Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsan: DAIŞ nema dikare dîsan xwe rêxistin bike

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî ji Firqeya Peyade ya 5ê di 6ê Tebaxê de tên dîtin di operasyoneke lêgerînê de li bermahîyên DAIŞê li Diyalayê di çarçoveya pêngava ewlehî ya bi navê ''Vîna Serkeftinê'' de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî ji Firqeya Peyade ya 5ê di 6ê Tebaxê de tên dîtin di operasyoneke lêgerînê de li bermahîyên DAIŞê li Diyalayê di çarçoveya pêngava ewlehî ya bi navê ''Vîna Serkeftinê'' de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyonên ewlehî yên vê dawîyê li Îraqê şiyana bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ya êrîşkirinê kêm kir û nema rêxistin dikare xwe careke din rêxistin bike, li gorî berpirs û pisporên ku bi Diyaruna re axêvîn.

Hêzên Îraqî yên hevbeş pêngava ewlehî ya "Vîna Serkeftinê"bi cih tênin ji 7ê Tîrmehê ve, pêngava armanc dike ku bi awayekî tam şanên DAIŞê li biyabanê tune bike, biyabana ku parêzgehên Enbar, Selahedînû Nînewayê dide ber xwe û heta bi sînorê Îraq û Sûrîyayê dirêj dide.

Di qonaxa pêngavê ya yekem de, zincîrek ji operasyonan hatin destpêkirin bo ramalînê û wêrankrina veşartgehên DAIŞê li biyabana Îraqî ya bi dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re.

Qonaxa duyem li derdora Bexdayê ji alîyê bakur ve hat destpêkirin lê qonaxa sêyem devera çîyayî li rojavayê Mûsilê û rojhilatê Diyalayê da ber xwe.

Hêzên hevbeş ji artêşa Îraqî û êlên xwecihî tên dîtin ku biyabana li bakurê Qaimê, li nêzî sînorê Sûrîyayê, di 26ê Hezîranê de radimalin. [Wêne ji Hêza Êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Hêzên hevbeş ji artêşa Îraqî û êlên xwecihî tên dîtin ku biyabana li bakurê Qaimê, li nêzî sînorê Sûrîyayê, di 26ê Hezîranê de radimalin. [Wêne ji Hêza Êlên Ferata Jorîn hatiye wergirtin]

Armanc ji operasyonên li pey hev ew e ku "nehêlin rêxistina terorîst careke din şiyanên xwe yên şer bide hev û vegere hêza xwe ya berê", pisporê ewlekarî Seîd Ceyaşî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Li ser asta ewlehî û li gorî delîlên belgekirî, kampanya rol di kêmkirina operasyonên terorî de heta bêhtir ji nîvê rêjeyê lîst û dijmin jî lawaz kir," wî got.

Wî got ku pêngavê nehişt ku bermahîyên DAIŞê dest bi êrîşan bikin, ên mîna armanckirina xalên pişkinînê, bikevine rêya rêwîyan, bombeyan li ser rêyan biçînin, xelkê birevînin û bikujin.

"Endamên mayî tenê şanine hejmara wan biçûk çêdikin, şanên ku nikarin çekên ku têra wan dikin peyda bikin û komgehên wan ên teqemenîyan tune ne û ew di tirsê de di hundirê şikeftan de li biyabanê dijîn," Ceyaşî got.

Operasyonan hişt ku nema çekdar karibin piştgirîya lojistî ji bermahîyên DAIŞê di sînor re werbigirin, bermahîyên ku xwe li biyabana rojhilatê Sûrîyayê vedişêrin.

"Hêzên me xebatên mezin dikin daku sînorê Îraq û Sûrîyayê ewleh bikin,û em di van pêngavên aniha û pêngavên ewlehî yên berê de jî bi ser ketin ku em bi dehan hewldanên derbasbûna bi dizî çepel bikin," wî got.

Wî anî ziman ku hêzên Îraqî ev yek bi cih anîn di rêya danîna kemînan û zêdekirina operasyonên hewalgirî yên zexm de.

Bermahîyên DAIŞê "li xwe heyirîne û aniha ew revîyayî ne li şûn ku divê ew kontrolê bikin", Ceyaşî got.

Ne pêkan e ku DAIŞ careke derkeve holê

Ev yek hevdem ligel raportên nû yên dibêjin ku hîn DAIŞ gefeke cidî çêdike û rêxistin careke din derdikeve holê û careke din kontrolê vedigerîne tê.

Lê, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand ku dê "ne gengaz be ku rêxistin ji nû ve vegere di demekê de ku operasyonên ewlehî û parêzî berdewam in".

"Rastîya li ser erdê ew e ku aniha bi awayekî zelal destnîşan dike ku êdî şiyanên terorîstan di warê samanên mirovî û darayî û di warê moralan de kêm dibin," wî got.

Wî teqez kir ku hejmarên DAIŞê ji ber fişara serbazî kêm dibin, û not kir ku bermahîyên DAIŞê di komine ji sê heta pênc çekdaran digihine hev û "ew berevanîyê dikin bêhtirî ku êrîş bikin".

Wî got ku pêngava "Vîna Serkeftinê" mirin û girtina gelek ji van çekdaran û wêrankirina veşartgehên wan encam da, lê endamên DAIŞê yên hîn negirtî ne "li deverên dûrdest îzolekirî ne û gelekî li wan teng bûye û êdî ew nikarin bi dizî di sînor re tev bigerin an pêdivî ji wan re werin dabînkirin".

Resûl daxuyand ku bi alîkarîya van operasyonan, ajansên hewalgirîya Îraqî "planên şanên razayî yên DAIŞê têk birin, şanên hewl didan ku êrîşên berfireh bicih bînin".

Di 7ê Tebaxê de, hêzên hewalgirîya Îraqî li parêzgeha Nînewayê şaneke ji pênc endamên terorîst pêk dihat li Mûsilê ji hev xistin. Hardên ku agahî û belgeyên girîng dihundirînin û herwiha pirtûkên ku îdîolojîya DAIŞê han didin bi wan re bûn.

Berî rojekê, ajansên hewalgirî şaneke ji pênc endaman li devera girava Remadîyê li Enbarê kifş kirin, endamên plan dikirin ku êrîşekê li dijî sivîlan di Cejna Qurbanê de pêk bînin.

Pêşketina ku hêzên hewalgirîyê pêk anîne "stûneke serke ye bo piştgirîya hemû xebatên ewlehî yên din", serkirdeyê hêzên êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî got.

Obêdî got ku çekdar "enerjîya wan nemaye û nema dikarin êrîşêan bikin", û anî ziman ku ew li deverinan mîna Wadî Horan, Wadî Qetf û li çîyayên Hemrînê û Mexûlê dorpêçkirî ne.

Lê wî hişyarî ji şîyana DAIŞê ku careke din xwe li Sûrîyayê bide hev da, û wiha got, "Ev yek ji me dixwze ku em gelekî çavdêrîya sînor bikin û berdewam xebatên ewlehî yên parêzî bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500