên bo wezaretê hatine vegerandin seh dike, parçeyên şûnwarî yên ku ji welatên din di rêya Wezareta Karê Derve re di 29ê Tîrmehê de hatin vegerandin. [Wêne ji Wezareta Çandî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Çandî bi berdewamî kar dike da vegerandina parçeyên şûnwarî û samanên çandî yên niştimanî bo Îraqê misoger bike, bi taybet ew tiştên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di nava salên 2014 û 2017an de wêran kirin.

Di van her çend salên bûrî de, hikûmeta Îraqî bi ser ket ku bi hezaran hunerkarîyên hatine dizîn vegerîne, di nav wan de tiştên DAIŞê ji Mûzexaneya Mûsilê dizîn, ji gelek cihên şûnwarî û avahîyên dîrokî.

Wezaret pabend e ku proseya ewarte û berdewam da ku hunerkarîyên Îraqî yên hatine dizî vegerîne, Wezîrê Çandê Ebdul Emîr Hemdanî got.

"Me giranî di karê xwe de daye dozeke sereke tenê, ku em ji gelekî çavdêrîya mezad û pêşangehên hunerkarîyan bikin li seranserî cîhanê, di nav de firoştin û mezadên ku li ser înternetê tên lidarxistin, da ku em parçeyên şûnwarî yên xwe bibînin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Xwendekarên Îraqî di seyraneke fêrgehê de bo Mûsexaneya Niştimanî ya Îraqê ya li orta Bexdayê beşdar dibin di 14ê Adarê de. [Wêne ji Desteya Giştî ya Antîke û Keleporê hatiye wergirtin]

Xwendekarên Îraqî di seyraneke fêrgehê de bo Mûsexaneya Niştimanî ya Îraqê ya li orta Bexdayê beşdar dibin di 14ê Adarê de. [Wêne ji Desteya Giştî ya Antîke û Keleporê hatiye wergirtin]

Parçeyên şûnwarî yên Îraqî "hesan e ji pisporan re ku nas bikin", wî got tevî ku proseya vegerandinê destwerdanên qanûnî yên alozdar dixwazin da milkîyeta hunerkarîyan piştrast bikin yên ku li bazara cîhanî tên firotin û kirin.

Dibe ku ev yek zehmet be, wî got, ji ber ku hin ji hunerkarîyên hatine dizîn stampa mûzexaneyê li ser wan nîne "ji ber ew ji cihên şûnwarî hatine derxistin ji alîyê dizan ve".

Bi hezaran parçeyên şûnwarî hatine vegerandin

Xebat bo vegerandina entîkeyên Îraqî tên hevahingkirin ligel Wezareta Îraqî ya Karên Derve, misyonên dîplomatîk ên gelek welatan, nûnerên welatan û UNESCO, Hemdanî got.

"Xebatên me vegerandina bi hezaran hunerkarîyên hatine dizîn û qaçaxkirin encam da di demine cuda de," wî got. "Me dest pê kiriye bi bi dehan hunerkarî bi awayekî mehane em vedigerînin û piranîya welatan aniha di vî arî de bi me re alîkar in."

Wezareta Çandî di 29ê Tîrmehê de 173 hunerkarîyên dizî wergirtin ji Wezareta Karê Derve -- piranîya wan ferfûrîyên û muhirên kevnarên ku ji Holenda, Brîtanya, Keneda, Caponya û Swêdê hatine vegerandin.

Di heman demê de, Wezareta Karê Derve Mihemed Elî Hekîm îlan kir ku hin amadekarî ji alîyê Wezareta Çandî ve hene da ku 5,300 hunerkarîyên din ên ji gelek dewletan hatine vegerandin wergire.

Wî pesnê "xebatên gelek dewletên ku alîkarî bi Îraqê re kirin da ku wan hunerkarîyan ber hev bike ji mûzexane, zanîngeh û heta ji tekekesên ku berê vê ew kirîbûn".

Wî got ku hunerkarî tên vegerandin li gorî şert û mercên herdu qerarên Encumena Ewlekarî ya NY 1483 û 2219.

Di Adara vê salê de, Îraqê 1,300 hunerkarî ji Urdinê wergirtin, Hemdanî got û anî ziman ku goftûgo aniha bi Tirkyayê re li dar in da ku komeke hunerkarîyên Îraqî ji Mûzexaneya Şûnwarî ya Hetay li Entakyayê vegerîne.

Vegerandina misyonên şûnwarî

Li gel vegerandina hunerkarîyên hatine dizîn, Wezareta Çandî kar dike da ku bala misyonên şûnwarî yên navdewletî bikişîne ser Îraqê, da ku di xebatên nûavakirina cihên ku ziyan gihaye wan beşdar bibin û deverine nû jî bixepêrin.

"Tîmên me mil bi mil kar dikin bi hejmareke mîsyonan re ji sala 2011an ve li gelek deverên şûnwarî" li parêzgehên Besra, Zî Qar û Wasitê herwiha li herêma Kurdistanê, Hemdanî got.

"Piştî rizgarkirina Mûsilê, mîsyonan li wê deverê dest bi karê xwe kir aniha çar mîsyon çalak in di hundirê bajar de, li gel tîmên me yên niştimanî kar dikin," wî got

Ev mîsyonên şûnwarî "hunerkarîyan vedigerînin û vekolîn, nirxandin û belgekirinê bi cih tînin" herwiha berdewam dikin bo ku deverine din kifş bikin di rêya xepartinên nû re, wî got.

Wezaretê biryar daye ku ji nû ve mûzexaneya Mûsilê ava bike, ya ku li ser destên DAIŞê hat wêrankirin, ligel mûzexaneyên Enbar û Diyalayê, Hemdanî got.

Wî got ku herwiha plan hene ku di dawî de du mûzexaneyan li parêzgehên Meysan û Kerkûkê vekin.

Vegerandina samanên Îraqê yên çandî

Biryarên Encumena Ewlekarî yên 1483 û 2199 "hiştin ku civaka navdewletî helwesteke xurt bistine derbarê ku alîkarîyê bi Îraqê re bike ku samanên xwe yên hatine wêrankirin vegerîne", birêveberê berê yê mûzexaneya Îraqê Ebas Ebid Mendîl got.

"Dewletên cîhanê aniha alîkarîyê bi me re dikin da ku em hunerkarîyên xwe yên ji alîyê DAIŞê ve hatine dizîn bişopînin û vegerîne," wî ji Diyaruna re got û not kir ku herwiha lêkolîn hunerkarîyên ku ji Îraqê hatine dizîn berî derketina DAIŞê dihewîne.

"Di van herdu salên dawî de, mûzexaneyên [Îrqaî] bi piştgirîya navdewletî, hejmareke mezin ji hunerkarîyên hatine qaçaxkirin vegerandin, hunerkarîyên ku bi awayekî nepenî di mezadan de dihatin kirîn û firotin li seranserî cîhanê yan ji alîyê FDAIŞê ve hatin veşartin," Mendîl got.

Wî not kir ku xebatên vegerandina hunerkarîyan zehmet e û demeke dirêj dibe, bi taybet ji ber ku zehmet ku hejmara deqîq a hunerkarîyên ku hatine dizîn texmîn bike, ji ber ku gelek ji wan nehatine qeydkirin an bi awayekî fermî nehatine belgekirin.

"Tevî wê, tiştê hatiye pêkanîn balkêş e û û mirov han dide ku xebatên vegerandinê berdewam kirin, herwiha alîkarîyeke çalaktir da ku gelek hunerkarîyên niştimanî her çi qas gengaz be vegerînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500