http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/08/22/feature-04

×
×
Ewlehî |

Li gel kontrolkirina rejîmê.. Xûtaya Rojhilatî li jêr fişarê ye

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Hêzên rejîmê li Xûtaya Rojhilatî tên dîtin, çepereke opozîsyonê ya berê ku li derveyî Şamê ye. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî xwecihî ragihand ku rejîma Sûrî hemû cure fişar li ser niştecihên Xûtaya Rojhilatî pêk tîne ku xuya dike ev planeke sistematîk e da xelkê neçarî revê bikin û dest ji malên xwe berdin û berê xwe bidin cihine din.

Xizmetguzarîyên sereke hîna tune ne, û xort li herêmê tên girtin tevî ew di nava lihevkirina lihevanînê de ne, çalakgerê Xûtayê Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Wî got ku piştî rakirina dorpêçê ji ser Xûtaya Rojhilatî-- çepera opozîsyonê ya berê ya li derveyî Şamê-- û bi derbasbûna herêmê re piştî lihevkirinên lihevanînê, rejîmê dest bi dorpêçkirineke hundirîn kir.

Bêk dîyar kir ku "xort bêserûber tên girtin û bo şaxên ewlehîyê tên şandin da lêpirsîna çalakîyên wan ên bi opozîsyonê re bikin, tevî wan lihevkirin hemû tawan ji ser wan rakiribûn."

Lafîteyek li taxa Şêx Ibrahîm daliqandî li bajarokê Kefer Betna li Xûtaya Rojhilatî dîyar dike ku navê wê hatiye veguhartin Erîn. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Wî anî ziman ku yên girtî bi piranî tên şandin kampên erka xweparastinê ya neçarî û paşê wan dişînin Idlibê da beşdarî şerê berdewam ê li wê derê bibin.

Wî got ku heman tişt li ser wan kesên bi qîm û reza xwe tevlî erkê dibin jî tê pêkanîn.

Li gorî Bêk, xizmetguzarî li piranîya bajarok û gundên Xûtaya Rojhilatî tune ne, her wekî herêm hîna bê kehrebe, av û nexweşxaneyan e.

Wî da zanîn ku ji niştecihan hatiye xwestin ku nirxên kehrebe û avê yên ji 2011an ve bidin berî ew jimêrkerên kehrebê bi dest bixin.

Bêk da xuyakirin ku bêyî destûra desthilatên ewlehî nikarin herin Şamê jî-- ku ev destûr mehek an bêhtirî jê re divê heta were bidestxistin, da zanîn jî ku endamên hemû şaxên ewlehî bi giranî li herêmê belav dibin.

Nîşanên stratejîya rejîmê

Bêk got ku di heman demê de, hêzên rejîmê hîna malan desteser dikin û malûmikên xelkê talan dikin ên revîyane deverine din an jî derveyî welêt.

"Ev erd û malûmilk di destê alîgirên rejîmê de ne ji derveyî herêmê, û ew bi rastî guhartineke demografîk çêdikin," wî ev yek zelal kir.

Wî dîyar kir ku nîyeta rejîmê aniha bêhtir belî bûye, û destnîşan kir ku ew "bi awayekî belî dixwaze dorpêçeke ewlehî li dora Şamê çêbike."

Wî ragihand ku bi vê stratejîyê re, rejîm navê gelek deveran guherandîye û navên ku dilsozîyê ji rejîmê re tînin ziman li wan kiriye.

Navê taxa Şêx Ibrahîm li Kefer Betna hat guhartin û bû Erîn (Mala Şêr), ku nîşaneya navê malbata serok Beşar Esed e, bo nimûne.

Bêk got ku û navê taxa Eyn Terma jî bû Reîs ango (Serok).

Tu vê mijarê diecibînî?
1

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan
Captcha