Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam ''walîyê Idlibê" yê DAIŞê dikuje

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên Tehrîr el-Şam endamekî DAIŞê li parêzgeha Idlibê girtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Çekdarên Tehrîr el-Şam endamekî DAIŞê li parêzgeha Idlibê girtin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Tîmeke Tehrîr el-Şam "Walîyê Idlibê" yê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û serkirdeyekî din ê rêxistinê kuştin di kemînekê de li tixûbên bajarê Selîqê li bakurê Idlibê, li gorî çalakgerekî xwecihî.

Du lîderên DAIŞê di pevçûnekê de Yekşemê (11ê Tebaxê) hatin kuştin, piştî ku çekdarên Tehrîr el-Şam kemînek li nêzî yek ji xanîyên ku endamên DAIŞê xwe tê de vedişartin pêk anîn, çalakgerê ji Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Tehrîr el-Şam zanî ku "hejmarek ji endamên DAIŞê xwe di kêlgeheke xazê de, li ser rêya Selqîn-Derkûşê li gundewarê başûrî yê Idlibê, vedişêrin".

Idlibî got ku wan girte ser veşartgeha wan, û bi du lîderên DAIŞê re ketin pevçûnê, û Ehmed Ebdul Basit Şead, û elyas Ebdo Şedîd kuştin.

Ev endamên DAIŞê ne, yên ku Tehrîr el-Şam ew girtine, li bajarokê Sermînê li gundewarê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ev endamên DAIŞê ne, yên ku Tehrîr el-Şam ew girtine, li bajarokê Sermînê li gundewarê Idlibê. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ew ji alîyê Tehrîr el-Şam ve "dihat xwestin" ji ber ku wî xwe weke parêzgarê Idlibê ragihand, li parêzgeha ku bi piranî li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e.

Idlibî teqez kir ku lîderekî din ê DAIŞê "ê rêza pêşîn", Ebdulah Xalid Ebas, elyas Ebû Xalid Telmenes, xwe di bûyerê de teqandin.

Rola wî ya taybet di nava rêzên DAIŞê de ne dîyar e.

Idlibî got ku piştî pevçûna xwînî, Tehrîr el-Şam dever dorpêç kir û operasyoneke ramaliştinê ya berfireh pêk anî bo lêgerîn li kesayetên têkildar bi şanên razayî yên DAIŞê re.

Tehrîr el-Şam ev şan bi pêkanîna teqînan û kuştinan li dijî rêber û çekdarên xwe tohmetbarkirin, û herwiha bûyerên li dijî komên tundrew û çekdar ên din li parêzgehên Idlibê û Hemayê.

Idlibî daxuyand ku yê ku qaşo jê re tê gotin "Walîyê Idlibê" berî aniha endamekî Eniya Nusra bû, ku ew rêxistina herî serdest di hevbendîya Tehrîr el-Şam de.

Lê wî ew terikand bo tevlî DAIŞê bibe, û ew ji deverê çû devereke din heta ku gihişt Idlibê, û wî li wir rola xwe ya serkirdatî ya dawî gerand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500