Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tundrew li Idlibê û Hemayê dibin armancên kujeran

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermandarê Huras el-Dîn Ebû Welîd Tûnisî bi otombîla xwe rêwîtî dikir dema ku ew bû armanca bombeyekê li gundewarê Idlibê. Ew di teqînê de hat kuştin. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Fermandarê Huras el-Dîn Ebû Welîd Tûnisî bi otombîla xwe rêwîtî dikir dema ku ew bû armanca bombeyekê li gundewarê Idlibê. Ew di teqînê de hat kuştin. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Çalakgerekî got ku komên tundrew li gundewarên parêzgehên Hemayê û Idlibê cihên xwe asê dikin di tedbîreke xweparêzî de piştî destpêkirina pêleke terorkirinan ku çekdar û fermandarên wê yên biyanî armanc dike.

Huras el-Dîn û Ensar el-Tewhîd, ku ser bi Qaîdayê ve ne û hebûna wan li gundewarê Hemayê û Idlibê heye, baregeh û bingehên xwe asê dikin piştî kuştinên vê dawîyê, çalakgerê ji Idlibê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku terorkirinên ku çekdarên biyanî yên her du koman armanc dikin li çendîn deverên Idlib û Hemayê pêk tên, û herî kêm 10 ji wan mirin.

Idlibî got ku fermandarê Huras el-Dîn yê bi navê Ebû Welîd Tûnisî tê naskirin hat kuştin dema ku bombeyek bi otombîla wî de li bajarokê Teftenazê teqîya.

Du çekdarên Huras el-Dîn di pevçûnên dawî de li gundewarê parêzgeha Hemayê tên dîtin. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Du çekdarên Huras el-Dîn di pevçûnên dawî de li gundewarê parêzgeha Hemayê tên dîtin. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Ev çekdarekî Huras el-Dîn a ser bi Qaîdayê ve ye, li gundewarê parêzgeha Idlibê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Ev çekdarekî Huras el-Dîn a ser bi Qaîdayê ve ye, li gundewarê parêzgeha Idlibê. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Tûnisî sûtîya û di rêya ber bi navendeke nûjdarî de mir.

Idlibî da zanîn ku dever li jêr kontrola Tehrîr el-Şam e, lê got ku hevbendîya tundrew tu daxuyanî yan ronîkirin têkildarî bûyerê belav nekiriye.

Nakokîyên navxweyî

Di bûyerine din de, bêhtir ji 10 çekdarên biyanî (ji Çîna û Belcîkayê) li du cihan hatin kuştin; cihek li nêzî bajarokê Xirbet el-Naqûs li gundewarê bakurî yê Hemayê, û yê din li nêzî bajarokê Muşêrfa li gundewarê başûrî yê Idlibê.

"Kujerên ku derbasî wan deveran bûn, çekdarên Huras el-Dîn û Ensar el-Tewhîd kuştin, û pişt re revîn bêyî ew bên girtin," Idlibî got.

Wî got ku deverên li dor van cihan li jêr kontrola Tehrîr el-Şam in, ya ku ne daxuyayî da û ne jî tu karvedan nîşan da, ji bilî belavkirina hejmareke mezin ji çekdaran li deverê û asêkirina bingeh û baregehên xwe.

Idlibî bal kişand ser nakokîyên hundirîn di nava Huras el-Dîn de di navbera çekdarên biyanî û fermandarên Ereb de, nakokîyên ku heta astekê bilind bûn ku hinek zordarî di medyaya civakî de hatin weşandin.

Wî daxuyand jî ku çekdarên Huras el-Dîn emîrê komê, Ebû Humam el-Şamî bi gendelîyê tohmetbar kirin, û angaşt kirin ku wî tadarî li çekdarên komê dikir.

Huras el-Dîn di sala 2018an de hat damezrandin û ji endamên ku îdyolojîya Qaîdayê dişopînin û qebûl nekirin tevlî Tehrîr el-Şam bibin pêk tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500