Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xeta Tirênê ya ji Bexdayê heta Bîcîyê ya DAIŞê ew wêran kiribû vedigere xizmetê

Xalid Taî

Rêwî xwe amade dikin da ku li tirênê siwar bibin li ser xeta tirênê ya Bexda û Felûcayê di 6ê Adarê de. Xet ji alîyê DAIŞê ve hatibû wêrankirin û par vegeriya xizmetê. [Wêne ji Kompanîya Xeta Tirênê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rêwî xwe amade dikin da ku li tirênê siwar bibin li ser xeta tirênê ya Bexda û Felûcayê di 6ê Adarê de. Xet ji alîyê DAIŞê ve hatibû wêrankirin û par vegeriya xizmetê. [Wêne ji Kompanîya Xeta Tirênê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî Çarşemê (31ê Tîrmrhê) bi awaayekî fermî careke din xeta tirênê ya Bexdayê bi bi parzûngeha neftê ya Bîcî (el-Simûd) ve girêde dide li bakurê parêzgeha Selahedînê.

Xet ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibû wêrankirin dema wê parêzgeh kontrol dikir, û pênc sala bû dervey xizmetê.

Karmendên xeta tirênê hemû parçeyên ziyan gihayî wan li dirêjahîya rêyê saz kirin yan jî guhertin, di nav wan de hesinê tirênê û çementoya wê û herwiha fargonên ku enerjîyê dabîn dikin da ku tirên bikevine tevgerê de hatin sazkirin.

Jinûveçalakkirina xetê berhengarîyeke mezin bû, ji ber ku DAIŞê ziyaneke mezin gihandibû wê, peyvdarê Wezareta Guhestinê Salêm Mûsa got.

Wezîrê Veguhastinê Ebdulla Luêbî silavê bi destan li komeke karkerên xeta tirênê dike Çarşemê (31ê Tîrmehê) di careke din vekirina fermî de ya xeta tirênê ya Bexda û Bîcîyê. [Wêne ji Wezareta Veguhastinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezîrê Veguhastinê Ebdulla Luêbî silavê bi destan li komeke karkerên xeta tirênê dike Çarşemê (31ê Tîrmehê) di careke din vekirina fermî de ya xeta tirênê ya Bexda û Bîcîyê. [Wêne ji Wezareta Veguhastinê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Lê tîma me ya Endazyarîyê û teknîkî karîbû bi însyatîfeke jixweber van erkan pêk bîne û careke din vê xeta jîndar çalak bike," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Xet bi şiverêyekê (11 kîlometran) dest pê dike, xeta ku ji kargeha berhemdayîna neftê (li parzûngeha Bîcîyê) heta stasyona guhastinê ya sereke li orta bajarê Bîcîyê û ji wir hata Bexdaya paytext dirêj dibe," Mûsa got.

Wî got ku ew xeta "herî girîng e ku dihêle mêjera herî mezin ji berhemên neftê were guhastin" di fargonên xeta tirênê de yê ku sarinc bi wan ve hebûn.

Wî anî ziman ku xet kapasîteya şehinkirinê ya digihe 500 metrên sêcar rojane ji hemû berhemên neftê dabîn dike, nemaze xaz.

Zêdebûn di behermdayîna neftê de

Jinûveçalakkirina xeta tirênê ya Bexda- Bîcîyê piştî hefteyekê ji îlankirina Wezareta Neftê ku berhemdayîna pêkhateyên neftê li parzûngeha Bîcîyê giha 70,000 bermîlan rojane tê.

Wezaret dibêje ew pêşbîn dike ku mêjerê du taq bike qava ku ev karê aniha yê nûtahîlkirina du yekîneyên parzûnkirina neftê yên nû bi dawî bibe.

Mûsa got ku ligel veguhestina berhemên neftê, xeta tirênê "şîyana guhastina rêwîyan herwiha kel û pelên bazirganî di nav parêzgehan de qayim dike".

Herwiha ew barên Wezareta Bazirganîyê bo materyalên kerta temwînê hêsan dike.

Wî got ku wezareta Veguhastinê hewl dide ku xetên tirênê ji nû ve ava bike û pêş bixe herwekî ku ew xizmeteke girîng di livandina aborîyê de û handana zêdekirinê dabîn dikin, herwiha ew qezencên baş ji weberhênanê re bi dest dixin.

"Em li gorî planeke stratejî bi pêş ve diçin da ku em binesazîya sektorê xeta tirênê vejînin," wî got.

Wî got ku gelek xetên tirênê ji alîyê DAIŞê ve derketin derveyî xizmetê, di nav wan de xeta Bexda-Samerayê û xeta Bexda-Felûcayê careke din hatin çalakkirin.

Wî got ku wezaret xwe amade dike da ku xetên tirênê yên mayî vegerînê, nemaze xeta tirênê yaber bibakur ve diçe ji Bîcî heta parzûngeha neftê ya Geyarayê, û ji wir heta bajarê Mûsilê û bajarokên rojavayê parêzgeha Nînewayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500