Nûçeyên Iraqê
Siyaset

"Atmosfîra şer" li Deraayê hevdem ligel bidawîbûna heyama destûrê

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê

Niştecihên Deraayê li dijî rejîma Sûrîyayê û astengîyên ku dikişînin derdikevin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Niştecihên Deraayê li dijî rejîma Sûrîyayê û astengîyên ku dikişînin derdikevin. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Ji ber bidawîbûna dema dîyarkirî ku tê de ji ciwanan dihat xwestin ku rewşa xwe bi rejîmê re sererast bikin, ciwanên ku li deverên li jêr destê opozîsyonê bûn, atomsfereke tehedîdarîyê li Derayê rû da, çalakgerekî xwecihî got.

Dema dîyarkirî bo çareserkirina rewşê bi rêya pêvajoya lihevanînê berî salekê dest pê kir, û aniha ev yek bi dawî bû, çalakgerê Deraayê Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.

Lihevkirina lihevanînê bang li komên çekdar yên opozîsyonê yên li Deraayê kir ku çekên xwe deynin û destê xwe ji ser parêzgehê rakin û radestî rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê bikin.

Ev pêvajo tundîyê xalî nebû, ligel bilindbûna hejmara êrîş û kuştinên ku hêzên rejîmê dikirin armanc li parêzgehê tiştê hişt artêş xwe li deverine cihêreng xurt bike.

Leşkerên rejîma Sûrî û endamine berî yên opozîsyonê bi hev re rêbendeke pişkinînê diparêzin li başûrê parêzgeha Derayê. Binpêkirinên rejîmê yên lihevkirina lihevhatinê hişt ku bi dehan endamên opozîsyonê yên berê veqetin di van heftîyên borî de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Leşkerên rejîma Sûrî û endamine berî yên opozîsyonê bi hev re rêbendeke pişkinînê diparêzin li başûrê parêzgeha Derayê. Binpêkirinên rejîmê yên lihevkirina lihevhatinê hişt ku bi dehan endamên opozîsyonê yên berê veqetin di van heftîyên borî de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Li gorî Mesalma, "atmosfîreke şer girtiye ser parêzgehê."

Mesalma dîyar kir ku tengijîn di çend heftîyên borî de bilind bûye herwekî xwepêşandan, êrîşên li ser rêbendên pişkinînê û girtin jî pêk tên.

Wî got ku di heman demê de, rejîm pabendî lihevkirina xwe nebû ku girtinan rawestîne û rewşa çekdarên opozîsyonê yên berê çareser bike û binesazîya jihevketî ya parêzgehê çaksaz bike.

Rewş aloz dibe

Mesalma daxuyand ku "rewşa Deraayê ber bi şer ve diçe," û da zanîn jî ku rejîm hebûna xwe ya leşkerî çêdike û Firqeya Mertalan a 4an anîye, bi serperiştîya birayê serokê Sûrîyayê, Mahir Esed.

Wî anî ziman ku binpêkirina rejîmê ji lihevkirinê bû cihê hêrsê û bidûrxisitna bi dehan endamên opozîsyonê yên berê yên ku ku li jêr vê lihevkirinê tevlî refên artêşa rejîmê bûbûn hêrs berfirehbû.

Mesalma da dîyarkirin ku wan cihê xwe di bajarê Senamînê de girt û rê li ber hêzên rejîmê girtin, ku di encamê de şer û pevçûnên dijwar di nava herdu alîyan de derket.

Wî destnîşan kir ku heta niha Senamîn di destê endamên opozîsyonê de ye, tevî ku rejîmê ew dorpêç jî kiriye.

Mesalma got ku çalakger li herêmê hejmareke binpêkirinên rejîmê tomar kirine di heyama lihevkirinê de sala par.

Ew angaşt dikin ku 349 sivîl hatine girtin, di nav de hejmareke jin û zarok, li gel 285 çekdarên opozîsyonê yên berê.

Li gorî çalakgeran, hejmareke li jêr êşkenceyê mirine, û 125 hewldanên terorkirinê hebûn ku 73 kes ji wan hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500