Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

QSD şanên razayî li gundewarê Dêra Zorê dike armanc

Welîd Ebû Xêr li Qahîrayê

Endamine yekîneyên antî-terorê yên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ji bo pêkanîna operasyonekê da veşartgehên DAIŞê li bakur-rojhilatê Sûrîyayê bikin armanc xwe amade dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) 30 endamên şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin di pêngavekê de ku bi hevahengî ligel hevpeymanîya navdelwetî li gundewarê Dêra Zorê, efserekî QSD ragihand.

Efserê QSD Ferhad Xoca ji Diyaruna re eşkere kir ku QSD paşmahîyên DAIŞê ji veşartgehên li rojhilatê parêzgehê qewitandin, û dest danîn ser çek, cebilxane û alavên peywendîkirinê yên ku bi wan re bûn.

Xoca dîyar kir ku ev operasyon bi rêya hêzên QSD ên antî-terorê bi hevahengî ligel hevpeymanîya navdewletî pêk hat.

Wî got ku "21 dever di heman demê de hatin serdegirtin da operasyon bi awayekî deqîq pêk were û nehêle tundrew ji veşartgehên xwe birevin."

Du tundrew vê dawiyê ji hêla Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê hatine girtin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Du tundrew vê dawiyê ji hêla Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ve li gundewarê rojhilatî yê Dêra Zorê hatine girtin. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk tiştên ku di operasyona xwe ya ewlehî ya vê dawiyê li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê de desteser kiribûn didin pêşandan. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk tiştên ku di operasyona xwe ya ewlehî ya vê dawiyê li rojhilatê gundewarê Dêra Zorê de desteser kiribûn didin pêşandan. [Wêne ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Xoca dîyar kir ku êrîş li ser bingeha agahîyên hewalgirî li dor tevger û çalakîyên tundrewan li gund û bajarokên rojavayê Buseyra, Zîr, Zebyan û Şehîl pêk hat.

Di nava tiştên hatine desteserkirin de, demançe, çifteyên sekvanîyê û cebilxane, ligel belgeyên ku têkilîyên kesên derqanûnê yên bi DAIŞê re dixebitîn hatin dîtin.

Gefa DAIŞê hîna heye

Xoca daxuyand ku ji çaxê qewitandina DAIŞê de, gefên paşmahîyên rêxistinê li parêzgehê hebûn, di nav de dîtina bombeyên bidestçêkirî yên ku li kêlekên rêyan hatibûn çandin.

Wî anî ziman ku "şanên razayî agir bi zevîyên çandinîyê xistin da fişarê bikin û tola xwe ji niştecihên ku piştevaîya QSD dikin hilînin."

Herwiha kuştin û kemînan jî pêk tînin.

Xoca got ku ji ber van sedeman û ji bilî wan, operasyonên ku paşmahîyên DAIŞê dikin armanc ji hêla niştecihên xwechî ve hatin pêşwazîkirin, û amaje bi piştevanîya cemawerî ji QSD re kir û pêdagirîya wan ser têkbirina van şanan li hemû deverên herêmê.

Hevpeymanîya navdewletî Duşemê (29ê Tîrmehê) ragihand ku wê pênc endamên şaneke DAIŞê kuştin di êrîşeke asmanî de li nêzî Buseyra, ku yekemîn car e ew êrîşeke wisa pêk tîne ji çaxê rêxistin ji Baxozê di 23yê Adarê de hat qewitandin.

Peyvdarê hevpeymanîyê James Rawlinson got ku "hevpeymanî dê piştevanîya xwe ji hêzên hevkar re berdewam bike heta DAIŞê bi yekcarî têk bibin".

Wî da zanîn ku "bi piştevanîya hevpeymanîyê, QSD operasyonên paqijkirinê pêk tîne, ku zêdetirî 200 endamên DAIŞê girtîne û 1,360 kg teqemenî destser kirine".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500