Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serlêkolînerê NY tawanên DAIŞê bi yên şerê Nazîyan dişebihîne, û banga dadgehkirinê dike

AFP

Sîpekekî DAIŞê hazirîya gulekirina 25 leşkerên rejîma Sûrîyayê li pêşberî xelkê li Tedmurê, li Sûrîyayê, dike di sala 2015an de. Tawanên wiha dê li dadgehên ku civaka navdewletî hewla wan dide bên rabekirin. [Dosya]

Sîpekekî DAIŞê hazirîya gulekirina 25 leşkerên rejîma Sûrîyayê li pêşberî xelkê li Tedmurê, li Sûrîyayê, dike di sala 2015an de. Tawanên wiha dê li dadgehên ku civaka navdewletî hewla wan dide bên rabekirin. [Dosya]

Serokê lêkolîna taybet a NY di tawanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de bang bo dadgehkirinên mîna yên ku lîderên Nazî li Nurembergê rastî hatin kir bo misogerkirin ku qurbanîyên tundrewan dê xeberdar bin û dê îdyolojîya "bê derwandin".

Bo heyma salekê, parêzerê Brîtan Kerîm Xan tev tîmekî ku ji dora 80 hevkaran pêk hat serdana hemû Îraqê kir bo komkirina belgeh û şehdebûnan ji sazîyeke NY re ku bi navê UNITAD tê naskirin.

"Çiyayeke û divê pê ve hilbikşî," wî got, ji ber ku tîma lêkolînê li ser analîzekirina bêhtir ji 12,000 laşan ji bêhtir ji 200 gorên komî, 600,000 vîdyoyên tawanên DAIŞê û 15,000 rûpelan ji kaxezên rêxistinê kar dike.

''Tu xetên sor'' ji hovîtîya DAIŞê re tune ne

Berî pênc sala, dema ku DAIŞê rûberên berfireh ji xaka Sûrîya û Îraqê kontrol kirin, rêxistinê fermanrewîya xwe ya hovane li ser heft milyon kesan ferz kir, kesên ku rû bi rûyî sazî, birêveberî, dibistan, zarokên leşker, û ravekirineke tund ji Îslamê re û cezayên hişmendîya serdema navîn hatin.

Ev dîmen ji vîdyoyeke ku divegere Cejna Qurbana 2016an ku DAIŞê belav kiriye, kêlîyên berî ku yek ji çekdarên wê zengelorên komeke Sûrî jê dike. [Dosya]

Ev dîmen ji vîdyoyeke ku divegere Cejna Qurbana 2016an ku DAIŞê belav kiriye, kêlîyên berî ku yek ji çekdarên wê zengelorên komeke Sûrî jê dike. [Dosya]

Jineke Êzîdî li Îraqê roja 15ê Adarê dinihêre dema ku xebatkarên tawanzanîyê cihekî kifş dikin di çaxê xepartina goreke komî a bi sedan Êzîdîyên ku DAIŞê li gundê Koço, li Navçeya Şengalê kuştin. [Zayid Obêdî/AFP]

Jineke Êzîdî li Îraqê roja 15ê Adarê dinihêre dema ku xebatkarên tawanzanîyê cihekî kifş dikin di çaxê xepartina goreke komî a bi sedan Êzîdîyên ku DAIŞê li gundê Koço, li Navçeya Şengalê kuştin. [Zayid Obêdî/AFP]

Komên hindikahîyan ji hêla DAIŞê ve mîna "pêkenokan" yan jî "şeytanperestan" hatin reçavkirin û bi hezaran rastî mirin, êşkence û kolekirinê hatin.

Xan got ku DAIŞ "ne rêxistineke ku şer gerîlatî dike yan jî serhildêrên gerok in... Ev alî jî ne rormal e" ji dadwerîya navdewletî, dema ku ser ji baregehên pir -ewleh ên UNITAD li Bexdayê axêvî.

"Tiştek ne heram bû" li ba DAIŞê, wî got.

"Kî texmîn dikir ku di sedsala 21ê de em dê xaçkirinê yan jî şewitandina mirovekî di qefesekê de, koledarîyê, koledarîya sêksî, avêtina kesan ji avahîyan, û serjêkirinan bibînin?"

Û ew hemû bi "kamîrayeke TV" hatin tomarkirin.

