Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

8 bazirganên dermanên hişbir tên girtin piştî reva ji girtîgeheke Bexdayê

Faris Omran

Leşkerên Îraqî roja 17ê Kanûna Duyem operasyoneke lêgerînê encam didin bo kesine tên xwestin bigirin û dest deynin ser hinek madeyên qaçax. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî roja 17ê Kanûna Duyem operasyoneke lêgerînê encam didin bo kesine tên xwestin bigirin û dest deynin ser hinek madeyên qaçax. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Heşt ji wan 15 barizganên dermanên hişbir careke din hatin girtin piştî reva ji girtîgehê li navendeke polîsê Bexdayê, Wezareta Hundir a Îraqê Yekşemê (4ê Tebaxê) ragihand, û ev bûyer bû sedema çend haletên dûrkirina ji kar.

"Lêgerîn berdewam e heta girtina yên din," efserekî polîsê ji AFP re ragihand bi mercê nasnameya wî neyê eşkerekirin.

Her 15 endamên gumanlêkirî yên toreke bazirganîkirina bi dermanên hişbir Şemîyê ji girtîgehê revîyan, piştî ku wan "sivkatî bi polîsan kir, û li wan dan", li gorî berpirsekî hewalgirî

Wezareta Hundir got ku her heşt careke din hatin girtin, lê zelal nekir ew aniha li ku derê girtî ne.

Du bazirganên bi dermanên hişbir roja 20ê Hezîranê ji hêla hêzên ewlekarîyê ve hatin girtin li Bexdayê. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Du bazirganên bi dermanên hişbir roja 20ê Hezîranê ji hêla hêzên ewlekarîyê ve hatin girtin li Bexdayê. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Bexdayê hatiye wergirtin]

Fermandarê polîsê Bexdayê û serokên Birêveberîya Polîsê Rusafayê li rojhilatê paytextê û navenda polîs ya ku gumalêkirî jê revîne rastî gulebaranê hatine, li gorî wezaretê.

Wezaretê got ku efserên polîsê yên li navendê hatine girtin û li benda lêpirsînê ne.

Di medyaya civakî de, dîmenên ku tê angaştkirin ku ji vîdyoyên kamîrayên çavdêrîyê yên navenda polîsê hatine wergirtin zilaminan nîşan didin çaxê ew bi cilên medenî di dergehekî re direvin, bêyî hebûna tu rêgirîkirinê.

Milîsên ser bi Îranê hêsankarî bo revê kirin

Piştî vê bûyerê, hinek raportên medyayî û berpirsên Îraqî penceyên tohmetê ber bi milîsên ku Îran piştevanîya wan dike dirêj dikin têkildarî dabînkirina hêsankarîyan bo reva 15 girtîyan.

Milîsên Îran piştevanîya wan dike "berpirsyarên amadekarîya revê ne [ya ji zindanê]", rojnamegerê Îraqî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand, û got ku ew xwe dispêre "raportên bawerpêkirî".

"Van koman bandor û desthilata xwe bi kar anî bo azadkirina girtîyan, yên ku piranîya bazirganîya bi dermanên hişbir ya milîsan û operasyonên belavkirinê li Îraqê encam didin," wî got.

Wî daxuyand ku yek ji girtîyên revîyayî bazirganê demanên hişbir ê xuyayî Hacî Hemza Şemerî ye, yê ku xwedan têkilîyên pir baş e ligelKetaib Hizbulaha Îraqî û serokê milîsê Husên Malikî, yê ku herwiha bi navê Ebû Xumênî tê naskirin.

Şemerî "birêveberê giştî yê çalakîyên raz ên milîsan e", Sincarî got, û da zanîn ku "ew ne bi tenê serpereştîya bazirganîya bi corên cuda yên hebên hişbir ên ji Îranê tên dike, belê ew piranîya cihên qumarên li Bexdayê bi rê ve dibe".

Wî got ku dûrkirina serokên birêveberîyên polîs ji kar piştî bûyerê "gaveke êrênî ye bo hêsabxwestin ji her kesayeteke ku nikare berpirsyarîyên xwe pêk bîne".

Wî daxuyand ku ev tedbîr bi tenê "têr nake".

Sincarî got ku girîngtirîn û baştirîn tedbîr "sînorkirina [bandora] van milîsan e û bidawîkirina hemû çalakîyên wan ên neyayasyî, û karîgerîya wan a bihêz li welat e".

"Ev komên çekdar ên bi ser Îranê ve zêdegavîyan li yasayê dikin û hewl didin ku vîna xwe bi darê zorê li ser dewletê bisepînin," wî got, û da zanîn ku çavên wan li desthilat û pereyan in "bêyî hebûna tu rêgezên niştîmanî û exlaqî".

Sincarî bang li alîyên pêwendîdar kir ku bi awayekî rijd bi van milîsan re bidin û bistînin û sazîyên giştî ji kesên gendel paqij bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ev agahîyên çewt bi mebest tên belavkirin ji ber ku Hêzên Heşda Şaebî, yên ku hûn weke milîsan wan bi nav dikin, ew bûn ên ku ev çete girtin.

BERSIV BIDE