Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Paşmahîyên DAIŞê rastî xesarên mezin tên li biyabana Rutbayê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî deverên li biyabana Rutbayê li rojavayê Enbarê radimalin bo lêgerîn li veşartgehên DAIŞê di Nîsana 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 1ê ya Artêşa Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî deverên li biyabana Rutbayê li rojavayê Enbarê radimalin bo lêgerîn li veşartgehên DAIŞê di Nîsana 2018an de. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya 1ê ya Artêşa Îraqî hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî Sêşemê (13ê Tebaxê) got ku hêzên wê daketineke bi firokeyê li biyabana Enbarê pêk anîne, bi piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî, û ew bû encama mirina 10 endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Balefirên şer ên Hevpeymanîyê êrîşeke asmanî li ser stargeheke DAIŞê li Wadî Horan li biyabana Rutbayê pêk anî, piştî wê Yekîneya Taktîkî ya 1ê ya Ajansa Dijî Terorîzmê daketineke bi firokeyê pêk anî, ajansê di daxuyanîyekê de ragihand.

Ajansê got ku pişt re pevçûn qewimîn, û di encamê de "heşt terorîst" hatin kuştin, û da zanîn ku "dema ku hêzê yek ji stargehan pişkinîn dikir, du terorîstên ku kemberên teqîner li wan bûn hatin dîtin".

"Yek ji xwekujan hat kuştin û yê din xwe teqand lê tu ziyan negihişt hêza êrîşker," ajansê eşkere kir.

Hêzên taybet ên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî digrin ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê di 6ê Îlona 2018an de. [Wêne ji Fewcê Taktîkî yê Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên taybet ên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî digrin ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê di 6ê Îlona 2018an de. [Wêne ji Fewcê Taktîkî yê Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Çavkanîyeke xwecihî ku xwest nasnameya wî neyê eşkerekirin agahîyên bêhtir têkildarî operasyonê bi Diyaruna re par ve kir, û got ku balefirên şer ên Hevpeymanîyê êrîşeke asmanî li dijî veşartgeheke daIŞê li biyabana Rutbayê Yekşemê pêk anî.

Wî got jî ku roja din, balefirên şer vegerîyan û "endamên DAIŞê yên ku hatin kelaşên çekdarên xwe bibin û birîndarên xwe derman bikin, armanc kirin".

Wî got ku hêza taktîkî li cihê topbaranê bi firokeyê daket û bi her du xwekujên DAIŞê re kete pevçûnan de.

Çavkanîyê teqez kir ku ajansê "misoyneke lêgerînê ya berfireh li deverên nêzîk dest pê kir, û di encamê de pênc endamên DAIŞê kuştin", û da zanîn ku Hevpeymanîya Navdewletî bombebarankirina veşartgeh û stargehên DAIŞê li biyabanê roja Sêşemê domandin.

Terorîst êdî lawaz in

Wî got ku pêngava ewlehî, ya navê "Operasyona Serdestîya Cejnê" lê hat kirin, bû encama "xesarên mezin û nepêşbînîkirî di nava rêzên DAIŞê de".

Êrîşa asmanî "deqîq, bibandor bû û li ser bingeha agahîyên ji firokeyên koleçanê û teknîkên pêşketî yên çavdêrîyê hatibûn komkirin bû", wî got, "ligel raportên ji alîyê sîxurên nehênî ve".

Wî got ku operasyon çend rojekê piştî ku leşkerên Lîwayê 4ê yê Firqeya 1ê ya Artêşa Îraqî, bi piştgirîya hêzên êlan, misyoneke lêgerînê li paşmahîyên DAIŞê li Tebetê li biyabana Rutbayê pêk anîn, tê.

"Hêzan lorîyeke bi qasên mezin ên çek û cebilxaneyan barkirî dît, ku terorîstan ew li pey xwe hiştibû piştî ew revîya bûn," çavkanîyê eşkere kir.

"Hîn jî biyaban vehewangeheke terorîstan e," wî got, "lê hejmara wan kêm dibe û hêzên wan lawaz dibin ji encama guvaşa serbazî".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500