Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Enbar îdyolojîya tundrew ji holê radike di qonaxa paş-DAIŞê de

Seyf Ehmed li Enbarê

Şêxên Remadî li civînekê di nîvê Tîrmehê de amade dibin bo nîşandana girîngîya perwerdekirina xelkê li dijî ramanên tundrew. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Şêxên Remadî li civînekê di nîvê Tîrmehê de amade dibin bo nîşandana girîngîya perwerdekirina xelkê li dijî ramanên tundrew. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Du sal li ser rizgarkirina bajarên Enbarê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derbas bûn, lê hîn desthilatên xwecihî û rêxistinên sivîl giranîya xebatên xwe didin jiholêrakirina şopên îdyolojîya tundrew a rêxistinê.

Berpirs dibêjin ku kampanîyên hişyarîkirinê bi taybetî zarok û ciwanên li kampên li Enbarê armanc dikin.

Ew ji lidarxistina semînar û workşopan, û belavkirina poster û nameyên hişyarîyê yên ku tundrewîyê şermezar dikin pêk tên.

Kampanîyên hişayîkirinê girîng in, nemaze li herêma Ferata Jorîn, ya ku bajarên Hît, Bexdadî, Rutba û Qaimê li ser sînorê bi Sûrîyayê re, dihundirînin, serokê hêzên êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ragihand.

Îraqî li Kolana Rewşenbîrî ya Felûcayê, cihê ku çalakî di nîvê Tîrmehê de lê hatin lidarxistin, kom bûne bo rûbirûbûna tundrewîyê û redkirina tayifgerîyê. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Îraqî li Kolana Rewşenbîrî ya Felûcayê, cihê ku çalakî di nîvê Tîrmehê de lê hatin lidarxistin, kom bûne bo rûbirûbûna tundrewîyê û redkirina tayifgerîyê. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Ev xebatên wiha dê "misoger bikinku ramanên tundrew ji hişên zarok û ciwanan ra bûne", wî ji Diyaruna re got.

"Enbar şerekî dijwar li dijî DAIŞê dîtiye, ku bû sedema ziyaneke mezin di jêrxaneyê de û hejmareke mezin ji qurbanîyan," Obêdî got.

Wî got ku şer bû encama rizgarkirina parêzgehê ji DAIŞê, lê ewlehî û aramîya mayinde "xwe dispêre jiholêrakirina ramanên terorîstan û bidawîkirina tundîyê bi hemû awayên wê".

Serkeftina serbazî li ser DAIŞê hatiye pêkanîn, dem dema rûbirûbûyîna îdyolojîya tundrew e ku hinek dixwazin wê belav bikin, nemaze li kampan, endamê encumena parêzgeha Enbarê Hemîd Ehmed Haşim ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku DAIŞê kar li ser şiştina mêjîyên zarok û sîpekan kiriye, û da zanîn ku hewcedarî bi lidarxistina kampanyayên hişyarîkirinê û perwerdekirinê heye bo danûstandin bi îdyolojîya rêxistinê re.

Wî got ku kompanîyên hişayîkirinê li Enbarê tên lidarxistin, ku ji hêla birêveberîyên karûbarên civakî û rêxistinên civaka sivîl û yên navdewletî ve tên destpêkirin.

Workşop, semînar û mêzên gengeşekirinê tên lidarxistin bo perwerdekirina ciwanan û deriwandina îdyolojîya DAIŞê, û da zanîn ku kampanya bi hevahengî ligel polîs, rûsipîyên êlan, Weqfa Sûnî li Enbarê û Encumena Zanayên Rebat Muhemedî tê pêkanîn.

Aramîyeke mayinde

"Qonaxa îroyîn gerekdarî xebatên konkrêt ên hikûmetê û civaka sivîl e bo jiholêrakirina ramanên terorîst ên ku di nav hinek kesên li kampan dijîn de mane," serokê encumena xwecihî ya Hîtê Muhemed Muhened Hîtî got.

