Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq xebatên xwe zêde dike da ku rê li pêşîya milîsên li Nînewayê bigire

Alaa Husên li Bexadyê û Firas Omran

Endamine milîsa Liwayê 30mîn li vir tên dîtin di wêneyekê de ku 7ê Tîrmrhê li ser malpera milîsê hat weşandin. Serkirdeyê milîsayê Waed Qado bi binpêkirina mafên mirov bersûc e ji alîyê Wezaraeta Gencîneyê ya Amerîkî ve.

Endamine milîsa Liwayê 30mîn li vir tên dîtin di wêneyekê de ku 7ê Tîrmrhê li ser malpera milîsê hat weşandin. Serkirdeyê milîsayê Waed Qado bi binpêkirina mafên mirov bersûc e ji alîyê Wezaraeta Gencîneyê ya Amerîkî ve.

Hikûmeta Îraqî kar dike da ku rê li ber milîsên Îran piştgirîya wan dike bigire, milîsên ku li Deşta Nînewayê kar dikin û bi awayekî tam kontrola rewşa ewlehî dikin li gel berhengarîyên vê dawîyê yên li pêşîya desthilatdarîya dewletê.

Ev tedîbîr hat dema ku milîsên serdest li wê deverê bi berdewamî -- Liwayê 30mîn yê Hêzên Heşda Şebî, bi birêveberîya Waed Qado -- berhengarîya fermanên hikûmetê dikin, fermanên ku baregehên xwe vala bikin û ji wir vekişin.

Di 5ê Tebaxê de, Serokwezîrê Îraqî Adil Ebdul Mihdî fermanek weşand ku tê de ji Lîwayê 30mîn dixwaze ji hemû xalên pişkinînê yên li jêr kontrola wê li herêma Deşta Nînewayê vekişe.

Ev ferman rastî berxwedanîyeke xurt hat ji alîyê liwa ve, yê ku serkirdeyên wê şopînerên xwe dan hev û ji wan xwest ku rêya Mûsil û Hewlêrê bigirin. Herwiha mêrên milîsê teker jî şewitandin û kevir avêtin polîs û hêzên artêşê.

Piştî rê hat girtin bi du rojan, hikûmeta Îraqî şandeyeke serbazî ya payebilind şand da ku giftûgoyan bi fermandarê Liwayê 30mîn re bike Qado, yê ku li ser lîsteya cizayan ya Amerîkî ye.

Şandeyê biryar da ku artêş, polîs û Liwayê 30mîn dê bi awayekî hevbeş kontrola deverê bikin, lê vê gavê niştecîyên xwecihî aciz kir.

Kirarên Liwayê 30mî "ne kêmî berhengarîyeke eşkere ne li dijî dewlet û fermandarîya serbazî ya bilind ", peyvdarê êlî yê Nînewayê Şex Muzahim Huwêt ji Diyaruna re ragihand.

Wî milîs bersûc kirin ku ew fermanên xwe ji Serkirdeyê Gewre yê Îranê, Elî Xameneyî werdigirin û ew xizmeta berjewendîyên Îranê dikin li şûn ku xizmeta Îraqê bikin.

Divê ewlehîya Deşta Nînewayê di destên hêza polîsê xwecihî de be, endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xezwan Dawdî ji Diyaruna re eşkere kir.

Milîs sûdê ji payeya xwe wedigire

Liwayê 30mîn "red kir ku fermana Serokwezîr ku ji xalên pişkinînê vekişin bi cih bîne", parlementerê Îraqî Şêrwan Dobardanî told Diyaruna re got.

Wî bang kir ku mîrên milîsê ji hemû xalên pişkinînê li derdora Nînewayê rakin, dibêje ku Liwayê 30mîn "xelkên xwecihî santajan dike û bertîlan ji ajokerên kemyon û xwedîyên kargehan dixwaze li cem xalên ku di wan re derbasî bajar dibin".

Berhengarîya ji alîyê milîsê ve tê ji biryara wê standiye ku berjewendîyên xwe li herêmê biparêze, şirovekerê siyasî Xazî Fêsel Husên ji Diyaruna re ragihand.

Liwayê 30mîn angaşt dike ku ew rojane 2mîlyon $ ji santajankirin û bertîlên li ser ajokerên kemyonên bazirganî disepîne li xalên xwe yên pişkinînê li Deşta Nînewayê dertîne, wî got, ew li bazirganan ferz dike ku rêjeyekê ji sedî ji qezencên xwe bidin wê.

Berhengarîya milîsê berevajîya dîyar di helwesta wê de eşkere dike, wî got û not kir ku angaşt dike ku ew beşeke ji rêxistina dewletê ya fermî û ew bi ya biryarên ji alîyê Serokwezîr ve hatine weşandin dike.

Lê bi rastî, Liwayê 30mîn û milîsên din ên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê bi ya fermanên Feyleqa Pasdaran dikin, wî got.

Feyleqa Pasdaran dibêje ku hêzên ewlekarîyê yên Îraqî nikarin bi tenê gelê Îraqî biparêzin, û dibêjin ku milîsên – ew wan bi pere û çekan dabîn dikin – ji ewlekarîya Îraqê re girîng in, wî got.

Rêgirtina li pêşîya komên nîvleşkerî

Îranî arezû dikin ku van hêzên nîveskerî bikine berdêl ji hêzên Îraqî yê rêzî re, Husên got, mîna têkilîya Feyleqa Pasdaran bi artêşa Îranî re û da ku sazemenîyên dewleta Îraqî lawaz bike.

Hikûmeta Îraqî bi awayekî dubare daxuyand ku ew dê derfetê nede ti koma çekdar ku hukmê qanên binpê bike û not kir ku tevî fişar û berhengarîya ew rastî tê, ew plana xwe berdewam dike.

Plan di nav xwe de rêgirtina li ber desthilatdarîya komên nîveskerî dihundirîne, bi taybet ew milîsên Îran piştgirîya wan dike, wî got.

Ebdul Mehdî di 10ê Tebaxê de biryara xwe teqez kir ku ew dê serperiştîya rakirina hêdî hêdî ji hemû xalên pişkinînê re yên li Deşta Nînewayê bike û da piştrast bike ku tenê hêzên Îraqî dê berpirs bin bo birêvebirina xalên pişkinînê yên mayî.

Di hevpeyvîneke bi medyaya Îraqî re, wî got ku bicihanîna fermana birêveberî ya di Tîrmehê de hat weşandin eger em ragihînin ku komên PMF ên ne pabend in bi biryarên hikûmetê da ku derveyî qanûnê bin dê "zehmet û alozdar be".

Lê ew dê were bicihanîn, wî anîn ziman û not kir ku ew demnameyekê ji mehekê heta şeş mehan dixwaze ku were bicihanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê were rawestandin.

BERSIV BIDE

Malpereke ne girîng.

BERSIV BIDE

Ne baş e.

BERSIV BIDE

Ez hêvî dikim ku ev malper zû were girtin.

BERSIV BIDE

Ev malper fitneyê gur dike.

BERSIV BIDE

Gurkirin û tevlîhevî.

BERSIV BIDE

Îraq ji alîyê herkesî ve xoşewîst e. Lewra, divê samanên wê werin parastin.

BERSIV BIDE