Wî got ku tevî tirsê, ev tawan "ne nû ne". "Tiştê nû ku DAIŞê anî, ew e ku îdyolojî rêxistina tawankar dixe tevgerê bi heman şêwazê ku Faşîzimê programên tawankarî yên Hitler [Serokê Nazî yê Elmanî Nazî Adolf] dixistin tevgerê."

Valaderxistina îdyolojîya DAIŞê

Rêberên Nazî pêşberî dadgeha serbazî ya navdewletî ji 1945-1946an li Nurembergê, li Elmanyayê bûn, ji ber kuştina dora şeş milyon Cihû di Cenga Cîhanî ya II de.

Aniha rojanedadgehên Îraqî endamên DAIŞê yên girtî dadgeh dikin, bêhtir bi cezaya mirinê, lê qurbanî li dadgehkirinan amade nabin û bi tenê sûcê tê ragihandin jî endamtîya di rêxistina DAIŞê de ye.

Xan got ku bi tenê dadgehên ku belgeh û şehdebûnên wê ji her kesî re vekirî bin dikarin rûpelê bi dawî bikin.

Wî got ku ji ber Nurembergê, " tu kes dê bi cidî nehatibaye wergirtin eger wan pirensîpên 'Mein Kampf' şopandibaye", wî amaje bi manifestoya ku Hitler nivîsandîye.

"Di rastî de, dê zingilên alarmê di qada giştî de bên lêxistin eger her kesî bawer kir ku pirensîpên faşîzmê dikarin felsefeyeke siyasî ya alternatîv be," wî got.

Nurembergê "jehra faşîzmê ji gelê Elmanî cuda kir", li gorî Xan.

Wî got ku piştî DAIŞê, "Îraq û mirovahî bi hewcedarî kêlîya Nurembergê ye [ya taybet bi DAIŞê]".

Xan got ku Dadgehkirineke dadwer ji DAIŞê re "dibe rol bibîne dicudakirina jehra DAIŞê ji komelgeha Sunî", Sunî li Îraqê hindikahî ne, û du sêyekên nifûsa wî welatî Şîe ne.

Dadgehkirina DAIŞê dê "bandoreke wê ya perwerdahî hebe, ne tenê li herêmê lê belê li deverên din ên cîhanê, yên ku dibe komelgeh bibin dîlên derew û propagandaya DAIŞê".

"Divê ev îdyolojîya vala were derxistin, lewra xelkê temaş dike... rastîyeke beyan bibîne, ew jî ku tiştê wan dît qet ne dewleta Îslamê bû," Xan got.

Dadgehkirina DAIŞê li her deverê

UNITAD dixebite bo destnîşan bike gelo kiryarên DAIŞê tawanên li dijî mirovahîyê ne, yan tawanên şer in an jî jînosayd in, ku xeternaktirîn tawan in di zagona navdewletî de.

"Tu dê bibînî di du mehên werin de ku dê hinek dadgehkirin werin eşkerekirin ku aniha li hinek deveran bi rê ve diçin," Xan got.

Gelek dadgehkirin di tevgerê de ne, nemaze li Fransayê, têkildarî êrîşên ku DAIŞê angeşt kirine, û li Miyûnixê li Elmanyayê, jineke Elman ji ber hişt ku keçek nûhatî ya Êzîdî, ku "hatibû kirîn" di sûka DAIŞê ya koleyan de, ji tîna bimire.

Xan got ku lê "Îraq wergirê cihê mebestê yên belgeh û agahîyên me ye".

Îraq heta aniha bi hezaran ji welatîyên xwe yên ku li ser xaka xwe girtine dadgeh kirine ji ber tevlîbûna wan di rêzên DAIŞê de û cezaya mirinê li wan birîye, eger wan şer bi rêxistinê re kiribe an na.

"Ev dîdargeh ne pir girîng e," Xan got, ji ber ku egera hebûna dadgeheke navdewletî ku hinek alî qala wê dikin lê xuya dike ku di demeke nêz de pêk nayê.

Tiştê bingehîn ew e ku "mafê qurbanîyan heye ku dengê wan bê bihîstin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

DAIŞ gendelîya li ser rûyê erdê û bektîryaya ku rê li ber dermankirina mirovahîyê digire ye. Wan hemû hevjîyana aştîyane li giştî cîhanê ji hev xistine. Ew ne xwedî mezheb ne xwedî ol in; tenê tevgerek e ku tu rêgezên wê tune ne; ew komeke tundrew in ku mejîyê wan hatiye şûştin.

BERSIV BIDE