Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şaneke DAIŞê ya tecnîdkirina di rêya înternetê re li Diyalayê tê desteserkirin

Xalid Taî

Hejmareke polîsê civaka Îraqî li parêzgeha Meysanê rêniştinekê li dar dixin da ku ciwanan derbarê xirabîyên civakî agadar bike. Hewcedarî heye ku sazemenîyên fermî û yên nefermî bi hev re kar bikin da ku ciwana fêr bikin û şîyanê wan bi kar bînin da ku nebin nêçîreke hêsan ji rêxistinên terorîst re, berpirsekî got. [Wêne ji polîsê civaka Îraqî hatiye wergirtin]

Hejmareke polîsê civaka Îraqî li parêzgeha Meysanê rêniştinekê li dar dixin da ku ciwanan derbarê xirabîyên civakî agadar bike. Hewcedarî heye ku sazemenîyên fermî û yên nefermî bi hev re kar bikin da ku ciwana fêr bikin û şîyanê wan bi kar bînin da ku nebin nêçîreke hêsan ji rêxistinên terorîst re, berpirsekî got. [Wêne ji polîsê civaka Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî xebatên xwe yên hewalgirî zêde kirine, xebatên armanc dikin ku torên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên destên wan di tecnîdkirina ciwanan de li ser înternetê heye derxin, berpirsekî li parêzgeha Diyalayê roja Înê (2wê Tebaxê) ji Diyaruna re eşkere kir.

Ev yek di demekê tê piştî ku Encumena Dadmendî ya Bilind a Îraqî roja Sêşemê "girtina şaneke terorîst ku ji du mêr û jinekê pêk tê, yên kar li ser tecnîdkirina ciwanan di rêya medyaya civakî re bo tevlî refên DAIŞê bibin dikin".

Şan li navçeya Miqdadîyayê li parêzgeha Diyalayê hat jihevxistin, encumenê di daxuyanîyekê de got û not kir ku Dadgeha Lêpirsînê li Baqûbayê hemû prosedûrê girîng li dijî kesên gumanbar kirine û "bi awayekî qanûnî mikurhatinên wan li gorî şert û mercên qanûnên dijî terorîzmê erê kirin".

Ajansên hewalgirî û ewlehîyê li parêzgehê çalakîyên xwe yên girêdayî çavdêrîkirina înternetê zêde kirine, endamên encumena parêzgeha Diyalayê Sacid Enbekî ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku ew çavdêrîya hisab û rûpelên Înternetê yên sexte dikin da ku şanên DAIŞê yên hewl didin hêrsbûna olî belav bikin û ciwanan fêrî îdîolojîya tund bikin kifş bikin.

"Terorîst berdewam in di sûdwergirtinê ji malperên tora civakî de ji bo bala ciwanan bikişînin û wan tevlî refên xwe bikin," wî got û anî ziman ku divê mirov zêde hişyar be li dijî hewldanên rêxistinê ku ji nû ve refên xwe vejîne.

Jinavbirina şanên DAIŞê

Enbekî bawerîya xwe bi şîyana hêzên ewlekarî derbirîn kir ku ew dikarin hemû torên tecnîdkirinê yên DAIŞê yên nepenî rakin, û teqez kir ku encumena parêzgeha Diyalayê û hikûmeta xwecihî "piştgirîya çi tedbîrên ewlehî yan hewalgirî yên di vî warî de hatine cîbicîkirin dikin".

Wî got ku pêwîst e ku hemû sazemenîyên fermî û yên nefermî bi hev re kar bikin da ku "ciwanan fêr bikin û rê bidin ber wan, guh bidin wan û şîyan wan bi kar bînin da ku nebine nêçîreke hêsan ji rêxistinên terorîst û tawankar re".

Wî got ku di heman demê de, bermahîyên DAIŞê li Diyalayê ji ber kampanyayên ewlehî yên zêde li dijî wan hidiweşin.

"Tevî hin çalakîyên terorî yên kêm, bi taybet li deverên dûrdest, bi giştî parêzgeh rewşeke ewle û baş dijî," Enbekî got.

Wî daxuyand ku di van rojên dawî de, hêzên Îraqî deverên Himrîn, Xaneqîn û Saedîyayê ramaliştin, û anî ziman ku wan "heşt terorîstên ku endamên ya jê re tê gotin Wîlayet Diyala" kuştin yan jî girtin û malên wan ên vehesînê wêran kirin.

Wî da zanîn ku ajansên ewlekarî niyaz dikin ku oparsyonên parêzî yên bêhtir li dijî DAIŞê bi cih bînin berî Cejna Qurbanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500