Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Balefireke şer a rejîma Sûrîyayê li nêzî Idlibê tê xwarê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Parçeyên balefira şer a rejîma Sûrî, ku kardestê wê Rûsî ye, li çolekê ye li nêzî bajarokên Letemna û Temenayê li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Parçeyên balefira şer a rejîma Sûrî, ku kardestê wê Rûsî ye, li çolekê ye li nêzî bajarokên Letemna û Temenayê li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Çalakgerekî got ku tundrewan Çarşemê (14ê Tebaxê) balefireke şer a rejîma Sûrîyayê li parêzgeha Idlibê anî xwarê, di demekê de ku hêzên rejîmê yên bejahî pêşveçûna xwe ber bi bajarê Xan Şêxûnê ve didomînin.

Balefireke şer a hêza asmanî ya Sûrî ku Rûsî ye û ji corê Suxoyî Su-22 ye li nêzî bajarokên Letemayê û Temenayê li gundewarê başûrî yê Idlibê hat xwarê, çalakgerê ji Idlibê yê bi bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Ev yekem bûyera wiha ye ji dawîya Nîsanê de, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Firokevan jî hat dîlkirin" û ew di destên Tehrîr el-Şam de ye, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman Çarşemê ragihand.

Balefireke rejîmê ji corê Suxoyî So-22 roja 14ê Tebaxê hat xistin, dema ku wê gundewarê başûrî yê Idlibê armanc dikir. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Balefireke rejîmê ji corê Suxoyî So-22 roja 14ê Tebaxê hat xistin, dema ku wê gundewarê başûrî yê Idlibê armanc dikir. [Wêne di medyaya civakî de hatiye belavkirin]

Idlibî daxuyand ku raportên bi agahîyên cuda li dor girtina firokevan hene, yê ku tê payîn ku ji alîyê koma tundrew a Turkmenistanî ve hatibe dîtin piştî ku wî xwe bi paraçûtê ji firokeyê avêtiye û ew radestî Tehrîr el-Şam hatiye kirin.

Tehrîr el-Şam, hevbendîya tundrew a kontrola piranîya herêma Idlibê dike,Pêncşemê vîdyoyek belav kir ku angaşt dike kesê tê de dîyar dibe firokevanê dîlkirî ye, û ew xwe bi navê muqedem Muhemed Ehmed Slêman e ji hêza asmanî ya Sûrî.

Cihê ku firoke lê têkçûye li nêzî Xan Şêxûn e, li devereke terikandî ku dikeve li ser rêyeke bilez ku rejîmê wê qut dike, û ew rê Şamê bi Helebê ve girê dide.

Rejîm ber bi Xan Şêxûnê ve bi pêş ve diçe

Idlibî got ku xistina xwarê ya balefira şer hevdem bû ligel şerên dijwar li ser erdê ku di encamê de hêzên rejîmê ji Xan Şêxûnê nêztir bûn.

Rewangehê ragihand ku Pêncşemê ew bi tenê sê kîlometran ji bajarok bi dûr mane, piştî kontrolkirina pênc gundan li bakurê rojavayê bajarok di şeva çûyî de.

"Armanc ji pêşveçûnê dorpêçkirina Xan Şêxûnê ye û gihiştin bi rêya bilez e," Ebdul Rehman ragihand.

Rewangehê got ku pevçûnên li başûrê Idlibê yên Pênşemê bûn encama kuştina pênc cengawerên rejîmê û 11 tundrew û çekdarên komên hevalbendên wan.

Idlibî got ku êrîşên asmanî li bajar û bajarokên Maeret Numan, Maeret Hurma, Heş, Moqa, Cibala û Ksanfera li gundewarê başûrî yê Idlibê berdewam bûn.

Wî daxuyand ku tê payîn ku hejmara qurbanîyan bilind bibe, ji ber dijwarîya şer li dar, nemaze li derdora Tel Terî û Sukeykê.

Rewangehê teqez kir ku di pevçûnên Çarşemê de 16 hêzên rejîmê, û herwiha 24 tundrew û heft çekdarên komên hevalbendên wan hatin kuştinû wiha amara giştî ya kuştîyan bilind bû.

Rewangehê got ku herwiha Çarşemê, êrîşên asmanî yên Rûsî çar sivîl li nêzî bajarokê Maeret Hurmayê li başûrê parêzgeha Idlibê kuştin.

Rewangehê ku xebatkarekî nûjdarî, ajokarê ambûlansekê û xebatkarekî xelaskirinê hatin kuştin.

Çar sivîlên din jî di êrîşên asmanî ên rejîmê de li ser bajarokê Maeret Numanê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500