Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Çalakgerekî Idlibê di zindana Tehrîr el-Şam de dimire

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çalakgerê Sûrî Samir Selûm, ê ku di zindaneke Tehrîr el-Şam de li Idlibê mir, rastî eşkencê hatibû, zindanîyekî berê got. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerê Sûrî Samir Selûm, ê ku di zindaneke Tehrîr el-Şam de li Idlibê mir, rastî eşkencê hatibû, zindanîyekî berê got. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerê Sûrî Samir Selûm, yê ku bi dijberîya wî ya dijwar ji destêwerdanên zordarî yên Tehrîr el-Şam di jîyana sivîl de li parêzgeha Idlibê tê naskirin, dizindaneke hevbendîya tundrew de mir, li gorî çalakgerekî din.

Selûm ji alîyê hevbendîyê ve di 26ê Kanûna Yekema 2017an de hatibû girtin, û ew di zindaneke wê de mir, ku ew tê de rastî eşkencedanê hatibû, dora sal û nîvekê ji zindankirina wî, çalakgerê Idlibî Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Birayê çalakger, rojnameger Mihemed Selûm, mirina wî ji Fransayê, welatê ku ew lê dijî piştî ew ji Sûrîyayê revîya, piştrast kir.

Esaf got ku Samir Selûm medyavan bû û bi diberîya xwe ya dijar ji Tehrîr el-Şam re û destêwerdanên wê yên zordarî di jîyana sivîlan de li deverên li jêr kontrola wê dihat naskirin.

Çalakgerê Sûrî Ebdul Rehman Necar d izindana Tehrîr el-Şam de ye ji ber dijberîya wî ji kiryarên hevbendîyê re li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çalakgerê Sûrî Ebdul Rehman Necar d izindana Tehrîr el-Şam de ye ji ber dijberîya wî ji kiryarên hevbendîyê re li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam ew li zindana Îqab a navûdengîya wê xerab de hiştibû, û ew ji serdanan jî qut kiribû, di nav de serdanên ji bal malbata wî, jin û zarokên wî yên biçûk jî.

"Nûçeya mirina wî bi rasthatin hat naskirin piştî serbestberdana hinek girtîyan, yên gotin ku Selûm mir piştî tendirustîya wî kambax bû ji ber eşkenceya dijwar a ew rastî dihat," wî got.

Li gorî Esaf, Tehrîr el-Şam bêhtir ji 1,500 kesî di zindan û girtîgehên xwe de digire, ku gelek ji wan dijberên hevbendîyê ne.

Di nav wan de Cuma Elî, yê ku ji mala wî ji gundê wî li gundewarê rojavayî yê Idlibê hat revandin, çalakger Ebdul Rehman Necar, û hineke din.

Esaf got ku hemû hewlên ji alîyên komên civaka sivîl û kesayetên li herêmê ve bo rawestandina van girtinan bibin ketin, û çarenivîsa gelek ji girtîyan bi yekcarî nedîyar e ji ber qedexekirina serdanan.

"Herwiha nîgeranî têkildarî çarenivîsa van girtîyan hene ji ber ku rewşa ewlehî li Idlibê her diçe kambaxtir dibe" wî got, û da zanîn ku tirs heye ku ew bo qadên şer bên şandin bo ew weke çekdar an mertalên mirovî ji hevbendîyê re xizmetê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500