Divê ev xebatên bên pêkanîn "berî ku ew vegerin deverên xwe û tevlî komelgehên xwe bibin", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Rewşa ewlehî seqamgîr e û şênî bi awayekî berbiçav bi ajansên ewlekarîyê re hevkarîyê dikin," wî got, û da zanîn ku berdestkirina aramîya mayinde bi hewcedarî rûbirûbûna îdyolojîya tundrew û bêvirandina fetwayên çewt ên DAIŞê ye.

Hîtî got ku sazîyên hikûmetê û rêxistinên civaka sivîl, di nav de birêveberîyên perwerdahî û polîsê civakî roleke xuyayî digerînin di bilindkirina asta hişyarîyê ji çewtîya îdyolojîya DAIŞê.

Wî got ku Fermandarîya Polîsê Enbarê birêveberîya polîsê civakî, ku li hemû bajarên Enbarê çalak e, di Hezîranê de damezrand.

Wî got ku pir girîng e di şerkirina li dijî îdyolojîya radîkal, tawan û tundîya herêmî de û xeberdarkirina raya giştî ji çawanîya hevahengîya bi ajansên ewlekarîyê re.

Peydakirina "jîngeheke ewleh" ji malbatên bêwarbûyî re

"DAIŞê binpêkirinên kirêt li dijî xelkên bêsûc pêk anîn dema ku wê piranîya Enbarê di sala 2014de kontrol dikir," Semîra Muhemedi, ku lêkolîner û çalakgereke mafên mirov e û ji Felûcayê ye.

Wê got ku vê yekê birîn û şopên derûnî yên ku girîng e werin sarêjkirin hiştin, û da zanîn ku polîsê civakî û hevkarîya zanayên olî û rûsipîyên êlan bi hêzên ewlekarîyê re "roleke girîng di rawestandina tawanên îdyolojî de digerîne".

"Kar ji alîyê rêxistin, oldar, polîsê civakî û rûsipîyên êlan û herwiha xutbeyên roja Înê ve berdewam in da ku hişyarîyê zêde bikin derbarê xeterîya fikreyên tundrew û gefa ew li ser zarokan çêdikin," Muhemedî got.

Wî got ku herwiha tîmên ciwanên xwebexşserdana kampên bêwarîyêli navçeyên Amirîya, Hebanîya û Bzibizê dikin "daku asta hişyarîya niştecîyan bilind bikin û piştgirîya civakî û derûnî ji wan re pêşkêş bikin".

"Jîyan li Enbarê asayî bûnye," wê got, û xebatên berdewam ji alîyê ajansên hikûmetê û rêxistinên navdewletî ve berdewam in daku jîngeheke ewle ji malbatên bêwar re were dabînkirin, malbatên ku vegeriyane deverên xwe û ew malbatên ku hîn bêwar mane.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hezkirina Elî weke sinc û başbûna wî ye ــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــــ Hûn ev kesên li pey kesên tekfîrî, Xewaric, Nisîbî û endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dimeşin, bibînin ku hezkirina Elî, bi kirinên xêr û îmanê re tên, dê we rizgar bike. Hezkirina Elî yanî divê hûn rêbaz, sinc, başbûn û edaleta wî bişopînin, silavên Xwedê lê be. Eger Elî bixwe heyfa xwe ji kujerê xwe nestîne, çawa hûn dikarin xwe di nava xelkên bêguneh de biteqînin û jin û zarokan bikujin? Hay ji xwe hebin, û xwe bi gotinên ku rêya şaş ji we re vedikin nexapînin, hay ji vê yekê hebin. Ji semînera 8an hatiye wergirtin, "Ji berîya zayînê heya mirinê: dahûrîneke bêalî a Dîrok û Ayînên Îslamî ji hêla Seyd el-Şerxî el-Hesanî, Xwedê emrê wî dirêj bike!

BERSIV BIDE