Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Piştî agirbesta Idlibê, êrîşên rejîmê berdewan dikin

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê û AFP

Ev ambulans girêdayî Xûzeyên Sipî ye, ku tîmên wê hatin armanckirin gava wan alîkarîya qurbanîyên êrîşên asmanî û bombebaran dikir. [Wêne ji Kumikspîyan hatiye wergirtin]

Ev ambulans girêdayî Xûzeyên Sipî ye, ku tîmên wê hatin armanckirin gava wan alîkarîya qurbanîyên êrîşên asmanî û bombebaran dikir. [Wêne ji Kumikspîyan hatiye wergirtin]

Balafirên rejîma Sûrî êrîşên asmanî li ser parêzegha Idlibê berdewam kirin Duşemê (5ê Tebaxê), ku agirbest di demeke kurt de hat binpêkirin, ligel tohmetên ku tundrew û çekdarên opozîsyonê baregeheke asmanî ya Rûsî kirine armanc.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku balafirên rejîmê êrîşa xwe ya asmanî ya yekem ji Pênşemê de li ser bajarokê Xan Şêxûnê li başûrê gundewarê Idlibê pêk anî, AFP ragihand.

Bombebaran piştî gotina rejîmê bi çend xuleyan hat ku ew ê operasyonên xwe li dijî herêma Idlibê berdewam bike, û "komên terorîst" avêtina mûşek û armanckirina baregeha Himêmîm a li parêzgeha Laziqîyê tawanbar kir.

Vê sibê, ligel nevekişîna Tehrîr el-Şam ji herêma veqetîner li derdora herêma Idlibê, sivîlên li deverê ji Diyaruna re got ku ew ditirsin dîsa rejîm û Rûsya êrîşên xwe yên asmanî dewam bikin.

Sivîlên Sûrî li ziyanên êrîşeke asmanî dinêrin, êrîşa ku bazara Erîhayê li gundewarê parêzgeha Idlibê kiribû armanc. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Sivîlên Sûrî li ziyanên êrîşeke asmanî dinêrin, êrîşa ku bazara Erîhayê li gundewarê parêzgeha Idlibê kiribû armanc. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Serkirdeyê Tehrîr el-Şam Ebû Muhemed Colanî Şemîyê ragihand ku hevbendîya tundrew dê ji herêma veqetîner venikşin wekî di bendên lihevkirina agirbestê de hatiye nivîsandin ku di 2yê Tebaxê de kete karîgerîyê.

Turkîya û Rûsyayê herêma veqetîner weke tîpa U ava kirine di Kanûna Yekem de da hêzên rejîmê û tundrew û çekdarên opozîsyonê ji hev veqetînin.

Înê, Tehrîr el-Şam hişyarî da ku ew ê bersiva her êrîşekê bide eger agirbesta dawîn were binpêkirin, çalagerê Idlibî Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Yekşemê, piştî ragihandina Colanî, êrîşek li ser bajarokê Didama yê nêzî Cisr Şixûrê pêk hat ji hêla balafirên rejîmê ku sivîlekî jîyana xwe ji dest da -- jinek -- û hejmarek birîndar bû.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand ku ev yekem sivîl tê kuştin ji çaxê agirbest pêk hatiye.

Sivîlên koçber hîna venegerîyane

Idlibî ji Diyaruna re daxuyand ku ev rewş agirbesta Îlonê tîne bîra me, ku di dawîyê de hat binpêkirin, û êrîşên asmanî û şerekî dijwar dest pê kirin.

Idlibî nîşan bi agirbesta herî dawî kir ku tevî ev yek berî pênc rojan hatiye ragihandin, tu kesên ku ji ber bombebaranê revîyabûn berî dîsan şer dest pê bike venegerîyan.

Idlibî dîyar kir ku ji dêvlê, sivîlan ev yek keysbaz kir da wargehên xwe tije xwarin, sotemenî û tiştên din bikin ji bo ji her êrîşê re amade bin.

Tevî êrîşên asmanî di vê agirbesta demkurt de hatin rawestandin, şer û bombebaranên cihê li bakurê parêzgeha Hemayê dewam kirin.

Wî destnîşan kir ku di rojên dawî de Letamna, Kefer Zîta û derdora Morekê hatin bombebarankirin.

Idlibî da zanîn ku şerekî dijwar li qeraxa Sehil el-Xab jî rû da, ku rejîma Sûrî û Rûsya hewl dan bi pêş bikevin, di encamê de du kesan jîyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500