Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Milîsên Îran piştgirîya wan dike protestoyên Îraqî diçewisînin

Firas Omran

Xwepêşanderên Îraqî bi alên niştimanî derketine kolanan di protestoya 19 Tîrmehê de li Besrayê li dijî gendelî, bêkarî û kêmbûna xizmetguzarîyên giştî. [Husên Falih/AFP]

Xwepêşanderên Îraqî bi alên niştimanî derketine kolanan di protestoya 19 Tîrmehê de li Besrayê li dijî gendelî, bêkarî û kêmbûna xizmetguzarîyên giştî. [Husên Falih/AFP]

Hin Îraqî ditirsin ku milîsên Îran piştgirîya wan dike hêza zêde bi kar bînin da ku pêlên nû yên protestoyên li dijî xizmetguzarîyên giştî yên lawaz û destwerdana Îranî biçewisînin, protestoyên ku di meha Hezîranê de li çend parêzgehên başûrî yên Îraqê dest pê kirin.

Milîsên Îran piştgirîya wan dike di çewisandina protestoyên mîna van de beşdar bûn, protestoyên ku sala par li parêzgeha Besrayê li başûrê Îraqê dest pê kirin.

Sal par, milîsên Îran piştgirîya wan dike mîna Rêxistina Bedir, Esaib Ehil el-Heq, Ketaib Hizbulah, Seraya el-Xurasanî û Hereket el-Nuceba xwepêşander û çalakgerên mafên sivîl li parêzgeha Besrayê armanc kirin.

Çlakgeran ji Diyaruna re ragihand ku ev yek bi piştgirîya Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) çêbû, û not kirin ku gelek xwepêşander hatin girtin û wenda bûn û gef li alîgir û serkirdeyên êlî hatin xwarin.

Xwepêşander li parêzgeha Besrayê ya Îraqê li dijî xizmetguzarîyê giştî yên lawaz di meha Adarê de protesto dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya parêzgeha Besrayê hatiye wergirtin]

Xwepêşander li parêzgeha Besrayê ya Îraqê li dijî xizmetguzarîyê giştî yên lawaz di meha Adarê de protesto dikin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya parêzgeha Besrayê hatiye wergirtin]

Xuya ye ku milîs xwe ji pêngaveke din re li dijî protestoyan amade dikin, di demekê de ku Îraqî "mafê xwe yê xwepêşandinkirinê li dijî xizmetguzarîyên lawaz û destwerdana Îranî bi cih tînin", çalakgerê Îraqî Omer Cenabî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Rêbazên hovane yên ku milîsan di xwepêşandinên berî vê de bi kar anîn armanc dikin ku niştecîyên sivîl bitirsînin eger ew protestoyên xwe berdewam bikin," wî got.

"Ev kom nêt dikin ku bêhtirî vê yekê bikin da ku berjewendîyên xwe û kontrolkirin û desthiladarîya xwe li ser dewlet û aborîyê biparêzin," wî anî ziman.

Kuştina çalakgeran

Herî kêm sê çalakgerên Îraqî ji alîyê êrîşkerên nenaskirî ve hatin kuştin ku tê payîn ku ew ji alîyê rejîma Îranî ve di van mehên dawî de hatine kuştin, di nav wan de Suad Elî, seroka el-Wid el-Alemî bo Mafên Mirov, a ku di meha Îlonê de hat kuştin.

Şêx Wîsam Xerawî, mêrekî oldar û çalakgerekî navdar di xwepêşandinên Besrayê de di Mijdarê de hat kuştin, lê nivîskarê Îraqî û romannivîs Ala Meşzûb di Sibatê de hat kuştin.

Herwiha gelek mêrên ciwan ên ku di protestoyan de beşdar bûn hatin kuştin, raportên medyayî angaşt kirin ku tîmên kuştinê yên gêrêdayî milîsan lîsteyên bi navên çalakan ji Îranê wergirtine.

Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Îraqî bo Mafên Mirov bi dehan gazinên girêdayî girtin an wedabûna çalakgeran wergirtine, çalakên ku çarenûsa wan hîn ne dîyar e, herwiha raport derbarê gefên mirinê yên jêdera wan nenaskirî.

Milîsên Îran piştgirîya wan dike berpirs in ji gelek tawanên ku li dijî çalakger û nivîskarên ku derbirîna azad didin pêş tên bicihanîn, Xazî Fêsil Hisên, şêwirmendek di Navenda Îraqî bo Lêkolînên Stratejî, got.

Ajansên Hewalgirîya Îranî û Hêza Quds a Feyleqê Pasdaran "roleke sereke di têkdana xwepêşandanên dawî de gerandine, bi taybet ew xwepêşandanên ku li Besrayê çêbûn", wî ji Diyaruna re got.

"Ew dê dudil nebin ku hemû samanên xwe belav bikin da ku xwenîşandanên aştîyane yên ji alîyê Îraqîyan ve armanc bikin, Îraqîyên radibin ser pêyan bo redkirina çalakîyên wan ên tawanbar û wêrankirina samanên welat," wî got.

Wî anî ziman ku xwnîşandan delîl in ser nerazîbûna ku Îraqî pê dihesin li dijî rejîma Îranî û milsên wê û not kir ku gelek xelk dibînin ku ev milîs berpirsên gendelîya berbelav û xizmetguzarîyên giştî yên lawaz in.

Lawazkirina bandora Îranî

Milîsên Îran piştgirîya wn dike dihêlin Îraq rastî rîska csizayên navdewletî were ji ber qaçaxkirina nefta Îranî di rêya benderên Îraqî re bi awayekî neqanûnî, Husên got.

Wî got ku ew aborîya Îraqî kêm dikin bi rêya sepandina terîfeyan li ser kargeh û sazîyên bazirganî li deverên ku ew lê desthilatdar in.

Husên milîs bi birêvebirina zinadanên nepenî li Bexda, Besra, û deverin din bersûc kirin, ku ne li jêr îdareya Wezareta Karê Hundir an Wezareta Dadmendîyê ne "an tu desthilatdarîyên hikûmetê yên din in".

Husên got ku bi hezaran di van zindanan de hatine girtin bê daxwaznameyên girtinê ya darizanidin, û angaşt kir ku "rastî êşkence û reftarên beygerînê yên hovane tên li ser destên sîxurên Îranî".

Wî hikûmeta Îraqî han da ku tedbîrên çalaktir bi cih bîne da ku van reftarên neqanûnî yên "binpêkirinên bêqam ji serwerîya dewletê re bi dawî bike û berpirsîya ku destûr li ser disepîne".

Şênîyekî Besrayê ku daxwaz kir ku navê wî neyê eşkerekirin ji Diyaruna re got ku ew bi tundî xebatên Îranê yên "bêdengkirina azadîxwazan û binpêkirina mafên ku sîstema demokratîk û makzagona Îraqî wan diparêzin şermezar dike".

"Ev milîs me natirsînin, ji ber ku ji mafê me ye ku em xwenîşandanên aştîyane organîze bikin di her demê de û li her deverê bo em dawa daxwazên xwe yên rewa bikin li gorî çarçoveyeke yasayî," wî got.

Wî anî ziman ku ev daxwaz "pêşxistina xizmetguzarîyan, şerê gendelîyê , dorpêçkirina tevlihevîyê û parastina serwerîya neteweyê ji hemû şêweyên destwerdana derveyî dihundirênin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Her çi qasî navê nivîskarê gotarê Omar be, ev tê wateya ku ew gotar mişt derew e.

BERSIV BIDE